copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Hesenê  Dewrêş     

Xwendinên Li Ser Metnên Helîm Yûsiv û "Gava Ku Masî Tî Dibin

(1)

27/10/2008

Birînên ciwakî, pirsgirêkên ku janê didin dil, hestên ku nikarin bên watekirin bi tîpan û gotinan, jiyana di nav xelkên ku bizavên wan naşibin bizavên ciwakên din (“ heta bi hestên matmayîbûnê li cem xelkê hatibûn ji bîrkirin”) û êşên ku ji hebûnê (bela ku mirov dijî) tên; mirov dikare bi kijan wêneyî/a an bi kîjan serbûyeran,bi kijan kullan ,bi kijan hestan,bi kîjan islûbê,bi kijan zimanê nivîsê bi“mane”bike û dilê xwe rihet bike?

Fortunato Pasqualino dibê: “nivîskaran, piştî ku têkilîyê dinabera “rastî” û rastîyê xwe çêdikin xwe tavêjin bin sîya daristanên çandî ê zanistî û felsefî û berê xwe didin dudilîyên bê mane û vedigerin lêxebitînê ji estetîkê wêde. Tiştê ku ew difikirin îdî ne serkeftina afirandeyê  ji hêla hunerî û islûbî ye berê xwe didin afirandeyê ku pêwîstîyê wê “dinya modern”, zanistî û teknîkê tetmîn dikin.” “Gava Ku Masî Tî Dibin” di nava estetîkek wêjeyî û dîrokî di bin sîya daristanên “rastî” û rastîyên metin, di bin çengekî lêgerînê vegotinek nû di bin çengê din estetîkek hûnerî, li ser nîga bêdebar disekine. Ezê vê nêrîna xwe di pêşde vekim.

 “Gava Ku Masî Tî Dibin” romana Helîm Yûsiv a sêyemîn e, di nav veşanên Lîsê di meha gulana 2008 de hatîye çapkirin. Bi rihetî mirov kare bibêje îdî zimanekî Helîm Yûsiv ê wêjeyê heye û ev ziman berbi runiştinê gavnî mezin tavêje. Îronîyeke serkeftî di vî zimanî cîyekî giring digre, mirov kare bibêje ev ziman; ji tenêtîyê,ji wateyê xelkê wêde, ji nêrîn û dîtinên ciwakê wêde û bi wan girêdayî, ji lêgerînek bê eman, ji dozinek binmêjî û sermêjî dorpêçkirî, ji hestên ku ni karin di cê xwede debarbikin û kêlîkê bêhnê bistînin, ji dîrokek ku mirov nizane bê ji ku dest bi terîfa wê bike tê.

Masî hem navê lehengê romanê yî serekeye hem jî navê hewalên wîyî şervan di ferhenga generalê pîr  û pêşibandina wî û hewalê wî bi xweye. Ka em ji naskirina Masî destpêbikin:

“… masîyê ku bi tena serê xwe dijî û kesekî nizanibû bê çawa û çima li wê derê bi cih bûye. carinan bi mehan çavê kesî lê nediket carinan jî bi salan winda dibû. Piştre jî li malê dihat dîtin. Xanîyê wî ,ji bilî ku bi kevirên mezin hatibû avakirin , derdora wî bi tenekeyan jî pêçayî bû. Her sal tenekeyek zêde dikir. Wî tenê jimara tenekeyan dizanibû, ew bi xwe jimara salên wî bûn…..di çavê gelek kesan Masî mirovekî beredayî û nîvdîn bû….gellek cara Bozo (navê kûçikê wî ye) jî mîna leşkerekî dida dû…li cem zilamên dewletê jî serêxwexwarî û di ser re bû…..her kesî ew nas dikir û hema hema serpêhatîyeke her kesê ji wî welatî pê re hebû…Masî bi cinan re dijî… rih û simbêlên wî yên tevlîhev carinan dibûn cihê tinazên jinan:

-ev çi mêr e? Hemû mû ye. Dilê mirov jê li hev dikeve.

Hin jinan jî bi dilbijokî digot:

- ev çi mêrekî spehî ye. Di bin wî porê dirêj î tevlîhev de du çavên dilbijok û wehşî hene. Mêrên me jî hemû bûne wekî jinan. Ma mêrên me jî mêrin, hemû bi qurbana Masî bin… ev welat welatê gotegot û mezinkirina tiştan e.”

Ez bawerim ku ev galgal û nirxandinê xelkê wê welatê Sobarto û Pîra Felekê bêne bîra pir xwendevanan. Pîra Felek jî ne hew navê lehengekê romanê bû, Pîra Felek  çawa ku sîstemek gennî temsîl dikir û kesekî tam tênedigihaşt bê çîye,tiştekî çiloye, liku rûdinê, çi dixwe-çi vedixwe û bibû efsane dinav xelkê; Masî û Generalê Pîr jî ne hew navê lehengaye. Masî navê gelkîye jî û Generalê Pîr jî navê sîstemeke gennî ku ji kuştina masîya kêfxweş dibe ye jî. Masî di lêgerîna de ye, berî berê xwe dide hêla olî, diçe ba şêxkî. Dû re bi hin partîyan dikeve têkilîyê.

      Dema ku bi pirtûkên olî dadikeve , di pirtûkekê de li hevokek ku dilê wî dişikîne rastê; “pir di xwest ku ev hevok tine bûya. Ew hevoka ku pêxember xwe pêxemberê herî dawî binav dike.” Ev hevok wî pir dişikêne û wî bê hêvîdike. Di pêşde jî ev hevokên ha tên; “rojekê serê xwe ji nav pirtûkan derxist,bi her du destan êrîşî dîwêr kir û qîrîya:

-Ez pêxemberekî têkçûyî me.” Mirov dikare bibêje ev şikenandin bi qeysa li rasthatina Berfînê yî li kolanekê tesîrê li ser Masî dike ku têkeve lêgerînê nû. Ku bê bîra xwendevana di Sobarto de jî hevokek wilo hebû: “….çima ez jî nabim pêxemberek?”  mijar û pirsgirêk giran e, bi rastî jî pêxemberek ji bo çareserkirinê dibê. Pêxemberê mezin heta ronahîyê tenêne, xwedî kitêbên mezinin, xwedî sebrên ku kevira di derizîninin, ecela wan tine, ji ser rêya xweyî rast şaşnabin û di vê rê yê nabetilin. Pirsa giring ji bo me ev e: nivîskarek dikare pêxemberekî bi afirêne? Behsî xeberê mirov dikare  Ursula Iguarán yan Aureliano Buendia(Albay) yê Marquez (Tenêtîya Sedsale) wek pêxemberi/e/k têkçûyî bibîne?

 

Xwendinên Li Ser Metnên Helîm Yûsiv û "Gava Ku Masî Tî Dibin

(2)

9/11/2008

Hin pirtûk hene sedsal di ser wan re derbasdibin lê dîsa ji qîmetê xwe tiştekî wenda nakin û nifşê her devrê hewceyî yê dibînin ku wan pirtûka bixwînin. Hin jê jî hene dibin bandora rojevê dimînin û ji bo çend meha an çend sala têne nivîsandin. Ne ku nivîskarê van pirtûka vê rê yê an wî xwendevanî hedef digrin ,lê realîteya xwendinê û a estetîkê û hewceyîya demê wan dixwe vî rengî. Nivîskarek ger ji bo kija dewrê,bo kija xwendevanî binivîse,bo kija zimanî û kîja milletî binivîse, wergera berhema xweyî zimanê din jî ger têxe hisab yan na?

Lehengê romanê Masî, piştî ku dibihîze ku berfîn derketîye çîyê, ew jî hazirîya xwe dike û derdikeve çiyê,dikeve pey dîtina Berfînê (ne pey azadîyê û xelasîya gel). Masî vêya ji xwe û xwendevan venaşêre,hew ji şervanên ku ketîye nav wan vedişêre. Çiqas hevokên mîna “gelo,qedera min ez anîme vir, an têgihiştina min?” , “pirsa eger Berfîn tunebûya, wê tevlî vîşerî bibûya, serê wî tevlîhev dikir.”  hebin jî em vê hevoka biryardayîna derketina çiyê ji bîr nakin: “ez ê vî kumî (kumê li serê qederê) deynim ser serê Bozo û bidim pey qedera xwe. Berfîn , qedera min bû û ez ê bidim pey.”Hîn di nûderketina çiyê, gava ku gund tê bombebaran hêvîyê xwe gişa wenda dike(gund an vala dibûn,yan jî dibûn cerdevan. Tenê yek hêvî winda nekiribû, ew jî li rasthatina Berfînê bû.) û di dawîya romanê de gava ku biryara derketina derveyê welat dide ku Berfînê jê di xwaze ku ne meydana şer, ne jî meydana dilê wê vala bihêle dibê:- eger sebebeke mana min hebe, ew sebeb tu bi xweyî.   Ez bawerim ku îdî di şûna Masî, bê tevlî hevî, bi vekîrî em karin bibêjin: Na! Ku ne ji Berfînê bûya tu dernediketî û tu li nav wan jî ne dimayî. Têkilîyê te yî bi partîya, xwendinên te em nizanin bê çi bandor li te kirin lê em zanin bê Berfîn çi bandor li te kir. Masî li du “rastîyê xwe” ye. Dîsa jî Masî pêdivîyên gerîllatîyê ê hevaltîyê ê welat parêzîyê gişa tîne cî. Û ji dîtina Berfîn wêde em dikarên bibêjin; Masî ji bo şahidtîkê,ji bo vegotinkê, ji bo agahdarkirina şerkî bê eman û bê ehlaq derdikeve çiyê.

 

Hêza ku Masî ketîye navê hêzek çawaye? Masî û hevalên xwe li seranserê çayê Kurdistanê û li gellek heremên wê bêsekin digerin. Meşên dijwar dikin, dibin berfê de,di nava bahoza de,dibin sîyên kobra û balafirên şer de, dibin barana guleyan de, tî-birçî, bi roj û şev di rêwîtîyê dene. Li qonaxên ku digihênê pir nasekinin,yan ku disekinin jî vebêjer nakeve kitekita û dîsa berê wan dikeve rêwîtîkek din. Berê xwe didin kû,li ser kîja rê yê bin kemîn li pêşîya wanin, hema hema her dem di nava operesyonên bê îmanên. Mirov dikeve dudilîyê bê ka kîjan hêz gerillane kîjan jê artêşek birêkûpêk e. Di vegotinê dinav bûyera ji bo hêzên gerilla, ji alîkî qala takimê fûzecîya, qala tabura, qala textora ,qala hêzên lojîstikkar hwd. tê kirin û em wan hêzek organîzekirî ne bela-vela dinasin, lê ji hêladin jî Masî û hevalê xwe gellek cara bêagahkirin , wek anarşîsta, li gora serê xwe berê xwe didin devera û ji mirinê direvin.

Serbûyerên jîyanê û serbûyerên jîyana dinav nivîsê,ez bawerim ku ne wekhevin. Dibe ku di rastîya jiyana hêza bênav ku di romanêde tê qalkirin serbûyerên wilo gellekbin, hela di dema operasyonên mezin(ku bi deh hezara leşker û cerdevan li erdûasîman bela dibin) ev rêwîtî û kemîn normalin. Lê qala ti operesyonên mezin ne hatine kirin û xwendevan jî dinav bûyerên romanê de libenda kemînçêkirina ê ku navê wan gerillane ye. Ez guman dikim ku nîyeta nivîskar li ser van bûyera pirr bikar hatîye û li benda xwendevane ku gellek tişta bêyî ku ew bêje fêm bike û wek ku bawerîya nivîskar heye ku xwendevan ji xwe bi gellek tişta dizane,hewceyî bi gotinê tine. Lê ku ta bi derzîyê hatibûna vekirin, wê ev vegotin û hestên bêdebar ku bêhna estetîkek kûr jê difûre hîn xweştir bibûna. Ma ji xwe, estetîk ne di kitekita de veşartîye?

Lehengekî ku doza pêxembertîyê bike,ger bi pêdivîyên wê û bi arastekên wê jî xwe bixemilêne. (Û diser re jî mînakên pêdivîyan bi seda ku dîsa ev leheng bi me bide nîşan…behsî xeberê,li hêza vê hevoka binêrin - bi çeka xwe re dipeyivî:-dengê kesên lal naçe hev,lê dengê te diçe hemûyan…ev hevok çiqasî li gor rewş û tevgera ku Masî dinavdeye ye, bi hevokekê çiqasî mesele xweş kurtkirîye. Ev kitekitê mînakên vê, bi sedan di nav bûyera leqayî me dibin. Lê meselenin jê ,ji bo ê giringtêr bûne qurban.)Çawa ku gerillayên pirr birçî bûne ji bo wan xwarin herî giringe û ku li wan di teqênin jî, miqilka xweyî ku têde hêk çêdibin an çevalê xweyî ard jî hildigrên û wilo ji ber gulla direvin,  Ez bawerim;Ji bo pixemberkî jî dema herî giring a ku têdeye ye,çareserîya herî baş, a pirsgirêka ku devê xwe pêkirîye ye. 

Me go; mesele giran e, bi şax û dolabe û “dîrokîye” .Mijar bi dîrokek qehpî ku Mûsayê lehengê “Tirsa Bê Diran” ku dixwest wê bi şewitêne û Masîyê lehengê “Gava Ku Masî Tî Dibin” ku di xwaze terya Bozo li qirika wê bişidîne û rihê wê di qûna wê re derxe ve girêdayî ye. Bi qeysa vê jî sosyolojîke, sîyasîye û kêfkarîye. Ji van şaxa  bi kina kina qala cerdewana tê kirin, qala “partîya xweda” ku dibin navê Xweda û liber çavê wî cinayeta dikin tê kirin (bûyerên Hizbullah wê bê bîra Kurdê bakur), qala xiyanetê û dozberdanê tê kirin, qala tênegihiştina gel tê kirin( şivanek ji dilê safî dibê: ma hûn ne terorîstin), qala çav girtina dewleta û a xweda tê kirin hwd.ev qalkirin bihawakî serkeftî û li gor bûna wanî rastîya jîyanê lê bi kina kina di nav metin derbasdibin. Ne Mûsayê mamostê dîrokê dikeve nav wê dîroka ku dixwaze bişewitêne û ne jî Masîyê ku demkê bi xwendina pirtûka dadikeve û hayê wî  ji wê dîroka qehp heye. Her du jî berî didin derveyê dîrokê û welat û lêdixin derin ewrûpa ku herkes lê pêxembere û ihtîyacîya wan bi pêxembera tine. Hûn dikarin bibêjin; yekî aqlê xwe da û çu,li nava Londonê bi qirika yekî ku navê wî Sykes bû girt, ê din jî nigên xwe da û li gor rastîya xwe “revîya” ewrûpa, ma ne bese?...  Ez bawerim bi qeysa tiştê ku hatine nivîsandin, ê ku nehatine nivîsandin jî daxilî metnin. Roman; ne romana qehremantî û pêxembertîyê ye, a jîyan û şahidtîyê ye. Teşhîrik tê kirin, teşhîrik hêja.

Piştî ku Masî herdu nigê xwe wenda dike û ji bo tedavîya xwe, ji çiyê dadikeve û berî dide Stenbolê, teşhîr rengê xwe sivik dike û tevger û hestên Masî giranîyê didin metin. Giranîyê didin metin û ber bi xelasa romanê, (berovajê Sobarto) çîrok û dîyalogên hewdibin dertên holê. Û bi her avayî mirov dibê wêje ev e.

Beşadinî ku hêjaye mirov li ser bisekine û bi axive, webêjerên romanê ne, ev mijar jî bera bimîne mijara nivîsek din.

Xwendinên Li Ser Metnên Helîm Yûsiv û "Gava Ku Masî Tî Dibin

(3)

16/11/2008

Vegotina wêjeya dema me ji zûde ye ku di lêgerînekê de ye û dest ji awa yê klasîk berda ye. Weke jîyana dema me, rê yê tevlîhev û modern bi kartîne. “wî go”, “min go”, “ew dibê”, “di got”,”di bêje”,”wê bi gota” hwd. demên nas û vebêjerên nas nema me tetmîn dikin.

“Gava Ku Masî Tî Dibin” pirr dengîye.  Him ji hêla vebêjera pirr dengîye him jî, ji alîyê dengê vebêjera pirr dengîye. Mirov dikare vebêjera bike du beşa; beşa yekem vebêjerên bi tevger û a diduwa jî ê bê tevger. Ji bo vebêjerên bi tevger mirov kare Bozo, Nivişta dibin çengê Masî, Pênûsa dibinê çentê Masî, Şûtika Masî, Sola Masî,Mar, Berfîn,(belkî) vebêjerê destpêkê (belkî Kumê li serê qederê),Pirtûk hwd. Mînak bide. Û ji bo ê bê tevger jî Derîyê hesinî,naylon,Kevirê yekem û ê duwem hwd.

Helîm Yûsif ne ji bo  “fentezîyekê” ev vebêjer hilbijartine. Her yek ji van vebêjera yan bi derdûkulin yan nema debar kirine yan mecbûr mane yan gotin hatîye ser wan û peyivîn e. Dema ku ferman derkeve ji bo xwarina kevira, helbet wê kevir jî bên zimên û a dilê xwe bibêjin. Marek ku gîyana lehengekî be, wê bûyerên bi wî lehengî ve girêdayî Mar jî eleqedar bikin.

Her vebêjerek berî ku dest bi vegotina xwe bike xwe bi me didin naskirin. Navdanka xwe ji me re dixwênin û dest bi vegotinê dikin.

Dinav vebêjera bi qeysa Bozo, Derîyê hesinî ê oda Masî jî cîkî giring digre û ger em navdanka Marê li mala Masî jî bi bal bixwînin. Hetta, ciyê ku Mar tê vebêjere, nivîsê li serê beşa jî hin ramana dixin serê mirov. ( mînak: mar û evîn cêwî ne, mar nedidît lê zanibû)

Nivîskar ,di veguheztina hin bûyerna de vebêjerin ku ne li cê ku bûyer qewimîne (yan di qewimin) bikar anîye. Gava Masî li çiyê ye, derîyê hesinî tiştin ku tên serê wî ji me re dibê je,kevirê li serê çîyê ê li ba Masî qala li bendebûna Bozoyê li kolanan dike. Ez bawerim ku mînakên wek vana bi vebêjerên gerrok bi hatana dan gotin wê baştir bibûna. Hûn dikarin bibê jin: ma piştî ku derî û kevir peyivîn tu li medyûmtî ya wan dipirsî? Ji bo peyvandina wan atmosferek heye, ji bo medyûmtîya Mar jî heye*,lê ez bawerim ku ji bo a kevir tine ye.

Ji xeynî van mesela, vebêjertîya naylonê jî ez hebkî li ser xwe fikirandim. Bi min bihîstinê naylonê ku ji me re dibê je, bi naylonê pirr sist hatine girêdan, ku naylon tinebûya jî dibû. Hew vê ramana ha ez hebkî rawestandim; dibe ku nivîskar xwestibe amûrînê ji bo jîyana gerillatîyê ê giring bi me bide naskirin( wek şûtikê).

Bi giştî vegotina “Gava Ku Masî Tî Dibin” di astek serkeftî û hêjayî pesnandinek mezinde ye. Carina dem disekine,mercekekê dixe destê xwe yan zooma kamerayê vedike û xwîna li ser pêlava Masî nêzîkî me dike û rê me dide ku çawa wek devkî vebûye û vegotinê bi wî devê wekirî dide domandin. Xwîn a ku dibe a herkesîbe(a zarokekî, a pîrekekê,a gerillakî,a cerdewanekî hwd.) dipeyive. Carina vebêjer bang dike, hêdî hêdî dengê wî wenda dibe û bi sî ya dengnî din dîsa lê vedigere.

                                                 ***

“Gava Ku Masî Tî Dibin” du romanê di navhevdenin. Romana yekem a xwendina me yî evil e. wate û serbûyerên wê xwiya ne, em zanin bê kî kîye,çi dike,li ku dike û çima dike. Romana diduwa jî a veşartîye,wek şetkî binerd di nav a yekemde diherike. Lehengê her du romana ê giring dibinê navekî, lê bi wateyê cûda leqayî me dibin. Di navdanka lehenga ji bo her du romana jî şop hene. Nêvî yê navdanka ji bo romana yekem  nêvî yê din jî, ji bo a veşartî hatine nivîsandin.

Masî ji bo romana evil navê mirovkî ye û serpêhatinê wî hûn dizanin. Ji bo a veşartî jî navê gelê Kurde ku ji bo dewleta serêxwexwarekî derhanê ye. Generalê Pîr; ji bo romana evil generalekî xedar e ku bawerîya wî heye ku ji xeynî pirsgirêka mîza wî kare hemû meselan bi hêza çekan çareser bike û ji bo a veşartî dewletên desthilatdar û sîstema wanî reben û sîstema zalim e. Berfîn; ji bo romana eşkere evîna Masîye ku ji bo wê hemû jîyana xwe diguherîne û li “pey wê” derdikeve çiyê û ji bo romana veşartî jî, hêvîyê gel ê ku bi navê Masî bi nav bûye (ku Masî her dem bawerîya wî heye ku wê bibîne) û navê azadîyê bixwe ye. Marê li mala Masî ku Pîrê tembî ya wê li Masî dike; ji bo romana evil têkildarkî dihalê xwede ye û ji însana xwe vedişêre, û ji bo romana veşartî gîyana Masî, a ku li malê li bende vegera Masî,a ku dilê wê li ser Masî dêşe,xweşika ku “Xweda ji bo xwe çê kirîye”, a ku mirîbûna wê jî ji Berfînê xweşiktire yanî Cemîla  ya di destpêka romana evilde ye ku carina diçû ba dildarê xweyî ku demkê ji bajarê wê bar kiribû û çûbû.

 

Dibe ku hin xwendewan bibêjin îja te ev ji me re ji ku derxist! Lê ê ku pênûsa Helîm Yûsif ji nêzde nasdikin wê zanibin, ku wê Helîm Yûsif vê ya  bi kêfxweşîkê û bi hostayîkek mezin, wê bike. Rastî û fantastîkîyê bihev re û bi eynî dan bawerkerîyê bihev dijenîne. Rastîya welatê me di bin sînorê rastîbûnê kevneşopî nikare bê gotin û ji ber wê di hindirê çîrokê rastîwêde, bi vegotinek xewnî tê gotin.

Zimanê metnên nivîskar weke gûlek berbiro hêdîka li me dizîvire û bi çavnî xweşik dibişire.

---------------

* çawa ku keça Rênas dibîne ku bavê wê mirîye , Mar jî dikare nebîne û zanibe