copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Hesenê Derwêş li ser sobarto

ÇEND NİRXANDİN Lİ SER SOBARTO

10/6/2008 - Netkurd

Sobarto; “welatê serserîyan , welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketîyê”, “welatê ku ji ereba dîrokê ket, coxrafya dev li guhê wê kir”, Sobarto di pêşgotina pirtukê de wilo tê terîfkirin. Sobarto romana Helîm Yûsif a yekemîn e. Di nav weşanên Avesta di sala 1999’de hatiye çapkirin.

Roman; ku em derîyê dawîyê hesêb nekin, ji şeş derîya hatîye avakirin. Roman, bi kurtayî li ser serbuyerên Silêman, evîna wî yî Memî , hin serbûyerên evîna wî Belqisê ku dawîyê qehpik der dikeve, têkilîyên wî yî bi Mistoyê Qop, hin serbûyer û çîrokên Misto û li ser evînên din yên Silo hatîye nivîsandin.

Roman, romana şewatê ye. Şewata sînemayê, Mezlum Doganî, Zekiye Alkanî, girtîgeh û a dila ye. Têhna agir daye kapaxa pirtukê, xurîyê êgir ji lêvên li ser kapaxê, ji lêvên nivîskar û ji dilê Biroyê ku nema debar kir û berê xwe da çîyê, çu nav şoreşgeran bilind dibe. Belê , têhna agir dide canê nivîskar jî û nema tehemûl dike, dikeve nava nivîsê û di bêje: “Û tu… ey Helîm Yûsif, çi işê te pê ketiye? Tu çima dinivîsînî? Gava xelk dişewitin, cih dişewitin. Silêmanê Dawê dişewite û hezar girtî di dilê te de dişewitin û tu kes nabî ne, tu kes nabîhîze……. Ma gelo nivîs ji bo çîye? ….. ma ne çêtir e ku tu pênûsa xwe jî bavêjî nav agir û bişewitînî? Ji vê toza ku tu di nav rûpelên vê romana ku bi xwîneke şewitî hatîye nivîsandin de radikî, çarna bêdengî çêtir e. Ma ne wisaye?”, xwendewan jî di nav wiqes şewat, têhna agir dibin cilê xwede hisdik e, lê disa min li kêleka rûpelê ku ev gotin tê derbasbûne wiha nivîsandiye: “ Û tu… ey Helîm Yûsif, işê te di nav vî metnî çîye?

Heya derîyê pencemîn roman xweş di meşe; bi zimanê xwe, bi honandina xwe, bi tevna xwe û bi şayeserê xwe. Pîra Felekê ku wek pîreke sêhir, dinav bûyeran de bi nirxandinên hinên din derdikeve pêş me û heya dawîîyê romanê jî em nizanin bê çi kese, sêlekê rohnîyê , jinika spî ku tê xewnê Silo,ku di nav gelek bûyera leqayî me dibe “lingan hildide…û jinav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike” û teyrê Silo ê ku nûça jê re dibe û tîne, hin pirsnîşanan têxin serê xwendevan jî xweş hatîye honandin. Xwendevan çêşik xweş distîne û digihê derîyê pencemîn. Di derîyê pencemîn de, hungulîskek derdikeve pêş me, hungulskek bi sêhr ku Silo ji tengasîya xelas dike

reelbûna ku bi kedek mezin hatîye holê serobino dike. Nivîsar karibû bi hezar şiklî, Silêman ji wan tengasîyan xelas bikira, nizanim çima hewceyî wê hungulîskê bû. Wek ku nivîsar dibêje: “ li vir xelk li serê ta digerin ji bo werîsa çêkin” û nivîsar bi vê hungulîskê û bûyerên ku li pey tên, bi xwe vî tayî dixe destê xelkê.

Girêdana bûyer û aferineka , wek ku bi hawakî acizbûnê hatîye girêdan, wek ku ecela nivîskar hebe û bixwaze hema biqedêne bi davî bûye. Ez bawerim ku metnekî ewqas bi şewat, ewqas bi destnîşan, ewqas ji me, wi qesî xort, ewqas sêlek, ewqas qîz, ewqas mêr, ewqas bi dil û evîn davîkek ji derîyê pencemîn û derîyê şeşemîn çêtir heq dikir.

Qala; Şêro, Piskewîto,Hovo,Reşo,Nêrgiz,Dîno,Selma,Biro, Sabiro hwd. çiqasî xweş hatîye kirin, bi taybetî dema zaroktîyê; ( “ Rojekê emê mezin bibin û em ê dewlet û solan bi hev re bifirînin. Rojekê wê Sobarto bibe bihûşta erdê û li ezmanê wê fırîşteyê ku mele tim behsa wan dike wê bifirin.” “….çima ez jî nabim pêxemberek?”, “ dema dipeyivî ez tev de dibûm guh.”, “ bi meşeke nêzîkî meşa pêxemberan ez dimeşîyam.”, “bi kenê xatirxwestinê hezar birîn di sînga min de derman bûn….” , “Iraq û me fêm kir, Îran û me fêm kir, lê Cezayir…Cezayir kuro!” hwd.) çi qasî ji jîyane, çi qasî em di nav dene, çi qasî “însanî” ye, çi qasî nase, çiqasî rastbîn e. Ji dema cin û pîrevokan gelekî bi çêştir e bi min.