| Ji rexneyên xwezayî, ber bi helçûnên takekesane ve 27 Hezîran 2008 În Saat 01:28-Avestakurd. Maniyêl Broka Berî ku „çanda mebestê“ xwe ji derûniya xemxuran re, bi xirşeke tomarkirî „wek her car „ serê xwe rake û li gor dîmenên ku bixwaze ji xwe re şîrove bike, hema wisa hesan, berî mebestê û piştî mebestê, xwe çengî mebesta nivîsa xwe dikim.. Helçûna ku bi min re jî hatiye afirandin, ew diyalog, gengeşa û xirecira di navbera Helîm Yûsiv û Bêwar Brahîm e. Jixwe haje min „qet“ ji rêyalîteya naveroka mijara wan tune. Anku mijara min tu pevbendiya di navbera naveroka ku nivîsa Helîm û Bêwar hatiye nivîsandin tune. Agahiyên kê rast in, yên kê şaş in, li ba min pileya giringiyê, xwe li ramanê min ranepêça ye. Li vir daxwaz û mebest ew e ku dabeşkirina şêweyê rexneyê, li gor navkela takekesane biderbirînim. Dema ku xwênerê Kurd bi hûrbînî û bi rêkûpêk û awayekî gelwazane rexneyên ku nemaze li ser Internetê têne nivîsandin bişopîne, wê bi rengekî awtomatîkane hizirê xwe vêxe û bighêje wê biryarstendinê ku piraniya wan rexneyan ne bi wî rengê ku xwêner dixwaze, rengê ku wêje dixwaze û rengê ku çand û felsefeya têgeha peyva rexne dixwaze tê dabaşkirin û guftûgokirin. Pirs yan hizir ji xwezayê dest pê dikin û bi rêyaktiyon û vejenînên telezge, bi binpêkirin û diyardeyên taybetmendane bi dawî dibin. Qebhetirîn ew e ku mijarên ku tu pevbendiya wan bi mijara naverokê ve ninê tên li qelemdanê û derbasî pergirêk û xalên taybetmend yên hevkêşên xwe dibin. Paş xwendina min ji nivîsa Helîm Yûsiv re, ya ku di malpera www.netkurd.org de hatibû weşandin, http://netkurd.org/gotar_bixwine.asp?yazid=159&id=1668 bê guman wek ku min li jor jî nivîsandiye û dubare jî dikim ku ez bêhtir li ser şêweyê şîrovekirinê, anku şêweyê derbirîna rexneyê disekinim. Nivîsa Helîm bi wî şêweyê ku xwêner qet hest nake ku yên pêşber wî hestbirîndar dibin. Wî li gor bîr û baweriya xwe î takekesane nivîs nivîsandiye. Jixwe dabaşa wijdan û bê wijdaniyê naniye holê. Li vir û li her ciyê ku em bixwazin fam bikin, tu kes nikare baweriya nerîna takekesane biguherîne û li gor xwe rave bike. Mijara Helîm tev mijara Jineke Kurd bû, ku wî giring dît û li gor baweriya xwe bi bîrdozeke nivîsandinê rabû û rûniştiye. Ji hêla din ve Bêwar Brahîm yekser bersiva nivîsa wî daye. http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=237 Di nivîsên wan de tê diyarkirin ku her yek ji wan nerîneke xwe î taybet heye ku ev mafê her kesî ye. Lê ew tiştê ku ji dariştina rexneyê dûr dikeve û helçûnên bi rêyaktiyon diafirîne, ew in ku hindek „hevokên sor“ î dubarekirî ku ne layîqî van hel û mercên nivîsandinê ne, anku ne layîqî rexneya nûjen in, yên Bêwar Brahîm in. Ji bo xatirê xirecira mebestê, hindek ji wan hevokan, wek nimûne, li vir pêwist dibînim. Di hevokeke Bêwar Brahîm de wisa tê nivîsandinê, anku bi vî şêweyî dest pê dike. (Dixwazim çend xalan ji kekê Helîm Yûsiv re ronî bikim. Bihêvîya ku çawa qamiçiyê rexeneyên xwe bi maf û bêmaf hildide û dadixîne û bi çar aliyan re şer dike wek Donkîşotê ku bi aşên ba re şer dike. Qamçîyên kesên din jî li ser pişta xwe bipejirîne.) Ji van hevokên Bêwar Brahîm tê ronî kirin ku li vir dabaşa şerekî ye û ne dabaşa nîvîsandinê. Li vir divê tolhildan bê lidarxistin, anku diyare ku Helîm Yûsiv bê maf dest bi lêdana qamçiya kiriye û pêwiste ew jê wê lêdanê bixwe û bipejrîne. Yek bi yekê ye. Kekê Helîm Yûsiv, wek em dibînin ku pênûsa Te û kesên weke Te nizanin li tiştekî bigerin jibilî xalên reş di jiyanên taybet ya mirovan de, Li vir jî Bêwar ji mafê xwe dibîne ku kesayeta Helîm destnîşan bike, ku wî bi kesê ku tiştekî nizane bi nav dike. Edî Helîmê ku bi tiştekî jibilî xalên reş di jiyanên taybet ya mirovan de nizane Helîmê xudanê pirtûkên mîna 1- Mêrê avis. 2- Jinên qatên bilin. 3-Mirî ranazin. 4-Sobarto. 5-Memê bê Zîn. 6- Tirsa bê diran û Gava Seyemîn ku ta niha ev 8 sal in hêja berdewame. Li vir ev tev ked û berhemên wî dike cangoriyên wê nivîsa wî, ku haje van berheman ji tu tiştî nîne. (lê min wijdanê xwe weke Te û dostê Te nefirot.) (Min dixwest zanibim, gelo dostê Te çi daye Te li himberî vê wijdanfirotina Te?) Diyare ku Helîm bazar jî di vîvîsa xwe kiriye. Helîm û dostên wî bi tewana firotina wijdanê xwe, tê tewanbarkirin. Dikarim vê pirsê ji xwe berî her kesî bikim, ka amajeyên bêwijdanî û wijdaniyê di kîjan hevoka Helîm de bûn, da ku idiyoma wijdaniyê bê bikar anîn??? Kekê Helîm Yûsiv Tu mirovê herî dawiye ku li ser mafê jinan biaxivî û dilê xwe bi wan bişewitîne. Di têgeha vê hevokê de, hêja Bêwar xwe weke dadwerekê destnîşan kiriye, û maf nade ku Helîm li ser mafê jinan binvîse. Mebesta vê hevokê jî ez pir sergeşt kirim ka mafê wî wek nivîskar çima tune?? Anku çi raz li ba Bêwar heye ku wî bi vê analîzekirinê ceza bike??? Her wisa Bêwar wisa bi vî şêweyê matmayî berewam dike. Ez naxwazim deftera têkiliyên Te yên taybet bi jinan re vekim. Bê ku em xwe bixapînîn wateya dîmenê vê hevokê wisa tê diyarkirin, ku Helîm tiştek ................????? kiriye û haje Bêwar jê heye û belge li ba hene. Lê êdî rexne li ku ma?? Ma çi karê xwêner, nivîsê, rexneyê û felsefeya derbirînê ji Helîm heye ku çi di jiyan xwe î taybet de kiri be??? Ji xwe di gelek hevokan de wêneyê dostekî Helîm diyar dibe ku tê wê wateyê ku pêşbirkeke bê hempa di navbera wî û Bêwar de li dare. Di dûxnin wisa hestyar de, pêdiviye ku meriv bi mewdaneke tijî ji aramiyê, di têgeha felsefeya xwe de seft bike, berî ku ezberkirina sawîrane ya ku di gelek panavên sînorkirî de çanda biryarstendinên fûranndî bi dest bixîne. Bi tu wateyan nayê ku bidsetxistina alavên lawaz yên nivîskar ku bi nivîsê re negunce, biderbirîne, û şêweyê jiyana wî li gor xwe nîgar bike û bêşberî xwendevanan bike. Di dawiyê de her kes xudanê nerîneke xwe ye û ew nerîn dikare di dema niha de, anku di dema nûjeniyê de bê herikandin. Jixwe diyalog û gengeşeya hişmendane mejî berz dike û hiziran berpêş dike û meriv ber bi serberkirina alavên çareseriyê dibe. Ne pêwiste ku paş rexneykê êdî wî/wê wek dijmin raçavî xwe bike ku gelek ji me, bi şevreşkî wisa hînî vê felsefeyê bûne. Bê pir guman her kes xudanê nerîna xwe î taybetmendane ye. Ew nerîna min jî ew e, ku wê baş bûye ku hêja Bêwar ew hevokên xwe hindekî wergerandine alaveke rexneyên xwezayî û ne ber bi helçûnên takekesane ve biçûye.. 26.06.08 Detmold |