copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

MEM KURD E
ZÎN KURDISTAN E
(Danasîna pirtûka ”Memê Bê Zîn”

kovara tiroj-hejmar38-Gulan 2009.

Lokman Polat

Piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin. Lê, hinek jê pirtûkên hev dixwînin. Ez û Helîm Yusiv ji wan nivîskaranin ku pirtûkên hevûdu û herweha pirtûkên nivîskarên kurd dixwînin. Ez xwendevanekî Helîm Yusiv im û min gelek pirtûkên wî xwendiye. Ez zanim ku wî jî gelek pirtûkên min xwendiye.

Dema ez pirtûkek dixwînim, heger ew pirtûk xweşa min biçe ez dixwazim li ser binivîsim, wê bidime danasînê û bala xwendevanan jî bikşînim ser pirtûkê ku ew jî bixwînin. Lêbelê carna pirtûkên ku ez dixwînim û diecibînim jî, wext nabînim kul i ser wan binivîsim.

Heta niha min wek prensîn nivîsên danasîna pirtûkên nivîskarên kurd yên ku nû dinivîsin û pirtûka wan a yekem derdikeve da nasînê. Yanî piraniya gotar û nirxandinên min yên derbarê pirtûkan de nivîsên li ser pirtûkên yekem ên nivîskarên kurd in. Digel van nivîsên danasîna pirtûkên yekem, min car caran li ser pirtûkên nivîskarên kurd yên ku gelek pirtûkên wan hene jî nivîsî.

Ez kurteçîrok û romanên Helîm Yusiv diecibînim, baş dibînim û bi dilxweşî dixwînim. Heta niha min firsend nedît ku di derbarê berhemên wî de nivîsek, gotarek binivîsim. Ev nivîsa min a danasîna pirtûkeka wî weke nivîseka danasînê a direngmayî ye.

Min di nirxandineke xwe ya li ser westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî û berhema wî ya nemir ”Mem û Zîn” ê de gotibû, ”Mem kurd e û Zîn Kurdistan e.” Niha jî nivîskarê kurd ê nûjen – modern -  Helîm Yusiv bi navê ”Memê Bê Zîn” anku kurdê bê Kurdistan, berhemeke hêja a edebî afirandiye. Wî bi mecazî be jî, bi şêweyeke alegorîk daye xuyakirin ku Mem kurd e û Zîn Kurdistan e û lewre jî Mem bê Zîn nabe, anku kurd bê Kurdistan nabe.

Di pirtûka Helîm Yusiv ya bi navê ”Memê Bê Zîn” de 15 kurteçîrokên modern hene û pirtûk 160 rûpel e. Ev pirtûka Helim Yusiv weke pirtûkên wî yên din li Stenbolê hatiye çapkirin. Gelek pirtûkên wî di nav weşanên ”Avesta” de hatin çapkirin. Niha jî pirtûkên wî yên nû di nav weşanên ”Lîs” de li Amedê – diyarbekirê – têne çapkirin û digîşin destê xwendevanên kurd.

Di kurteçîroka yekem a di pirtûkê de rewş û halêruhîyeta penaberekî kurd tê rawekirin. Kurteçîroka duyem bi nexşên surrealîzmê hatiye hunandin. Di kurteçîrokên nivîskar de bingeh dê ye, mê ye, anku dayika niştîman e, yanî Kurdistan e. Di hemû kurteçîrokan de metoda pêşkêşkirin û ravekirina alegorîk bi şêweyeke hunerî û edebî hatiye pêkanîn. Di kurteçîroka sêyem a bi sernavê ”Çîroka mêrekî xwîn kesk” de psîkolojî, îronî û romantîzm hene. Çîrokeke nûjen a îronîk û romantîk bi estetîkeke hunerî hatiye afirandin. Di jiyana însanan de rewşa mirov a psîkolojîk gelek girîng e. Derûniya lehengê çîrokê bi şêweyeke hunerî ya edebî hatiye qalkirin.

Di kurteçîrokên Helîm Yusiv de tehm, lezet û rengên kurteçîrokên Çexov tê dîtin. Ew jî wek nivîskarê navdar ê rus Çexov, dîmenên jiyana rojane pêşkêşê xwendevanên kurd dike. Weke min di destpêka nivîsê de got, di pirtûka Helîm Yusiv de 15 kurteçîrokên nûjen hene. Pêwîst nake ez yekoyek behsa naveroka hemû kurteçîrokan bikim. Ji bo ev gotar dirêj nebe bi çend gotinan ez vê bibêjim; kurteçîrokên Helîm Yusiv hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên kurd van kurteçîrokan û herdu romanên wî yên giranbiga bixwînin.

Yên ku nebe evîndar bi xweşiya evîn û evîndariyê nizane. Tu êş bi qasê êşa evîna têkçûyî zor û zahmet nîne. Êşa evînê êşeka xedar e. yên evîndar bi xweşî û zahmetiya evînê zanin. Nivîskarên çîrokên evînê jî evîn û evîndariyê wisa xweş rave dikin ku, dibine zimanê gotubêja evîndaran. Nivîskarên ku çîrokên evînê dinivîsin, nikarin bi hemû xwendevanan bidin fêmkirin. Weke ku nivîskarê nûjen Helîm Yusiv bi devê dildarekî dide gotin : ”Tenê evîndar ji çîrokên evînê fêm dikin, dikarin bi stranên evînê re binalin û vateya hêsiran zanibin. Tenê evîndar dikarin zanibin rengê ariya evînê çawa çavan kor dike.”

Nivîskar çîroka herî dawî a pirtûkê bi westatiyeke hunerî çîrokê di kirasê şanogeriyê de pêşkêşê xwendevanan kiriye. Wêrekiya Helîm Yusiv ya derbarê ravekirina sahneyên erotîk û hunera erotîzmê di çîrok û romanên xwe de, şayanê pesnê ye. Di berhemên wî de hebûna sahneyên erotîk û pêşkêşkirina hunera pevşabûnê nîşana wêrekiya wî ye û herweha berhemên wî hîn pirtir bi nirx kiriye, asta wan ya hunerî û edebî bilind kiriye.

Kurteçîrokên Helîm Yusiv di hêla naveroka xwe ve dewlemend in. Teknîka nivîsîna wan xurte û lihevûdu hunandina wan bi hunerî pêk hatiye. Di kurteçîrokên wî de mirov rengên cuda û nexşên ji ekolên edebiyata cîhanê dibîne. Di kurteçîrokan de realîteya rasteqîn a sosyal civakî, îronî, sembolîzm, alegorî, surrealîzm û romantîzm hene. Di berhemên wî de manedarî, fantazî, sahneyên erotîk û romantîk, vegotinên şadbûnê, xweşiya hestên ruhî û derûniya însên tê ravekirin. Xwendevan  di hinek kurteçîrokên wî de xwe bi xwe dibînin. Dema min kurteçîroka wî ya li ser penaberekî xwend, destpêka penaberiya min hate ber çavên min.

Nivîskar helîm Yusiv di kurteçîrokên xwe de digel realîzm û surrealîzmê, romantîzm û alegoriyê jî bi hunerî kar tîn. Şêweya bikaranîna alegoriyê hêsan nîne, jê re westatî divê. Ew di kurteçîrokên xwe de derûniya însan û hestên mirov yên xwezayî û psîkolojiya însan baş rave dike. Di kurteçîroka ”mêrekî xwînkesk” de psîkolojiya lehengê çîrokê û rewşa wî ya rojane xweş tê qalkirin. Kurteçîroka wî ya kul i ser mijara ez ê yekî bikujim hatiye hunandin gelek balkêş e û ji hêla hunerî û edebî ve çîrokeka bi nirx e, payebilind e. Her mijara kurteçîrokeke wî dikare bibe mijara romaneke û bi teknîka romannivîseriyê ew mijar bingeh bê girtin û li ser wê mijarê roman bê hunandin û afirandin. Helbet ev jî ew bi xwe heger bixwaze dikare mijareka çîrokek xwe ji bo romana xwe bike mijareka bingeh.