Ferzan Şêr 11/3/2009 - netkurd.com
Dema mirov romana Helîm Yusiv a “Gava Ku Masî Tî Dibin” dixwîne pê dihese ku êdî wêjeya kurdî gihiştiye asteke bilind.Tehm,tevn û zimanê ku bi kar aniye tevlî kêmasiyên xwe mirov dikare bi wêjeya cîhanê re bide berhev.Ya rastî dema ez vê yekê dikim dibînim ku ev roman dê di nav refên romanên min ên herî xweş de bibe romaneke sereke.(wisa jî dibe dema ez romanê diqedinîm romanên William Faulkner,Tolstoy,Xalid Huseynî didim aliyek ya Helîm di navbera “Mîrname” û “ Gotinên Gunehkar” de bi cih dikim.) Kurtenaverok; Dilbijokî Ji ber ku ez mêrekî dilbijok im,dibêjim; Çiya çîçikên erdê ne. Gava Xwedê milet û welat li hev par kirin,Kurd ji bîr kirin Dawiya şeveke zivistanê,Xwedê Kurd di xew de dîtin. Ji xewê veciniqî û rabû,çiya çêkirin. Çiya ew perçeyên erdê ne yên ku dixwazin bibin ezman. Her ku serê xwe radikin,Xwedê di nava serê wan de lê dixe û nahêle bilindtir bibin. Ji ber vê,çi qas bilind dibin nagihin ezman û çi qasn nizm dibin nema dibin erd Bibore Agirî,tu çi qas bilind bibî ,bejna egidê min ji bejna te bilindtir e. (rup.98,Gava ku masî tî dibin,Helîm Yusiv) Naverok; Roman divê him ji aliyê teknikî him jî ji aliyê naverokê ve xurt bibe.Ez ê di beşa form û teknikên romanê de behsa wan bikim,lê neha dixwazim zêdetir ji aliyê naverokê ve binirxînim.Di romanê de behsa “Masiyên ji azadiyê re tî” dikin.Li vir ez bawerim ji Helîm dest pê dike ev “Masî”bûn.Dûre li ser hemû lehengan belav dibe.Çîrok li ser jiyaneke têkçuyî mîna welatên kurdan perçebuyî,jihevketî ava dibe.Serlehengê me ji serî heta binî welatê kurdan e.Tenêtî ew derdest kiriye,hezkirin ew derdest kiriye û şer ew derdest kiriye.Gava mirov bi tevahiya romanê çûn û hatina Masî binêre pê dihese ku Masî ji aliyekî ve Kurdistan e,ji aliyek ve miroveke ji rêzê ye(dikare hez bike,bigrî,rabe û rûnê yanî ne efsûnî ye),ji aliyekî ve şervaneke tîbûnê ye.Tiştên ku ev tespît bidestê me xistine serboriyên masî bi xwe ne.Bavê wî qaçaxtî dike dimre,hezkiriya wî li dijî pergala zalim û zordariya dewleta binxetê Helîm,mijareke wisa daye destê xwe ku heta bêjî alav zêde ne.Lê wî em nexistine nav xirecira van alavan.Gelek mijaran ji serî ve daye û ev jî têsîreke herîkbariyê bi romanê ve kiriye.Zêde behsa şer û kuştinê nekiriye.Tenê wê trajediyê daye û hiştiye.Bi ya min ev tiştekî balkêş e.Roman ne romaneke bixwîn e û mirov di nav şer û xwînê de nanoqîne. Objektifiya romannûsê bi rastî ji “Mikurhatinên deriyê hesinî” heta rupelê dawî xwe dide der.Lê mijar hêmanên wisa di hundirê xwe de dihewîne ku romannûsê xwe li ser benikên sîrkên da mîna canbazan dide lêystandin.Mijar mijareke pişta kêrê ye;”gel”ekî bindest(Masî) û pergalake li dijî wî serdest û zilmkar(Genaralê Pîr)…Dema mirov di vê çarçovê de dinêre dijminî,şer,kujtin,lehengî,xapandin,îxanet û hezkirin,têkçûyîna mirovekî ji xwe bi nasnava xwe têkçuyî bi kurtemijarên di nav mijara esasî ya romanê de xwe didin der. Masî di romanê de leşkerê jiyan û azadiyê ye.Lê di nav azadiyê ku masî jê re tî ne de her çiqas gelek lehengî,hevaltî,biratî hebe jî nokerî,nankorî û pûçbûnî jî hene.Ger hewce be mirov çend mînakan bide;Masiyên ku me dizanî dizî nedikirin,lê demeke wiha dihat ku hemû hevalên Masiyê serleheng birçî bûn,ji tîna nedikarîn bi rê ve herin,û seqem ev dabûn ber ricifîna.Yan mirin bû para wan yan jî jiyan bo azadiyê.Di nav vê xirecira psikolojîk de Masî carina beraz dixwarin her ku hevalên wan bêjin gune ye jî.Carina jî pez û çonegeyên gundiyan dixwarin. Hew çiqas gundiyên baş hebûn bi qasî wan gundiyên xerab jî hebûn.Hinek ji wan bûbûn qoricî,hinek ji wan jî neçar mabûn bibin qoricî.Qoriciyên baş ji hebûn yên xerab jî wekî masiyên baş û yên xerab.Hinek ji wan bi xwe li pey xwîna masiyan digeriyan hinek ji wan jî ew dibirin malê,ji askeran vedişartin,ji serma diparastin,ji birçîbûnê diparastin.Û neha jî em werin ser masiyên çê û xerab.Gelek masiyên çê hebûn ne hewceyê mirov qala wan bike.Lê bi rastî tiştê ku trajediya gelê ku nîşaneya wî masî ye di yên xerab de veşartiye.Di rupelên 168-169 ê de behsa Binefşê dikin.Binefş piştî şereke dijwar dikeve lêpirseneke wiha ku Masî kî şaş û behetî dimîne.Lêpirsîna sîxûriyê…Ev xal ya rastî di rasteqînîya romanê de ji bo min ciheke taybet digre.Werhasil Binefş bi aliyê rêveberê komê ve wekî, sîxûr tê dîtîn.Dûre hevalên wê ew bi zorê kirine sîxûr. “ji bo ku sîxûriyê qebul bike,îşkence pê kirine,naylon li ser laşê wê helandine.(rup.168)”Dûre Binefş tê îdamkirin.Lê di rastiya xwe de ev mijar di rupelê pey wê de tê eşkerekirin.Rêveber sîxûrê herî mezin e.Ji xwe piştî kurtedemekê diçe xwe davêje askeran. Dema mirov tê dawiya romanê pê dihese ku zilamê di destpêkê de têkçuyî di dawiyê de jî têkçûye.Welatê ku lê ye ne diyar e.Hê jî tî ye.Dibe ku di nav welatên çaraliyê wî bi avê xemilandî be jî tî ye.Wisa ye dide xuyakirin jî dê Masî her û her tî bîn. Form û Teknîkên Romanê Di romanê de şêwaya “vegotina pirrdengî(multiple narration)” tevlî kêmasî û başiyên xwe bi hosteyî hatiye honandin.Romannûs xetek daye destê xwe heta dawiya romanê dev jê bernedaye.Mirov bi rastî jî bi vê yekê dikare bêje ku Helîm romannûseke nûjen e.Me ev şêwaz di “Mîrname” ya Jan Dostî de dîtibû.Dîsa Orhan Pamuk di romana xwe ya “Navê min Sor e” de ew bi kar anîbû. Ger mirov hinek behsa vê şêwazê bike divê here heta William Faulkner.Ji ber ku cara yekemîn wî ev şewaz di romanên xwe de(As I Lay Dying ,1930)** bi kar aniye û bi vê şêwazê re pêşengiya nivîskarên modernist kiriye.Mirov têsîra wî bi rastî di her sê romanên em li jor qala wan dikin de dibîne.Her sê roman jî di aliyê teknikê de pirr sekeftî û têsirkar in lewre.Her çi qas em van romanan di hin aliyan da bişîbînin hev jî taybetmendiyên wan yên xususî jî wan ji hev dike.Di Mîrname de kesên li derdora Ehmedê Xanî di her beşê de behsa Xanî û têkiliyên xwe yên pê re dikin.Di derinan de mijar dişîbin hev,di derinan de jî ji hev cuda ne bi hev ve ji bilî Xanî ne girêday ne.Beşên romanê gîş bi navê mirovan hatiye dabeşkirin.Mirovê rûgirtî,Şengê,Teymûrê Fasiq…. Hwd yên din…Lê di roman Helîm Yusiv de mesele jê cihêtir e.Di wir de ne mirovên li derdorê Masî lê objeyên(bireser) li derdora wî serboriyên xwe li gorî rêzekî vedibêjin.Çîrok ji devê “Deriyê hesinî”dest pê dike,ji devê “Marê” ku di hinduruya malê Masî de ye diqede.Hemû obje dibin dengbêj û çîroka Masî distrên.Him ji aliyê kiryarên vegotinê ve him jî bi aforîzmayên li ser sernivîsên beşan ve ji Mîrnameyê cudatir e.Dîsa di Mîrnameyê de hemû kesên ku qala Xanî dikin di nav çîrokên xwe yên pê re de xwe bi xwendekaran di tevahiya tekstê de didin hêstkirin.Lê di Gava Ku Masî.. de mirov di vegotina wan objeyan de piştî du sê paragrafan ew jibîr dikin.Pê nahesin ka Mar diaxife an “nivişti di bin çeng de” .Lê çîrok ji devekî dikeve devekî din her û her li gorî rêzikê berdewam dike. Hewceye ku mirov hinek behsa çekê alegoriyê û têsîra wî ya li ser wêjeyê jî bike. Alegorî ew huner e ku mirov tiştên razber;nêrîn,hêst,raman,bûyerên trajik,trawma hwd. tiştên wisa bi alavên û amûrên berbiçav(şênber) bi nav dike.Mesela di dîroka kurdan de “Çarçira” ne tenê navê qadekê ye,di nav xwe hemû trajedî û şikestina kurdan,her wekî din têkoşîna wan sembolîze dike.Kurd hestên xwe yên li hemberî têkçûna Komara Kurdistan- bi rastî jî hunermend,nivîskar,helbestvan û yên din tev- bi peyva “Çarçira”yê şênber dikin.Di qadekê de bi dehan hestên razber veşartiye û hatiye dardekirin.Em dikarin van mînakên alegoriyê zêde jî bikin.Em neçin dûr ,li romana dawî ya Zulfu Lîvanelî binêrin.Di “Girava Dawî” de lehengê bi navê General nûneriya pergaleke “Darbecî(ew kesê ku bi zora çekê,leşkeriyê desthilatdariyê bi dest dixe)” dike.Tê giravê di salên xwe yên teqawitiyê de û hemû giravê ku di nav aşitî û aramiyê de dijîn qurbana kompleksên xwe yê deshilatdariyê dike.Dîsa di romana Geogre Orwell’î de “Serokê Beraz-Square” cilê Stalin avêtiye ser xwe.Ew Stalin bi xwe ye.Lê dema em werin ser “Generalê Pîr” me di jor de jî got sembola pergaleke zordar,serdest û zilmkar e.Bi navê wî generalê di mejiyê me zilm,xwîn,şer,tirs,berxwedan,têkoşîn wekî têgehên razber dertên holê.Bi rastî ji vê hêlê ve roman hestên min di xwe de vala kir.
Zarşêrîniya Romanê Zimanê romanê ji du berhemên Helîm Yusiv ya berê “Sobarto” û “Jinên Qatên Bilind” cudatir bû.Hinek din li gorî asta gel hatibû nivîsandin.Mîna yên berê zêde peyvên giran û psikolojîk bi kar neanîbû.Dîsa peyv,deng û aforîzmayên berê bi herîkbarî di nav hev de kelijandibûn.Bi rastî ev tişt pêşhukmên min ê li ser vê romanê şikand û ez pê ve girêdam. Zimanê romanê bêtir melodîk bû.Sobarto li gorî van pîvanan gelek hişk bû lewre. Aforîzmayê tê de qaşo sernivîsên beşan bû lê hemû hestên di wê beşê eşkere dikir.Bi awayekî helbestî bû û bayê xwe yê melodikî di her rêzê de dida eşkerekirin.Mîna mifteyê nepeniyeke veşartî em bi meraq û kelecan dikir.Lewma jî wekî gurên birçî me xwe li peyvan dixist,me di nav rupelan de avjeniyê dikir. Carina nivîskarî xweşkirin e,nivîskar jî xweşmêrên zimanê ne.Lê carina jî hinek “qiçixtî” ye.Ez di dawiya nivîsê de dixwazim heqê xwe yê “qicixtiyê” bikarbînim.Biqasî ku zimanê helbestî yê romanê xweş bû ew peyvê “bêtêl” jî hew qasî guhê min dida ber lapûşkên cenawiran. Helîm “ Bêtêl” di cihê “Têlsîz”ê de bi kotekî li her derê bi kar aniye.Di serî de min digot ka ev bêtêl çi ye,lê dûre pê hesiyam ku bêtêl ew alav e ku leşker pê peywediyên xwe datînin.Xwestiye ku “bêtêl”ê di kurdî de legalîze bike.Lê bi ya min bikaranîna peyva “têlsîz” jî jê çêtir bû.Dîsa jî helwesta wî şayanê pesindanê ye.
|