copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Meha Sêzdeha

Alî Fîkrî IŞIK
21/1/2009

Patalojîya Çirokekê..

‘’Di saet bîst û çar de,di nav bêdengiya nîvê şevê de, ji nişka ve Cemîlo ji xew veciniqî û biryareke bê veger da.

-Divê ez bibim kujer(qatil).’’

Tiştekî eşkere ye ku em wan gotinên li jor,ji devê Cemîlo nabihîzin. Vebejêrek rewşa Cemilo ji me re çîrok dike! Cemîlo ji xew vediciniqe û biryareke bê veger dide. Biryar bi bêja ‘’divê’’ despê dike. Divê (!) ez bibim kujer! Berîya ku ji alî ziman ve em, wê hevokê bi nirxînin, em guhê xwe hebikekî din nezikî vebejêr bikin, bê ka ew, bi çi çavî  li vê biryara bêveger dinêre. …’’Nema zanîbû (Cemilo) çawa îro wisa zû di xew re çûbû. Dibe ku şiyar be jî, ji ber ku şev û rojên xwe di  nav xewnerojkan de derbas dikirin. ’’…Tiştê ku em ji vebejêr femdikin, Cemilo, nizanîbûye çima ku îro wisa zû di xew re çûye.? Ji  gotina ’’dibe ku şiyar be jî’’, em femdikin ku vebejêr jî bi rastî nizanê rewşa Cemîlo çiye? Cemîlo nizane di kijan halî de ye û vebejêr jî bi bawermendî rewşa Cemilo ji me re destnîşan nake? Her çiqas vebejêr di hevoka despêkê de ‘’wextê ji xewê şiyar bûnê’’ tayin dikê jî, dîsa dudilîya xwe di mijara xewê de didomîne.

Gelo vebejêr çima perspektifeke wiha dide ber xwe? Alavên mijarê, zor didine vebejêr, an vebejêr, li dû hinek hîleyê nivîskarîyêye?(di wir de hîle, bi wateya pozîtîv e. Ê ku di karê nivîskarîyê de bin, ê min hê çêtir fem bikin!) Bersiva wê pirsê, wateya we çirokê ye jî. Ya rastî, bersiva wê pirsê, konsepta ‘’ Divê ez bibim kujer’’ e. Di analîza wê çirokê de tiştê herî stratejik û manîdar ev pirs in. Bi alîkarîya bersîva wan pirsa, em ê pê bizanibîn ku ew çîrok bahsa çi dikê û mana herî sereke ya wê çîrokê çi ye? Ev çîrok di derheqê çi de ye.? Berra ,ew çîrok ê Cemîlo bike kujer , an, îmakirina kujêrîyê bahane ye? Bi wan pirsan em êdî, dikevin nava tuxûbên edebiyata xas û teoriya edebiyatê. Li hamberî me nivîskarekî zîrek û vebejêrekî keysperest tevgirtinê û bi dil û can, bi aqilê me dileyizin! İca, ew çirok êdî ne tenê çîrok e, bi gotineke din, ew çîrok bûye leystikeke biaqil. Xaçepirsa xwe hê di serî de avakirîye.

23/1/2009
 Patalojîya çîrokekê II

(Ma ne ev Osip Brik bû, ku digot;’’Puşkin ne jiyabûna jî wê disa Yevgeni Onyegin, bihataya nivîsandin…)

Ku mebest, herikîna çîrokê be, hingê ev çîrok ne di derheqê Cemîlo û biryara wî ya’’ divê ez bibim kujer’’ de ye. Cemîlo û biryara wî, derfet didin ku vebejêr refek teknîkê vegotinê bi hevre û di nav hevde vebêje. Ku ew tespit rast be, hingê fikir kijan e? Çîroka Cemîlo û biryara wî , an bidestxistina refek teknikê vegotinê? Gelek beloq e, ku çîroka Meha Sêzdehan bala xwe nade naveroka xwe. Meha Sêzdehan bal dikşîne ser xweşgotina xwe. Haya vebejêr ji qedera Cemîlo nîne, Nivîskar zane, lê, qedera Cemîlo ne xema wî ye jî. Nivîskar her tişt bi cî kirîye û talimatên ku dane vebejêr jî vekirî ne! Naverok ne giring e! (Ez dibêjim ne Helim Yusiv) Şikil,uslup û terz edebiyat bi xwe ye.

Ne tenê ez wuha difikirim, hevalên min jî wek min difikirin. Minak,Viktor Şiklovski, Roman Jakobson, Osip Brik, Yuri Tinyanov, Boris Eyhenbaum û Boris Tomaşevski. Ev camer şikilperestên rusî ne û di derheqê mijara me de du mînakan bi dev dikin: Yek, berhema George Orwell, Animal Farm (Çifliqa heyvanan), Ev behrem, ne alegoriya Stalînîzmê ye, Stalînîzm fersend daye ku alegoriyeka wuha vere nivîsandan. Dido;Don Kişota Cervantes e. Dibêjin Don Kişot ne di derheqê lehengê wî ê bi navê Don Kişot e. Don Kişot, fersend daye Cervantes, ku her celep teknikên vegotinê bi hev re biafirîne. Ku mijara me edebiyat be, ev teorî me derdixe ser rêyeke rast. Em wan ramanên teorîya edebiyatê jibîr nekin û guhê xwe bidin vebejêre Meha Sêzdehan. Gelo Nivîskar çi talimatên vekirî dane vebejêr? Hê di rûpela pêşi de bi şiklekî dozinî vebejêr niyeta nivîskar eşkere dike. Fermo, hevoka li jêr bixwînin.

‘’Dixwest bi wê kêlîkê bigre, ew kêlîka ku cîhan li ber çavê wî hatibû afirandin û pê re karibe vê cîhanê biguhere. Cîhaneke din çêbike’’…Bêhemdî xwe, Cemîlo xwe dît ku wênesaz jê re tê gotin…’’ Ji ber zarotiya wî ji wî hatîbû dizîn xwesteka tolhildanê dawerivîbû nava kezeba wî’’…

Ji wê hevokê em femdikin ku, fikrê nivîskar, di esasîya xwe de ev e û vebejêrê wî ,lê mukir hatîye. Ji xwe ’’divê ez bibim kujer’’ ne fikre, retorîk e. Fikir, girtina kêlîka ,guhertina kêlîka û afirandina cîhanekê din e. Sedem jî kavî ye û zarotiya hatîbû dizîn e. Ya rastî nivîskar ji wilo difikire û sê buyeran nişanî me dide. Di buyera pêşî de Cemîlo pirsekê ji diya xwe dike.

-Tu çima ewqas acizî yadê?

-Ji ber bavê te yî xerab….

Bi wan diyalogê biçûk, êdî em dizanin ku, haya nivîskar û vebejêr ji kompleksa Oidipus û S. Freud heye. Gava ku di qewimandina wê buyerê de, Cemîlo teqdimî xwendevan dikin, pir bidîqat in.Bi zimanekî baldar vebejêr di rûpela 74-ê de dibêje’’ …Cemîlo bîra tiştekî nedibir’’ Freud ji wê merhalê re car carna dibêje ‘’Fallik” car carna jî dibêje ‘’ merhale Otoerotizmê’’. Di vê merhalê de zarok, anarşik, sadîst û êrîşker e.Û disa ji bona wê merhalê Freud dibêje zarok , di bin prensibê bandora hezzê de ne. Ji xeynî diya xwe bavê xwe jî kişfkirin e û êdî dizanin ku bav peşberkiyê wan e. Ji bona evîna diyê, kur û bav, dikevin nava berberîyeke mezin. Ji tirsa xadimkirinê kur, dev ji evîna dê berdide û teslîm dibe. Freud teslimbûnê wek pejirandina despêka  her cure  otoriteyê bi nav dike. Exlaq, ujdan, zagon û her celeb desthilatdarîya civakî û her celep desthilatdarîya olî bi pejrandina tirsa xadimkirinê despê dike. Di heman demê de kur, ji nava ’ego’ ya xwe superegoyekê avadike. (superego ji dengê hinava me pê ve ne tiştekî din e.Dengê ûjdanê me ye)

Gava ku bavê Cemîlo ‘’şiqama davî li diya wî” dixe, Cemîlo biryara kuştina bavê xwe dide. Lê dike nake qeweta wî têrî kuştina bavê wî nake. Bavê xwe nakuje, lê fikra kuştinê jî jibîr nake. Em ji fikra kujerîyê femdikin ku Cemîlo ne yekî normal e.Merhela Oidipus wek her kesî li du xwe nehiştîye û enerjîya xwe bera ser wênesazîyê daye.’’…Cemîlo xwe dît ku wênesaz jê re te gotin’’…

Buyera didoya, di despêka dibistanê de diqewime. (ev çîrok di roman Helim Yusiv ya bi  navê ‘’Tirsa bê diran’ de jî heye) Mamosteyekî zalim, zimanekî biyanî û kurikekî sîxur figurên wê buyerê ne. ”Qepera mamoste bigre û wî weha di erdê bide.Toz û axa wî bajarî seranser pê paqij bike’’….’’Tabloya yekem ku çêkiribû wêneya zarokekî bû.’’

 

Bi zimanê zimannasa ku em bêjin, (semiyoloji) şanîderê, şanîdera çi bernîşan dikin? Di nava şanîderê şanîdera de, mesaja bernîşankirî kîjan e?Şanîderê axêver vebejêr, dibêje, Cemîlo gotîye ’’divê ez bibim kujer’’. Ne ku vebejêr  dibêje. Dibê min ji devê Cemîlo bihistîye! Şanîderê bernîşankirî yanî Cemilo dibêje’ ’Divê’’ ez bibim kujer? Di wê hevokê de şanîderê şanîdera hev nagirin û bê nispet in. Wusa xuya ye ku yekî ji Cemîlo re gotiye ‘’divê’’ tu bibi kujer. Gelo, ew yek, kî ye? Vebejêr an nivîskar.?

‘’…Dema ji diya xwe ket (Cemîlo) her tişt di nav rewrewkan de bû. Rengekî zelal ji dinyayê re tunebû. Hemû reng li nav hev diketin û dibûn gergerînok. Vê gergerînokê bi xwe ew kişandîbû ber bi evîndariya rengan de. Reng li hev dicivandin. Geh bi firçê, geh bi kêrê reng di ser çavê tabloyê de lêdixistin. Dixwest bi wê kêlîkê bigre, ew kêlîka ku cihan li ber çavê wî hatibû afirandin û pê re karibe vê cihanê biguhere.’’…

Ku rojekê di rawestgeha otobusê de, mirovek xwe nezikî min bike û ji min re bêje ’’Rengekî zelal ji dinyayê re tunebû’’ ez ê zanibim ku ev ziman ne zimanê rojane ye. Ev ziman zimanekî bi mebest û organizekirî ye.Wek ku rexnegirê rûsî Roman Jakobson jî dibêje’’…Edebiyat li hamberî zimanê ji rêzê, yê rojane, êrîşeke rêxistinî ye.’’…Edebiyat zimanê ji rêzê diguherîne,bi wateyeke nû li hev dicivîne û bi şiklekî sistematik ji zimanê rojane diqetîne. Ku ew tesbît rast be, hingê em ê bi rihetî karibin bêjin, edebiyat ne felsefe, ne sosyoloji, ne psikoloji, ne ol û ne heqîqet e. Edebiyat, şiklekî duzen  û dumena zimane. Fikir û binyata edebiyatê şikil û şêwe ye, lê naverok, naverok ne fikr e, naverok di vê perspektifê de alavên vegotinê ne.

‘’Dixwest bi wê kêlîkê, ew kêlîka ku cîhan ber çavê wî hatibû afirandin û pê re karibe vê cihanê biguhere.Cihaneke din çêbike’’…Bêhemdî xwe, Cemîlo xwe dît ku wênesaz jê re tê gotin…’’ Ji ber zarotiya wî ji wî hatîbû dizîn xwesteka tolhildanê dawerîbû nava kezeba wî’’…

Bi xwendineke semiyotik, wek ku şanîderê vê çirokê (Divê ez bibim kujer) Şanîdera (wênesazî û zarotiya hatibû dizin) bernişan bike jî,lê mebest û mesaj ne kuştina yekîye.Mebest herikandina çirokêye.

27/1/2009
Patalojîya Çirokekê.III..

(Wek ku wê bi rihetî bê bîra xwendewanê hêja jî,F.Saussure dibêje;’’dinava  ziman de mesela watê,mesela cudayîye yê.Minak,Bela ku Qaz ne naz e,Qaz e.’’…)Minak;Bela ku Kurd ne Tirk e,Kurd e.

‘’Tabloya yekem ku çêkirîbû wêneya zarokekî bû’’…’’Gewdeyê wî ji cilên wî mezintir dibe.Cilên wî diçirin û ew serê xwe di nav  rengên tarî de derdixîne û dixaze nexşê cihanê bi temamî bişewîtîne.’’….

Niviskar di wir de jî ,ji çiroka xwe diqete û mebesta fikrê xwe careke dinê dubare dike.Dengê ku ji wan  hevokên jor tên, ne dengê Cemilo û ne dengê vebejêr e.Deng ,dengê nivîskar bi xweye .Ku dengê Cemilo bûya, wê Cemilo rastê rast bahsa hestê xwe û çalakîya wênesazîya xwe bikira. Ku deng ,dengê vebejêr bûya ,wê vebejêr negota ,ji dêvla gotinê, wê destnişanî xwendewana bikira.Kifşe ku di wir de, çirok hatîye birîn û nivîskar rastê rast bi xwendewan re diaxive.Gelo;Çima nivîskar mecbur! maye ku,bi şiklekî darê zorê xwe xistîye nava vegotinê.?Helwest û xwesteka nivîskar ji ber kijan sedemaye? Em ê karibin wê xwestekê bi niyeta nivîskar şirove bikin.?Ku ew çalakî niyeta nivîskar be,hingê niyeta çirokê çiye.?Gelo herikandina çirokê ew tişt divîya ,an ew tişt teserufeke nivîskare.?Ji ali prensibê vegotinê ve,nivîskar, xwediyê(xwedayê) vegotinêye û mafê wî heye ku di nava vegotinê de cirit jî bavêje.Amenna.Lê ya rastî gawa ku ez vechê niviskar di n ava vegotinê de dibinim,bi çawekî qels li wê nivîsê dinerim.

Berî buyera sisêyan, ne çirok, lê nivîskar ji alî fikrê xwe de,dixazê xwendewan hazirî hinek tiştan bike.di buyera sisêyan de ‘’…Xwişk a wî yazde salî bû gava niqutek xwîn li kêleka devê wê yê piçûk xuya kir…’’ dimire.Lê berî wan dimenê xwişka wî nişanî me bide,disa nivîskar ji devla Cemilo di axive û dibêje’’ Nema zanîbû sûc yê kêye’’…De ka em bijmêrin.Pêşî bi bavê qewad rebawerîya malbatî püç bû,dû rê bi buyera dibistanê re bawerîya civakî bettal bû û bi mirina Xwişkê re jî bawerîya olî ket ber sikrata.Êdî ki kare xwe bide ber Cemilo, ku ne be kujer.Lê berî ku em li ser kujerîya Cemilo hûr bibin, de verin em ,’’dest sivikîya’’ nivîskar ji nezikte temaşê bikin.Helim Yusiv di nava wê çirokê de bi hunermendiyeke destsivikî fikre xwe diguhurîne.Pêşî fikir, bidestxistina kêlika bû,guhertina wan û afirandina cihanekê nû bû.Lê Helim Yusiv bi şiklekî hosteyî xwe xiste nava çirokê û fikre çirokê guhert.Êdî fikir,Nema zanîbû sûç, sûçê kêye.Ku fikir wuha hatê durustkirin,hingê kujerî qedere.’’…Ezê tiştekî xera bikim,ez ê îro hinekan bikujim.Ez ê îro tiştekî bişkinim.’’…

Bi biryara fikir guhertinê tiştekî din jî di guhure.Vebejêr.Êdî vebejêr Cemilo bi xwe ye.Kip ê vegotinê ji cenabê wî, derbasî ez dibê.

Sultanê tenêtiye…

…’’Ey tenêtiya xweşik,hevala min…

…Ey hevala kor…

Di vê bêşê de Cemilo ferî  du tiştan  dibe.Yek,’’bê rû’’ ye.Dido,’’heye’’  ‘’lê rastî tiştekî’’ dinê ye.Li benda jinekê ye.Jineke ku di navbera rawestgehê û wî de şaşmayî be.’’…Zanîbe ku ne tenê rawestgeheke bêhnvedanê mê.’’..Niviskar êdî bibangeke biling niyeta xwe û wê çirokê eşkere dike.Divê bibe kujer û kurban jî jineke.û bi eslê xwe çirok li wir diqede.Lê nivîskar wek me nafikire û dest bi çirokekê nû dike.

 

Wêneyê jinê…

…’’Welatê ku mirov nikaribe lê eşkere maçî yara xwe bike ne heja ye soleke qetîyayî,vêca ez  Cemiloyê reben, ezê çawa bi vê firçeya xwe ya rebenok welatekî biguhurînim?’’…

Ew hevoken li jor jî, nikarin qedera makûs ya wê çirokê rizgar bikin.Nivîskar ji çiroka xwe û ji vegotina xwe ya pêşi pengizîye.Çirok ji nav destûlepê wî derketîye.Bêşa Wêneyê jinê bêşeke reel e û ku ji min were pirsin,ez ê bêjim ev bêş,bêşeke pekenokî ye.(Sahna ku birayê Zoro, wan di wî Halide dibine gelek bi serketîye)

Final;’’…divê ez hinekan bikujim.Divê ez bibim kujer.Vê carê nebû,meheke din,tenê meheke din,ezê hinekan bikujim..’’….

Di  nava çirokeke sezdah rûpeli de nivîskar, di cara fikrê xwe dihuhurê û du çiroka ji me re vebêj dike.Keysa vebejêr duguhurîne nabe,Kipa vegotinê diguhurî ne disa pere nake.Werhasil nivîskar dike nake ew vegotin nabe çirok.Li ba dilê min nivîskar bi mejî û rih romannûse lê xwe li çirokê hûr kirîye.

1/2/2009
Patalojîya çirokekê û gotinên dawî..

 ‘’Gotinek pêşiyan ya Latîn emerikiyan heye dibêjin: ”Yê kevir qul dike ne hêza avê ye, her herikandina wê ye. Ava sekinî tenê kare suretê stêrkan nişan bide…’’

Birêz Sirac Kirici di gotara(05/06/2008 Kurdinfo) de wan gotinên zêrînî ji bona kevneşopîya siyasetê, bi ziman kirîbû.’’

‘’Yê kevir qul dike ne hêza avê ye, her herikandina wê ye’’…

Edebiyat jî wek siyasetê herikandineke zindî ye. Wek siyasetê,edebiyat jî, xwedî dirok û kelepur û mîrat û kevneşopîyê ye. Ku ew minak rast be, kî kare,dilopek ava herikî ji yên din cuda bike. Dilopa pêşi hêza xwe ji yên paşî distîne. Du dilop hev dahf didin û dibin ava herikbar. Ku em wan dilopên ava herikbar, bişibînin metnê edebiyatê, wê mijara me, hê bi wate û zindî bibe. Kevneşopîya romana zimanê Kurdî, diroka metnê romana Kurdî ye. Di diroka zimanê Kurdî de wek dilopên ava hevgirtî û herikbar,Metnên romana Kurdî jî hevgirtine û bi hev re diherikin. Ev Çêbuniyeke xwezayî ye. Her netew, çand,her tiştî ji xweza hîn dibin û bi tiştên ku ji xweza hinbûyî ne, bi wan tiştan xwezayiyê diguherînin. Wek her netewî û çanda wî netewî,çand a Kurdî jî, mimentik(taxlit) e. Jiber xwezayîye hatîye afirandin.

Her metnê edebî ,di nava metnekî din de, dijî. Û her metnê edebî xwedî binyatekê ye. Bi rih, şax û kok e. Ku ev şirove rast be,hingê metnê safî nî nin. Di nava ava herikbar de wek wan dilopên avê, girêdayî hevin. Ji xwe ku ziman ‘’pratîkeke civakî be’’ hingê ew tespit tê tescilkirin.

Roland Barthes di berhema xwe ya bi navê İntroduction to the structural Analysis of Narrative de dibêje;’’…Hemû metnên edebiyatê ji metnên din yên edebî hatine honandin. Lê ev nayê wateya kalsîk ku tenê şopa tesîra metnên din li wan e. Bi wateyek din ya jê radîkaltir; her bêje, cumle û beşa berhem ji wan afiriye,  tê wateya jinûva nexşandina  gotarên beriya wan hatine nivisandin. Xasiya edebî yan jî metna pêşî ya edebî nîne. Hemû edebiyat navmetnî ye.Bi vê girêdayî, sînorên parçeyek gotarek xas ku eşkere hatine binavkirin, tune ne.…’’

Wayê sê gotarin ku ez li ser wê çirokê dinivîsînim. Bi ya min be, min têra xwe tişt gotine!. Li ba dilê min herdû nivîskar jî, Romannûsên mezin ê romana zimanê Kurdî ne. Ku ji bona kevnêşopîya romana Kurdî,j i min tesnifek vere xwestin, ez wan herdû romannûsa naxim nava yek kategorîyekê. Ji alî vegotina edebî ve yek ji wan İronik û Trajik e(Helim Yusiv) ê din ê Romantik e.(Firat Cewerî) .Bi terh û bi tevnê vegotina romana xwe Firat Cewerî, di nava derfetê modernizmê de gotinên xwe dibêje. Helim Yusiv xwe sipartîye alavên Postmodernizmê û her diçe keysa xwe, lê xweştir dike. Fikir, bêje ,hevok, leheng, bûyer û tekilîye nava vegotinê û tevlî dengê nivîskar ,şopên postmodernizmê difûrînin.

 

Ez ê yekî bikujîm.(Firat Cewerî)

Divê ez bibim kujer(Helim Yusiv)..

Yek Roman e.(151 rûpel)

Yek çirok e(11. Rûpel.)