copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Dema ku xwêner tî dibin

Maniyêl Broka / Avestakurd

23 Mijdar 2008

Di dema ku Masî, Dara tuwa, Bozoyê sêwî mayî, marê pîr bûyî, Rênasê di nav destan de can dayî, Hêvî, ya heft salî, her du lingên jêkirî û Berfîna xwe di mal de kuştî, raberî bîntengiya xwêner dike.

Di dema ku Berfînê, evîna xwe, Geyayê di nav de veşartî, bihna mirinê, birînên zindî û xwîna birayê xwe, radestî dilovaniya çavên xwêner dike.

Bi hindek ji dilroniya xwêner, asoyên mijgirtî, bêhêvîbûn, têkçûna pêngavên behreweriya xewnan, rûnivîsên çewsandina pêrgîbûna azadiyê, peyam û pilanên dijminên peyva Kurdî û xirecir û hewildana henasa jiyanê, xwe di qedera xwênerê Masî de dorpêçkirî dihêle.

Di zaroktiya Masî de, ta qonaxa her du lingên jêkirî, anku ji destpêka ku dara Tuwa wî, bi hêvî û xewnên wî re birîn û ew jî mîna her cangoriyên axa xwe, zimanê xwe û ala xwe, ji hewesa jiyanê bêpar hiştin. Dawer û çarenûsa Masiyê Kurd weke her Kurdekî ku ji tama azariyê dixwin, xwar.

Bi alîkariya çarçoveya Masî, meriv bi xweşbîr û herikîna hestên xwe wek dîdevan, pêrgî rêyalîteke pir zindî dibe, ku rojane li wê dojehê jîndar e.

Anku ji razana xwe, wek Kurdek ku çi li wir rû dide, bi pişguhkirinê pêşwazî dikin.

Dema ku di hindek bare, yan di hindek qonaxan de, ji bo xatirê rêyalîteya ku niha di vê çarçoveyê de, ji her pişgirên Kurdî re sûdmend e, pêwistiya bi berhingariya berjewndiyên takekesane, berjewendiyên partiya xwe, pêwistiya bi rûxandina çanda ezîtiyê û dûvelankên riya wekheviya xwe pir û pir heye.

Birçîbûna ku di her pêngaveke ku dest bi berxwedanê dikin, xwe bi wan re zûlandiye.

Çawe ku şervan ji şûna rahêje çek û pêdiviyên şer, wisa berûvajî wê, Rênasê reben, hema di şer de jî, dev ji wê meqilka xwe bernade da ku Hêkên xwe tê de biqelîne.

Dawiyê jî, yomê wî yî têkçûyî, lê dibe bela û xwarina wan Hêkan jî bi dest naxîne.

Jixwe tîbûna Masî digihe wê asta ku her çend hevokan, pêwistiya xwêner bi vexwarina Avê tîne.

Pirên caran hêvî û armancên Masî û hevalên wî hate wergerandin ku tenê tîbûna xwe, bi qurtek Av bişkînin û armancên din, bi alîkariya tîbûnê, bê destî pişguh dibûn.

Hindekan ji wan ji neçarî digihan wê radeya ku bi devên çekên xwe xwarinê ji gundiyan bistînin.

Dûrketina Rênas ji keça xwe ya heftsalî, ku ta dawiya jiyana xwe, wêneyê wê radestî Masî dike da ku diyarî Hêvî bike û jê re bibêje „Bavê te pir ji te hes dike“

Dûrketina Masî ji Gundê xwe, ji Bozo, ji Berfîna xwe, xwênerê reben ta dawiyê di nav daxbarbûne de dorpêç dike.

Di çarçoveya van mînakên pir nimûnedar û azariya Masî û hevalên wî,

xwêner pêrgî reyalîteke zindî dibe ku yekser bi xirecira wan Çiyayan bê mebest bihizire.

Mebest li vir, hest li vir, anku „rêyalîte li vir“ ew e, ku ne tenê Masî, Bozo û dara Tuwa wî, ne tenê Berfîn û ne tenê Rênas û Hêvî. Û ne tenê Roman, Çîrok, serpêhatî û gotegotên rojane ne.

Li vir hêja bi hezaran cangoriyên vê dabaşê hene.

Çi alîgirên xwedê bin, yan yên firîşteyan bin, yan yên ademîzada bin.

Ew tevî tîbîn, birçîbûn, zivistanên xurû sipî, nexweşî, dûrketin, hestbirîndarkirin, mirina rojane, alîgirên Peya Kurdî, alîgirên Peyva min û we ne.

Masî wisa hesan dostaniyek da min ku, wî weke ademîzadekî zindî bipejrînim û pêrgîrî hurmeta hestên wî bibim û wî wek lehengê Romanê ji asta sawîrane derbixim.

Çiku ku em bi kûrmijûlî berê xwe bidin gelek cangoriyên ku têra xwe nimûnedar in bihizrin. Em dê raberî gelek Masiyên din bibin.

Masiyên vê riyê, li her çar perçeyên Kurdî û li hindek Kurdistan derve, li ser hindek astan, em dê pêrgî wan werin.

Lewma Masiyê ku di ber peyva Kurdî de lingên xwe jêkirin, Masiyeke zindî û ne sawîrane yan roman bû.

Belê asta tîbûna Masî, daxbarbûna xwe jî, li ser tîbûna min kir.

Carna dibûma Masî, û dest bi vexwarina Avê dikir.

Lewma DEMA KU TÎ DIBÛM; bi nirxê Avê ku di her kêlîkê de, rexçengî min e, bi nirxê Nan û Goşt ku pirê caran bi wan jî rewanbêjiyê dikim, bi nirxê Berfa sivistana, ku pişta me ji gerimdankan dişewite û bi nirxê evîn û dûrketinê, ku di her viyanekê de, di himbêza min de ye, hesiyam û hest kir.

Û nirxê Masî, Rênas, Berfîn, Hêvî û Çiyan berbiçav kir. 

 

Şanek:

Masî, lehnegê Romana Helîm Yûsiv e, ya bi navê (Gava ku Masî tî dibin)

 

Detmold