Gava Ku Masî Tî Dibin Ev berhema nû ya birêz Helîm Yûsiv e, lê ev berhem berhema vê cîhana kerr û lale li hember dîroka çewisandin û qirkirina gelê kurde di sedsala bîstûyekê de. Dema ev berhema hêja kete destên min, ji min re bû bergeha maratonekê ku, min dixwest bê navber heta dawiyê bibezim, ta ku bikaribim benê pêşbaziyê bi sing û destê xwe ve bînim.. Bi hûnandina peyvê û zimanê zelal û resen berhem mirov vedixwîne nava mijarên xwe, û lehengên xwe yên balkêş û bê zar û ziman diaxivîne û dike şade û dîtîyê jan, êş û bûyerên ku bûne parçeyek ji jiyana me, ew bûyerên ku em hîn û fêrî xemsariya jiyanê kirine, ku em nema rengê reş û spî ji hev digerînin..
Bi bijartin hacet, alav zeviyê mayînan û xayînan û ew xeta li nav mejiyê vîna kurd ketiye ku em hew dikarin bêyî wan xetana bi fikirin, ku çawa Masî kiriye sêwî ne hew masî bûye sêwî bi wî re welatê ku lal û bê ziman bûye sêwî û dost û hevalê wî jî alav û seyê reş bozo yê ku tu kesê wî nas bike, û bibe hevparê jiyanê nîne ji bilî bozo, bozoyê ku bi ayetan hatibû heram kirin û ew jî ketiye ber fermanên kuştinê .. Deriyê hesinî yê zingar girtî, ku ji Masî yê sêwî re dibe star û dikaribe li ser sêwîya digirî ..bi girî û hestên bê dil û cerg bergehê pirsan bi ser mirov de dike, dike ku mirov vê pirsê ji xwe bike, gelo ma bi qasî vî derî yê hesinî dikarin hev bistrînin û bi hev ragirin ? sêwî û kurepista bê dawî ya di nava şênî de..
Her weha pirsa hebûna derya yan jî ava ku masî dikaribin tê de jiyan bikin heye gelo? Em dizanin her masî ne di her derya û avê de dikarin jiyan bikin, gelo ma ew ava ku ji masî re pêwîste li cem me heye ? ger ew av, qût yan jî ramanên kurdewar hebûna ma gelo wê ew çend xayîn û hevalkujên me hebûna? Masî êş û şerm û hezkirina me, bi hostayî, li ber çavan radixîne.. Dîsa weke şûtika ji xasmirovên kurd re bûye berg û pişt wî parastiye, em dizanin bi dehan û sedan kesên ku li ser navê gelê kurd diaxivin, ma bi qasî şûtikekê dikarin yan jî bûne pal û pişt ji şervanê vîna kurd re û ew çend dikarin bi dilovanî nêzîkî wan dibin û bûne gelo..
Marê di xaniyê masî de dikare ji mirov re bibe dost û çavên xwe ji bûyer û serpêhatiya masî re ji jiyanê dikare bigire û hew dixwaze vê trajediyê bibîne Ya min hêjî diponijîne; ma gelo li vî welatî evîn heye ? yan jî evîn dikare bijî ? hebûna Berfînê, yan jî hezkirina wê ji bo masî çiye ? yan ew termê di binê xaniyê masî de hezkirin û evîn bixwe ye, dema nikaribe daxwaz û evîna wê bi encam bikî û bijî wê dikuje ?
Xwendevanên hêja, mirov dikare vê berhama hêja bike mijareke berfireh û binirxîne, lê ez nawazim li ser vê berhema bi nirx zêde binivisînim, hêvîdarim her kurdek dikaribe bixwîne û cihê xwe û rola xwe ya di vê sedsala bîstûyekê de ji nû ve di ber çavan re derbas bike ta ku em bikaribin hezkirina xwe ji dil bijîn, ne ku wê bikujin..
Hêjayî gotinê ye, ev pirtûk bi her hawê xwe, bi pisporî hatiye çap kirin, ev jî cihê şahnaziyê ye ku weşanxaneyên ku ji alî kurdan ve tên birêvebirin dikarin li gorî pîvanên cîhanê tevbigerin û xwe bi rêk û pêk bikin.
Ji bo min ev romana Helîm Yûsiv berhema wî ya herî serkeftî ye, bi rêsandineke hostayî nivîsandî ye bêyî ku mirov di nava nav û kesan de here û were û xwendevan di herikandina berhemê de tengezar bibe..
Dest, hest mejî yê nivîskarê hêja H.Yûsiv saxbin ku wî li pirtûkxaneya wêjeya kurdî ev dengên nû zêde kirin, dengê derî yê hesinî, yê marê reş, yê Bozo yê reş, yê şûtika ku şervanê azadî yê dipêçe, yê wê pirtûka ku piştî Masî lingên berdêl da, ji nû ve ew xwend. Herwisa Masî û dengên hemû leheng û alavên ku bixwe sar lê bi hestên germ hatine afirandin.
22.01.2009 |