copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Hesenê Dewrêş

PEVXİSTİNİK BÊHEMPA: TİRSA BÊ DİRAN

22/5/2008

Kulî dikarin mirov dîn bikin?

Lê dîrok?

Yan tu carî koleksîyonek we ji terîya ker û kuçikan çêbû ye?

Fîlmê ku derhêner ê wê Ron Howard û bi navê A Beautiful Mind (Leyistikên aqil) ku di sala 2002 de berendamê 6 oscara bû û 4 jê girtin ez bawerim ku wê bê bîra me piran. Ev fîlm li ser jîyana werzerekî dahî yê John Forbes Nash Jr. hatibû kişandin. Nash li pey reqema diket cîhanik xapînok û dawîya dawî bi nexweşîya xwe di hesîya, navê nexweşîya wî di tıbbê de şîzofrenîya kronîk bû.

Bêjeya şîzofrenî, bi Yûnanî ji gotina “şizo” ku tê menaya paybûyî û a 'frenos'(gîyan) ku tê menaya mêjî bi hev hatîye girêdan, hatîye holê. Gellek karmendê edebîyatê ev nexweşî xistine nav karê xweyî edebîyatê û berhemên pirr hêja afirandine. Tirsa bê diran ku nivîsarê wê Helîm Yûsif e jî yek ji wan e. Tirsa bê diran di nav weşanên Avesta di sala 2006 de hatiye çapkirin.

Roman bi gotina “TIRS, carekedin tirs” dest pê dike. Roman bi taybetî li ser jîyana Mûsa û serbûyerên wî hatîye nivîsandin. Ji ber ku bi jîyana Mûsa girêdayî ne qala jîyana li Amudê û Qamişlo û hin bûyerên ku li van bajara çê dibin ( wek serhildana ku bi sedema maça ku li Qamişlo hatibû lîstîn çêbibû) , dike. Roman dîroka tirsê digre. Di nav nivîsa li piş pirtûkê wiha hatiye nivîsandin: “eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayîk buye. Wê ji were bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de.”

Mûsa wek tirsê li vê çargoşê li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Ew û hevalê xwe Qado û Simko terîyê kuçik û keran jê dikin û wan terîyan bi dîvarekî li mala Qado didaleqînin, gava ku bavê Qado biser vê pêşengeha terîya vedibe, mezinê wan, wan diçirçirênin ber bi dibistanan de. Zimanê mamoste seyr tê ji wan re, ji ber nezanbûnîya bi zimanê dibistanê gellek lêxistin dixun. Qado tê cezakirin ji bo ku ji bilî pisîk, kûçik û kerên terîjêkirî resim nedikir. Tirsa mamoste jî dikeve ser tirsa bav. Li herderê wêne û peykerê serokê mezin hene, hînî tirsa serokê mezin jî dibin, li ber xwe didin, “tirsê pirr di tirsînin” lê bi temenê wan re tirs jî mezin dibe hêdî hêdî, ta ku giyana wan radipêçîne.

Helîm Yûsif di nivîsên xwe de hertim cî dide dînan û cîhana wan bi rengkî dilbijandî li ber me vedike. Di vê romanê de jî bi navê Tûtino lehengkî ku xelk wî dîn dibîne bikar anîye.Tûtino li “sûka diza” şûrê wî yê textikî di desta wek rewşenbîrekî,wek teorîkarekî, wek şoreşgerekî kevnar leqayî me dibe. Kesekî Tûtino bê cixare nedîtîye û xwe wiha bime dide naskirin: “dinya ji tûtin û dûmanê hatîye çêkirin. Hertiş weke cixarêye, bi agirekî biçucik destpêdike û hêdî hêdî diqede. Mirov jî weha ye ,bi qêrîneke kin tê jîyanê û hêdî hêdî ber bi mirinê de diçe û di qede...cixara herî xemgîn ezim”. Hin dirûşme û nirxandinên di devê Tûtino de evin:

“Hêz, hêz her tişt e...”

“Ez li dijî cîhanê me..”

“Rastî bi xwe weke qehpikek e erzan e dibe ku bi herkesî re be....”

“Binêre Mûsa birê min, em wek dûpişkan in, dora me jî ev xêza agir çêkirine, dibe sucê Sykes-Picot be, dibe sucê me be, lê dawîya dawî em bi xwe vedidin,xwe dikujin,xwe dişewitînin!....”

Hêja ye ku ez peyvên Tûtino gişa li vir binivîsim; reng , nexweşî, şoreşî, hêvî ya hwd. Gelê Kürd giş li xwe dane hev. Lê dîsa jî nivîsar jîyan û serbûyerê Tûtino kin birîye. Xwezî hebkî din kur bajota û bi domanda ev jîyana ha, wê rengekî hîn xweşiktir xwe li romanê vedana.

Li “sûka diza” Kalo yê ku çîrokên dîrokî dibêje heye. Mirovan li dora xwe dide hev û ji wan re çîroka Şêx Ubêdulahê Nehrî û a Hemzeyê Mengûrî dibêje. Kalo û Tûtino hevdu temam dikin. Jîyana Kalo jî hindik cî girtîye di romanêde. Lê babet tirs û jîyana Mûsa ye.

Mûsa dibe mamosteyê dîrokê, dîrokeka ku dixwaze bişewitêne. Zilamkî çavzer hertim li du Mûsa ye, li herderê derdikeve pêş wî, carna ceger tê yê ku wî bigre û jê bipirse bê kîye, lê dike nake nikare wî bigre. Rojekê muxaberat ban Mûsa dikin, çawê wî baş di tirsênin û dixwazin ku bive raportnivîsê wan. Jê û pêv jîyana Mûsa tê gûhertin,tirsa Xweda, muxaberat û serokê mezin hîn bêhtir mezin dibe. Maçek wê li Qamişlo bê listin, berîya maçê bêhna kulîya ji herderê tê, herder bûne kulî, wê xela rabe. Di dema maçê de ku lî bajêr pêvçûn dertê, tirs tê avêtin û peykerê serok li kolana tê xwarê, pirr xwîn tê rijandin. Mûsa dixwaze ku derkeve Ewrûpayê, karê xwe bi hev dixe û derbasî Kazakistanê dibe, ji bo ku ji wir derbasî Ewrûpayê bive.

Li vir gava ku em fêm dikin kû Mûsa şîzofren e û leylan dibîne, mirov matmayî dimîne û rûpelê ku hatine xwendin dîsa li hevdixe. Bûyer û roman giş ji nûde bi mane dibin. Roman wek ku ji rupel145 an ji nûde dest pê dike. Piştî bûyerê ku Mûsa li Ewrûpa dijî roman bi tema A Beautiful Mind diqede.

Ev bihevxistina bê hempa û hêjayî çepik, bi zimankî zelal û delal hatîye nivîsandin. Şîzofrenîya Mûsa ji biçukanî de heye, gava ku xwendevan xwe di nav romanê de wenda dike, dibê qey ê ku Mûsa dînkirine kulî ne.Û belbî jî nivîsar xwestibe ku xwendevan wilo jî bizane. Ku şîzofronîya Mûsa bi hawakîdin bi kulîya hatibûna girêdan, wê ev pevxistin bibûna teht û keskî nikaribû wê ji cî bileqandana.

“Tirsa Bê Diran” ji alî direfşa jî pirr dewlemend e û direfşnî d icîde bikar anîne.

Mînak: Avêtina tirsê û ketina peykera, meşka(Globus’a) di destê Kalo ku hey davîya romanê pifdikîyê û hewa tê nasekine, li nava Londonê bi bestik girtina zilamkî bi navê Sykes(ku Sykes û Picot ev sînorê ha çêkirine), kulî hwd.Ku pirsgirêkê mezîn pirsnî li hewa dalqandîbin û berhemê nivîsaran jî ji bo wan nirxandin û bersiv bin, “Tirsa Bê Diran” gihaştîye armanca xwe û bû ye persiv û nirxandinik tirtir e.