copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

 

MEMÊ BÊ ZÎN

Mem Mîrxan

Helîm YÛSİV piştî demekê dîsa bi pirtûkek kurte çîrokan merheba ji wêjeya kurdî re got . Tenê ji wêjeyê re, na; ji dînan re, ji solan re , ji şermola re, ji Amûda şewitî re, ji sînorên wek binerdika lê mayîn hatine çandin re û mijarek teze, ji jinikên çavkesk  û  porzerên welatên sêyem re, Ji bavê xwe yê ku dema keçikê dibîne û êşa çavê xwe jibîrdiki re, ji şoreşên odeyên piçûk a bêhn xweş û şil re, ji demokrasiya ku bi mîza zarokekî hatiye şûştin û  şewqa xwe dayê seranserê cîhanê rê jî dibêje merheba.

Helîm Yûsiv dîsa di gelek  çîrokên xwe de şêweya  surealist bikaraniye. Ev şêwe di çîroka“Welatê Sêyem” , Giriyê li Mitbexê”, “Jina Heft Serî” û di “Meha Sêzdehan”de bi kar aniye.  “Welatê Sêyem” de welat seranser di bin afata rengê kesk da ye heta bi gihê xwîna mirovan ku di damarên mirovan de ku kesk diherike. Lehengê ku dibêje ez navê hezkiriya xwe bi  xwîna xwe binivisînim lê bi bersiva keçika çavkesk re vediciniqe ser xwe “ xeta te pir xweşik e. Dîsa di çîroka “ Giriyê Li Mitbexê” de li ser wesiyeta bavê xwe “ Zarayê Kal”  zarok bavê xwe dikin ard, di teştê de hevîr dikin û jê nan çêdikin û bêyî ku bi guneh bihesin wî dixun. Dîsa di heman  çîrokê de dayîk berî bibe çîvik an kevok dibe kundek. Di çîroka “Jina Heft Serî” de bêhna şewatê ji dil tê û jinek xerîb, cilreş, porgij û heft serî tê Amûdê navê xwe “ŞEWAT” li Amûdê dike. Cemîlo yê reben di çîroka “Meha Sêzdehan” de dixwaze bi firçeya xwe welatekî bi guherîne.

Tiştekî dinê balkêş jî mirov dikare ji bo hemû nivîskarê başûr bibêje. Girêdan û hezkirina ji welat e. Vê  taybetmendiyê mirov dikare bi hêsanî di çîrokên Helîm YÛSIV de jî bibîne. Ewqas xweş bi me dide nasîn ku : Şermola, Amûda  şewitî, welatê tozê, sînor û Qamişlo wek em li wê rê bijîn. Ku îro em bêjin em şermolayê  ji gora bavê xwe baştir dinasin ne derew e. Ji ber ku ne tenê şermola nivîsên li ser kêlê goran hatiye nivisîn heta bigihê navê miriyan jî em dinasin.. Ev mijar ji bo nivîskarên bakurî ne wisaye. Welatek tê talankirin, mirov li ser tê kuştin, bîranînê bav û kalan gişk di nav tozê  de mane. Leheng jî pirî caran nizanin li ku dijîn. Ji kîjan berê ne.

Siyaset jî mijarek bingehîn e ji bo Helîm Yûsiv. Şoreşên Odeya Biçûk ku li ser navê civînên siyasî Ode çawa di bin bêhna xweş a keçikan de dimîne û leheng dibêje “ Xwedêyo rojekê tu civînekê bi para min jî bikî. Dîsa di çîroka Sînorên bombekirî” de dîroka kevn û nû ya kurdistanê he ye. Demokrasiya sexte ya ku heye ku piştî şewitandina gundan gel wê ji gund derkevin,  bi zimannekî biyanî li ser hesinekî (bijî demokrasî) hatiye nivisîn, dibînin. Zarokekî pêxwas û porgij ku nû ji xew veciniqiye û radibe û bi ser peyva demokrasiyê de mîz dike. Belê mîza wî zarokî toz û gemara li ser demokrasiyê dide alî. Demokrasî paqij dibe. Û sedsala bîstan bi vê demokrasiya biriqandî û ser şûştî serê xwe hildide berjor.  Şerê çaldiran, dema hestî xuran, hestîxwerên ku laşê diya me çawa kirine du parçe bêyî ku xwîn jê birije. Gundê ku bû du parçe û niha jî bûye çar perçe û li hawîr dor sînor hatine çêkirin , bombe hatine çandin, nobedar hatine danîn, çek û têlên li hev hatine geriyayî û kuştina ku serî hildide bi awayekî gelek xembar û kezebşewat weke şeqamekê li ruyê me dikeve.

Ku em dîsa vegerin ser mijara xwe pêwiste em bi awayekî balkêş qala  evîna  ku di çîrokan de ye jî bikin. Helîm geh bi awayekî îronîk geh bi awayekî raste rast evîn jî kiriye mijar. Çîroka “Berlîn Bêçav e”ku wî bi devê xwe ji me re got ev çîroka Jan DOST bi xwe ye. Dibêje heta vê gavê ji ber ku ez nivîskar im, keçeke kurd ne gotiye “ez ji te hez dikim”.Lê  çîroka Xewna Mehemedê Hunermend ez birim dema zanîngehê . Ew çax hevalekî me jî  wek Mehemedê hunermend evîndarê keçikekê bibû. Û du salan seranser li pey wê geriya di dawiyê de keçikê got: “ heyra dev ji min berde ez nikarim bi te re serê xwe bidim ser balîvekê” û dev jê berda. Lê ku hevalan got çima rastî te çima dev ji vê keçikê  berda wî jî digot” ji xwe qûna wê mezin bû”. Mehemed jî wisa ye; rojên duşem sêşemê dibêje bi xwedê ji keçikên nêzîkî mirov çêtir tunene, hela paşnavan Cezrawî bin. Lê rojên Pêncşem û înê ku hîn dibe nan di wan de tuneye dibêje “yaho giyayê hewşê tal e , ew keçikên me lo, yên Cezîrê (Qamişlo) bi xwedê wek bişkokan e, reşik meşik in û hîna jî bi ser de bi mirovan razî nabin”. Di çîroka “Sênîka sincirî” de jî dibêje: “ez dixwazim xwe bi ser û guh bikim. Lê ez pêrgî kê têm dibêje “ Tu wek birayê min î . Piştî vedigere malê dibêje heta niha ez bûm birayê heft keçan ku wisa berdewam ke heta dawiya salê ezê bibim birayê hemû zanîngehê”. Di çîroka seg bav( Memê bê Zîn)û navê xwe daye pirtûkê de evîn û hêrsek gelek mezin heye . Dildar ê ku bêhna jinikek çav kesk dike û dide pey bêhna wê û rastî mêrekî simbêl qît tê,  hevalê ku dibêje “ew jin ji te hez nake , ez wê baş nas dikim” bi rastî qula mozan li xwe derdike. Dildar bi hêrsa xwe ya ku nayê şayesandin  dibêje: Ezê îşev wan herdu guhên te bikşînim û bikşînim, eger jêbûn, ezê wan li ber serê xwe mîna ala welatekî dagîrker daleqînim, da ku ev nefret û hêrsa di nava min de dijî, kêm nebe. Eger dirêj bûn ezê wan mîna lastîkekê vezilînim û ji qehpikikê re bikim sol. Û evînê wiha dide nasîn “ tenê evîndar ji çîrokên evînê fêm dikin, dikarin bi stranên evînê re binalin û wateya hêsran zanibin. Tenê evîndar dizanin rengê ariya evînê çawa wan kor dike” Hez kirin ew hest e ku dihêle tu bibî an kole an qatîl. Û di dawiyê de dibêje:

Ez Memekî Bê Zîn im hevalo, Memekî wiha xemgîn mîna çiyayekî bê dar, bê giha û di bin berfê de û bi tenê mîna qatîlekî. Helim Yûsiv di vê çîrokê de digihê radeya herî bilind a hunermendiyê.

Di dawiya pirtûkê de ji bo şanogeran bi navê SOL Û SERÎ lîstikek amade kirî jî heye.

Kî ku dixwaze bê Zîn nemîne , kî ku di xwaze di nav pergala demokrasiyek biriqandî de bijî, kî ku naxwaze li ser sênîka sincirî rûne bila teqez  vê pirtûkê bixwîne.

 Ji me gotin.