Alî Fîkrî IŞIK 12/11/2008 (Alegorî,Arkaik û Afirandina Heqiqetên Efsûnî..) Ez ê hestê xwe veneşêrim. Min ji ‘’Gava Ku Masî Tî Dibin’’ gelek hez kir. Ji vegotina romanê hez kir, ji tekilîye nav vegotina romanê hezkir. Ji lehengê romanê ê refîne hez kir.J i vebejêrê ne zindi hez kir.J i alegoriya derîyê hêsin’’ hez kir. Ji îronîya ‘’Kumê li serê qederê’’ hez kir.J i keysa vebejêr hez kir.Ji kemilandina bûyeran hezkir,ji hestên bûyera hez kir.Û biveneve min ji masî hez kir, ji tîbûna wî, ji hebûna wî hez kir.Bê şik,min ji vê romanê gelek hez kir. Piştî Sobarto û Tirsa bê diran, bi Gava Ku Masi Tî Dibin,Helim Yusiv,rêwîtîya nivîskarîya xwe bi nasnama romannûsê tescil dike. Bê şik û bê guman Helim Yusiv,romannûsekî mezin ê wêjeya zimanê kurdî ye… Ku bi gotineke hevgirtî be gotin,Helim Yusiv;bi Gava Ku Masî Tî Dibin, ji vegotina têbiniyê biçûk(çirok),derbasî vegotina dirêj ya bêrawest(roman) dibe. Bi gotinek dinê, ji jiyanê derbasî berhemê dibe(Roland Barthes)…Gawa Ku Masî Tî Dibin,Vegotineke wextê anuha ye…Bîrbirinê anuha..ziman,nivîs û metn, ev her sê xalê vegotinê li ser kirde(subje)yê axaver,hatine avakirin. Alegorîyê ku Helim Yusiv di,Gava Ku Masî Tî Dibin’de afirandine,bi teknîka bîrbirinê anuha,ji xeynî vebejêrê pêşî(ku em nizanin ew vebejêr kî ye, lewre navê wî nîne.Di be ku nivîskar bi xwe be!!)şûvde(17)vebejêrê romanê,ramyar,xwedî hest û çirokwanê biserketîne. Ev bizavên wan vebejêra,wan dike subjeyê axaver.Mikurhatinên deriyê hesinî,Kumê li serê qederê ,Pirtûka ku nehat xwendin,Nivişta di bin çeng de û vebêjêrê dinê,tev ,ji serî heya binê vegotinê,wek dengbêjan bêrewest distirînin… Vegotin; bi hevokeke ji xwe bawer,vedibe;’’Li vî welatî dibû ku her tişt bibe.Tiştekî dûrî aqilan nemabû.Heta bi hestên matmayîbûnê li cem xelkê hatibûn jibîrkirin.Lewre,çi dibû,çi nedibû,êdî tiştekî bala tu kesî,nedikişand.Wey li wî ku halê xwe bi hal bike û dûrî qeda û beleyên nedîtî bimîne…’’ Vebejêrê peşî,v ê despêkê,wan gotinnê xwe dibêje û sahnê terk dike.Lê bi wan gotinên xwe, bandoreke mezin li dû xwe dihêle.Vegotin û naveroka vegotinê ji alî cihana romanê, bi ewrekî mezin re,seranser bi şik,seranser biguman tê nuxûmandin.Nivîs dikeve asta sıfırê(o).Zanînên( ku dihişê me de, wek,zanînên civakî bûn û me bi wan bawer dikir,) heya vê romanê ,giş ‘’rastîya’’ xwe hunda dikin.Nivîskar; bi zanêbûneke hunermend, her tiştê ku me zanî bû, dixe bin bondara şik ê .Êdî xwendvwanê şiroveker mecbur dibe ku li hinek meşrûîyeten nû bigere.Heqîqêtên jiyanê,bi şik,ji alî nivîskar ve ji dewrê dertên .Ji bona şirovekirinê usûlek felsefî,usûlek sosyolojik çi rê namîne.!Fermo,Kerem bikin! hun û behremê, rûbirû ne.!!Jibona şirovekirinê,ji cihana romanê pê ve tu encam û derfet nîn in.!.Kes nikare,ji terhên jiyanê xwe biqevizîne nava berhemê. Edî kes nikare, Heqîqetekî jiyanê bi heqîqetekê din ê, ê jiyane binirxîn e.Di destê xwendevan de,bi tenê heqîqetên berhemê ma ne. Aha..ev xafik e. Ev kumpase ke xaîn e!!.Kumpasa edebiyata xas,kumpasa nivîskarekî xas.Ya rastî jî ji xwe wêje e ve…Wêjeya gerdunî e ve..Ya ku ji metnê xwe pê ve ti rêyî li ber xwendavanê xwe nahêle ev e. Wek ku Terry Eagletonî jî dibêje’’Edebiyat ji me re, ne rastîya dibêje ,ne jî vira dike.’’Terry Eagletonî didomine’’Ku berhemek li binya xwe,xwe bi navê roman,çirok an bi navê helbest destnişankir û pê ve ,em ê çawa jê bawer bikin ku êdî vê ji me re bahsa ‘’rastîyên me’’ bike’’..Na ..Edî rastîyên me ne li holê ne, rastîyên berhemê li holê ne.Rastîyên vegotina nava metn.. Gawa Ku Masî Tî Dibin,metnekî gelek çetîn e.Ez wuha bawerim,emê deme ke dûrûdirej li ser vî metnî mûnaqeşe bikin. Metnê Gawa Masî Tî Dibin,ji alî naverokên xwe û ji alî afirandina şikil ve gelek xurt in ,û bi rastî mêjî vedikin. 1-Ev welat,welatekî çawaye.? Li wî velatî civakekê çawa di jî.? 2- Li wî welatê ku ev civak lê dijî gelo fikir heye an na.? 3-Li wî welati tevger û çalakî, xwedî sedemin an na.? 4- Masî sêwî ye.!ev sêwîbûn,sêwîbûna bê dê û bav e, an sêwîbûna bê burjuva ye.?Xwediyê wî welatî kîne.? 5-Evîn çi ye.? 6-Masî evindar e an kujêr e.? 7-Berfîn,heye an tune ye, Berfin gelo ne xapandinek e.? 8-Cemîle,di finalê de keçika ku mirî ye an,hêvîye mirînê.Kîjanê temsil dike. 9-Dengên ku têne guhe m ,dengê vebejêran du cara têne sikandin gelo ev ne xewn be.?Wek ku S.Freud jî dibêje ‘’prensibên xewna û prensibên ziman yekin.’’(Masî ji yekî re dibêje-ev yek-yek, masî guhdar dike-bu dido-û vebejêr jî dibihizin.? 10-dengê vebejêran du cara ziz dibin û sîyeke mistîk wan dinuxîmîne |