Helîm Yûsiv û derdên koçberiyê *
Heyder Omer Ji demên dûr û dirêj de, hemî miletên cîhanê, ji ber gelek sedeman, ketine ber lepên koçberiyê. Gelek ûştên aborî, polîtîkî, civakî û zanistî bûne hêmanê berdana welatên dayik, û digel hêviyên bi destxistina jiyana xweş û azad, berên xortan ber bi welatên biyanî de dane. Di van 10-15 salên dawî de, agahdariyên, ku nirxê demiqratî, azadî, wekhevî, û mafên mirov bilind dikin, ku ji Ewrupayê der tên, bala gelek xortên Kurd, di nav wan de nivîsevan û rewşenbîr jî, kişandiye, û berên wan ber bi van welatan de daye, ku derfetên bayê azadiya raman û nivîsînê li wir bi destkefin, nemaze jî ewana li welatê xwe ne tenê ji van mafan bê par hatine hêştin, belê bi ser de jî xwendin, nivisandin û kelepûra wan hatine qedexekirin, û ewana her roj û her şev bendewarên girtin û zîndankirinê, an jî pirsên hêzên ewlekariya destlatê ne. Lewre jî dinya, tev ciwaniya wê, li pêş ewan derûnên tenik; xwediyên hestên nazik reş û tarî dibe, û zemîn, tev firehiya wê, li wan teng dibe, pêre jî ew agahdariyên me li jor nîşankirine ewana ji zemîna welêt hildikin, û ber bi Ewrupayê de dikşînin. Lê piştî ku qirêkên balefiran, zikên geştiyan, an tariya çolistan û daristanan wan bi ser sînor û kolanên biyanî de velûdikin, eniyên wan yekser li tehtê rastiyê diqelibe, û xewnên ciwan ber davêijn, û pêre jî aloziyên mezin û dijwar destana havîbûn û penaberiyê, dihûnin.
Helîm Yûsiv, piştî ku bi xwe jî di vê bîra bê binî werdibe, du çîrokan "Hezkirineke teknolojîk" û "Berlîn bê çav e" dinivisîne, û di berhevoka xwe ya bi navê " Memê bê Zîn " de diweşîne. Naveroka her duwan ji hevdu ve nêzîk in. Bi rastî, çîrokek an du nikarin barê wênekirina tirajîdiya havîbûn û penaberiyê hilgirin, lewre jî Helîm, di her du çîrokan de, tenê goşeyekî ji vê tirajîdiyê vedibjêre, ew jî sînorkirina ger û livîna kesên penaber in. Zagonên van welatan, di her du çîrokan de, liv û tevgera penaberan sînor dikin, wan dixin hundirê kampên genî û odeyên biçûk, ku têra du-sê mirovan nakin, lê bi dehan tê de mîna tûrikên gemarê didin ser hev, û bi ser de jî van welatên fît û fireh li pêş wan teng dikin, û liv û tevgera wan di hundirê 30 kîlometrên çarkoşeyî de sînor dikin, û wan neçareyî hin karên, ku dikarin rûmeta mirovan bin pê bikin, dikin. Lê gava hêviyên firehkirina wê çarçewa 30 kîlometrî derûnên penaberan bixuerîne, divê îzna vê yekê ji polîsan bixwazin, eger kesek bê îzna polîsan ji wê pînika ( hêlîn ) teng bi derkefe, hîngê bi ber destên polîsan dikefe, û dibe mijara pirsan, hemî qul û qurçikên wî têne kontirolkirin, kelepçe destên wî diguvêşin, û li 30 kîlometrên wî tê vegerandin. Ev yeka çavdêriya hêzên ewlekariya welêt tîne bîra lehengê çîrokê, û pêre jî pê hay dibe, ku çi cudabûna berbiçav di navbera rewşên welêt û van welatan de tune ye, û dighîne wê baweriyê, ku eger rûmeta mirov li welatê wî talankirîbe, wê li çi welat û deverên mayî nikaribe wê rûmetê bi destxîne. Ev cur-hest di derûna wî de hêzdar dibe, nemaze jî gava dibîne tevî ku polîs dizanin ew nivîsevan e, xwediyê gelek berhema ye, lê dîsan jî rûmeta wî nagrin, belê gava wî li derveyî sînorên 30 kîlometrî digrin, kelepçeyê li destên wî badidin, dibin cihê polîsan, şilf û tazî dikin, hemî cil, kixazên ku pê re bûn, deverên gewdeyê tazî kontirol dikin, û wî vedigerînin kampa genî û odeya teng. Nivîsevan her du çîrokên xwe bi awayê kevin ( teqlîd ) ava dike, bûyer di her sê qunaxan ( destpêk, navend û dawî ) re, li pey hev, derbas dibe, û tenê li derdora kesayetiyekê digere, ew kesayetî jî, ji destpêkê de bi temamî hatiye avakirin, û li pêş xwener diyar dibe, çi guhertin, ta dawiya çîrokê, tê de û pê re, peyda nabin. Ev yeka jî dikare girêka çîrokê hinekî sist û jar bike, û nikare hewesa xwendina çîrokê di hundir derûna xweneran de germ bike, ji ber ku xwener ji destpêkê de bi dawiya çîrokê hay dibe, nemaze jî gava li destpêkê dibîne, ku polîs dibêjin: " Ev zagonên me ne, û te tev de bin pê kirine. Emê îro te vegerînin cihê ku tu jê hatî". ( Hezkirineke teknolojîk ). Xuya ye nivîsevan bi xwe jî haydarê vê yekê bû ye, lewre bala xweneran bi ser quncikekî din, ê wê kesayetiyê, de dikşîne, û dide xuyakirin, ku çawa talankirin û şermdîtina evînê li welatê wî, ew birçiyê vê têkiliya mirovane hêştiye, ta radeya, ku gava pêrgî keçikeke rûken dibe, hema texmîn dike, ku bi wî re dikene, lewre jî xwe ji bo hevgotinkê amade dike, û xewnerojên wî mezin dibin. Lê gava keçik, bê ku gotinekê pê re bike, wî dihêle, û ber bi cihê sozên dostê xwe de dibeze, hîngê pê hay dibe, ku di rewrewkên xewnerojan de, ne di çemên evînê de, melevanî dikir.( çîroka hezkirikeke teknolojîk ). Nivîsevan, di çîroka din de jî vê serdorê li bûyerê wê digerîne, û berxwe dide, ku jiyana nivîsevanê Kurd, çi li welêt û çi li vê buhişta panaberiyê, bide ber hev. Li wir her dem bendewarê zîndan, lêdan, û gefûgurên polîsan ( hêzên ewlekariyê ) bû, li vir jî tim di bin çavdêriya polîsan de ye. Li wir nirxê nivîsarên wî bin pê dibû, û kesî guh nedida wan çîrokan, bi ser de jî laqirdiyên xwe pê dikirin, ta ku nema cihê xwe di nav zindiyan de didît, lewre dostaniya goristan û miriyan pê şêrîn bûbû, li vir jî weha nirxê nivîsarên wî wenda ye, nikarin rûmeta wenda ji wî re vegerînin. Gava polîs pê hay dibin, ku ew nivîsevan e, naveroka berhemên wî, cureyê derbirîna wî, û celebê nivîsîna wî bala wan nakşînin, tenê dibêjine wî " Baş e, tu nivîskarî, naxwe tu dizanî bixwînî" ( Berlîn bê çav e ) û kixatekê didin pêş wî, tê de diyar e, ku wî zagonên vî welatî bin pê kirine, û ji çarçewa sînorkirî bi der ketiye. Tevî ku her du xalên çîroka yekem ; ( bin pêkirina zagonên welatê penaberiyê, û guhnedana keçika bedew ) li gel hevdu ne têkildar in, lê her du jî li ber deriyê mebestekê pêrgî hevdu dibin, û pev re têne bestandin, ew mebest jî ew e, ku rûmeta li welêt wenda bûye, welatên mayî wê rûmetê ji me re venagerînin, û naparêzin. Dîsan çîroka duwen li ber vî derî, li gel ya yekem, têkildar dibe. Kesayetiyên her du çîrokan ne pir in. Kesayetiya sereke, ku belkî nivîsevan bi xwe be, ew jî, wek me berê gotiye, yekeke ji destpêkê de tewaw e, ta dawiya çîrokê çi guhertin tê de, û pê re çênabin, bi yek durv û awayî di her sê qunaxên bûyer re derbas dibe. Kesayetiyên weha nikarin li ba çêjan nû cihê balkêşiyê bin, ji ber ku hêmanê nişkaviyan di wan de qels û jar e. Lê tiştê balkêş ew e, ku nivîsevan zora xwe nade ser vê kesayetiyê, wê ji der ve de wêne dike, hest û ramanên wê şirove dike, bêhntengiya wê dide xuyakirin. " Li vê buhişta mezin jî bihostek erda hişk têra lingên wî tune bû. …. Wê ji hevalê xwe re bibêje çawa ew avêtin wê oda piçûk, tarî, teng û genî, ku têra sê mirovan nedikir, sîh mirov tê de dihepişandin." ( Hezkirineke ……) Û hin carên din rê dide wê da xwe bi xwe pêşkêş bike, lewre nivîsevan pirê caran xwe bi ser axiftina ezîtî ( monolog ) de paldide, û axiftinê dide dest wê, da hest û nestên xwe bide der. " Nîvê temenê min bi kûçkanî (Piçûkanî) derbas bû, û a niha dem hatiye ez xwe li van sînorên qedexe xînim, û berê xwe bidim warê aramî û xweşiyê. Eger ez sax gîham wê derê, ez salên mayî ji temenê xwe qezenc dikim. Ji xwe ez mirim, ne tiştek li tevgera xelkê li vê dinya fireh zêde dibe, ne jî kêm dibe." ( Hezkirineke….). Her weha monolog di her du çîrokan de rola xwe ya hunerî bi zelaliyeke bê hempa dilîze, û bergeha, ku di navbera xwener û wê kesayetiyê de heye, kin dike, pêre jî xwener bi hêsanî derbas hundirê wê dibe, hestên derûna wê nasdike. " Zimanê min î îngilîzî ne xerab e, çend gotinên min hene ezê lê xerc bikim, wê têra naskirinê û soza hevdîtineke dî bikin. Ji xwe evîn mîna muzîkê zimanekî navneteweyî ye. "( Hezkirineke…….). " Li wir muxaberat, li vir muxaberat. Li wir tazîkirin, li vir tazîkirin. Xalsî li kû ye?! "( Berlîn bê çav e ). Tevî ku nivîsevan, pirê caran, xwe bi ser monologê de paldide, lê hemî awayên xeberdanê ( çîrokbêjî, serd ) dixebitîne, û her yekî jî di cihên layiq de, bê ku tuxûb di navbera wan de peyda bibin, û nivîsevan neçareyî qevaztinan bibe. Çîrokbêjî hin caran li awayê yekser siwar dibe, û nivîsevan bernavê ne diyar ( wî, wê, wan ) bi kartîne, û bûyer û kesayetiyan ji der ve de wêne dike, û salix dide. " Hevalê wî, ji bo wergerandinê, pê re derbas bû cem jineke spehî, xwînşêrîn, milên wê yên rût av bi ser devê wî xistin, ji ber çavên wê yên xweşik şerm kir hingî kûr li wan nihêrî. " ( Berlîn bê çav e ), û hin carên din bernavê ezîtî ( ez ) bi kartîne, ta tê xuyakirin ku ew bi xwe lehengê çîrokê ye. " Wan bi çavên mirovekî beredayî ku daye dû çîrok mêrokan li min dinêrîn, ku qet nikarin tiştekî ji min û ramanên min û berhemên min fêmkiribana. Yan tênedigihîştin, yan jî têdigihîştin, ku min li ser kîjan kesî û malbatê nivisandiye,diçûn ji wan re digotin,û em diketin qirika hev." (Berlîn bê çav e ). Hin carên din jî çîrokbêjî bi awayê salixdanê diyar dibe, dezî û xêzên bûyer berpêşî xweneran dike. " Wê rojê, berî ku bi dîtina çavên Berlîn yên spehî şa bibe, xemginiyeke kor sînga wî diguvaşt. Dîwarên xaniyên wê zimanê xwe jê re derdixistin. Kolanên wê jj lingên wî xeyidî bûn, ezmanê wê eniya xwe lê qermiçandibû……." (Berlîn bê çav e). Çîrokbêjî, wek hêmanekî ristina tevna çîrokê, bûyeran ji awayê heyînî (rêal) an nîgaşî ( xeyalî ) diguhêre awayê zimanewanî, û bi alîkariya bikar-anîna hêmanê derûnî, gelekî zindî dibe. Ev nimûneyên, ku li jor derbas bûne, dibine nîşana serkeftina nivîsevan di xebitandina her sê awayên çîrobêjiyê de, pêre jî zimanê çîrokbêjiya nivîsevan zindî û gelekî sade xuya ye, dikare xweneran li gel çîrokê, digel hewesdariya bê hempa bibestîne, nemaze jî gava xwendevanê çîrokê bala xwe bide zimanê hevpeyvîn û monologê, û cihên ku tê de têne gerandin, hîngê bi hostevaniya nivîsevan di vî warî de hay dibe, ji ber ku zimanê ristina tevna çîrokê her di awa û astayekî de namîne, belê li gor kesan û helwestan tê guhertin û rengînkirin. Lê mixabin hin caran pênûsê nivîsevan riya xwe, li ber deriyê hûnandina hevokê, wenda dike, û nizane hevokê rast birêse. Wek nimûne:" Devê wî ma ji hev……. Çavên wî mabûn bi wê jinê ve ." ( Berlîn bê çav e ). Ya rast ew e, ku bigota: (Devê wî ji hev ma …… Çavên wî bi wê jinê ve mabûn.), ji ber ku lêker, di hevoka kurdî de, her li dawiya wê tê. Eger ev şaşiyên hanê di hevpeyvîn û monologê de, li ser zimanên kesayetiyên çîrokê bên, wê ne şermeke zimanewanî be, ji ber ku astayên zanebûn û têgihîştina hemî kesayetiyan ne mîna hev in. Bi ser de jî wê bibin nîşanên zindiya zimanê hevpeyvînê, û dilsoziya nivîsevan, ku gotin û zimanên wan naguhêre, û çîrok jî, pêre, ber bi rastiya heyînî de diçe. Lê gava ev şaşiyên hanê di zimanê çîrokbêjiyê de cih bigrin, hîngê dibine şermeke zimanewanî, û xaleke neyînî datînin ser zimanê nivîsevan, hêja ye, ku nivîsevan xwe bi xwendina zimên re biwestîne, da xwe ji şermên hanê rizgar bike. Dawî. Goşeyê, ku ev her du çîrok tê de bi cih dibin, tore ya mişextiyê, koçberiyê û havîbûne ye, ev goşe jî, di tore ya kurdî de nû vedibe, berhemên wê îro li ser tiliyên destekî têne jimartin. Lê xuya ye dem hatiye, ku afrînerên Kurd vî derî li ser piştê vekin, û xem, qisawet, derdên penaberiyê, bîriya welêt, û bava û diyan, û cihê bîranînên zaroktiyê wêne bikin, çunkê guhnedana bûyer û aloziyên nêzîk û rojane dilsoziya nivîsevanan û rastiya hunerî û wêjeyî jî dixe bin pirsê de. * Ev lêkolîn li ser daxwaza deste ya kovara W, ku li Amedê dertê, ji bo hejmara 7, hate nivisandin.(Nivîskar).
|