Rexne û rexnekarî Newaf Mîro Rexne û rexnekarî ne li civaka me û ne jî ji welatên ku em jê hatine ku qût û pergala perwerda di serê me de afirandine, ne karekî hêsan e û c ihê pejirandin û rêzgirtinê ye. Heta mirov dibe gunehkar û tewanbar jî. Li welatên ji maf û azadiya civakê bê par, ev bi awakî dijwar tê bikaranîn. Cihê xemgîniyê ye mirovên me li vî welatê ji pêşketin û azadiya ramanê re vekirî, hêjî bi perde û tûrê ku neyarê netewa kurd xistibûn serê me dijîn. Weke ku neyarê, li me kiribû bi mirovên xwe re didin û distînin. Gava rexne nebe nexwe, ne pêwîst e em binivisînin. Gava em nexwazin bi xwendevan re parve bikin, nexwe em ji bo çi dinvisînin ?.. ji bona ku ew raman pêşbikeve divê gotûbêj li ser were kirin, ta deng vede û bê naskirin. Ev rêbazeke herî baş e beriya herkesî ji bo xwediyê nivîsê yan jî berhemê . Heta mirov dikare bêje ev alîkarî ye ji bo nivîskar.. Divê ez vê jî diyar bikim û eşkere bibêjim , desthilatdarî û textê zalim û neyara ji neçarî û bê tifaqiya hejara ye.. heta em kurd birêbaz û pîvanê ku serê me de hatine sazkirin tevbigerin wê halê me ev be..weke tîyê li ber avê, bi fermana tevdigere bê ferman nikare avê jî vexwe.. Xwendevanên hêja mirov dikare vê mijarê dirêj binirxîne, lê pêşiyên me dibêjin: Serê sed peyvê peyvek û serê sed newalê jî newalek dibire. Me kurdan ji xwe re nekiriye kar ku em hev bilind û berz bikin. ji kêmanî de heta ew kes li jiyanê ye. Gava ew kesê ku me gora wî dikola ne li holê be em basa bîranîn û serpêhatiyên xwe ligel wî kesî dikin û dixwazin bi wê mîrata wî pesnê xwe bidin. Ev li civaka me tiştekî ber bi çav e, ku bi dehan yên ji xwe re bibêjin nivîskar û ronakbîr hene bi vê yekê nanê xwe dixun..lê ew jî ne xem e..yên bi xwe nikaribin raman biafirînin encex ewqasî bikaribin.. Çima min ev mijar? Bi rastî ku qasî ez dişopînim Kek Helîm Yûsiv bi salan e di nav kar û xebata rewşenbîrî û niviskariyê de ye û her weha di televizyonên kurdî de bernameyan çêdike û her weha valaya di nav weşanên kurdî de rexnekariyê li gor derfeta xwe bikartîne, ji bo min ev cihê rêzgirtinê ye. û ev mijara herî girîng û xeter e . Çima xeter e? Ji ber ku ev ne rêbazeke hatiye bikanîne û nû ye . Dibe em ne ecibînin û wî rexne jî bikin. Rexne bixwe piştgirî ye, lê ne bi navê rexne demoralîze kirin û heqaret. Hele hele jiyana wî ya şexsî bikin mijara gotinê. Ma em li ku derê û di kîjan qirnî de dijîn? Rexna ji bo berhem yan ji kiryarê re erê, lê rexna li ser jiyana şexsî û prîvat re na.. bila tu kes xwe neke şûna Xwedê, hew maye ku fetweyan derxînin. Ku derxin jî ne ecêb e.. Sedema vê nivîsê min weke kurte şîrove di bin nivîsa Kek Helîm Yûsiv de di malpera Avestakurd de - 28. 6. 08 - nivisîbû, lê diyar e ne li hesabê wan bû neweşandin. Ne sosret e, ez kurd im û kurdan jî baş dinasim, lê ez dixwazim bibêjim, tiştê mirov bi xwe nepejirîne divê mirov ji hemberê xwe re jî nepejirîne, yan jî nexwaze.. Ev pîvana mirovane ye . Gava me ev pêkanî emê bigihêjin rêza mirovên hemdem.. Hêviya min ji hemû rewşenbîr û sazî û dezgehên Kurdistanî heye ku karê hev bi berz binirxînin û karibin rexnê weke rêbazeke pêşxistinê bikar bînin. Ta ku em jî bigihêjin mirovahiya hemdem û em ji bin ewrên reş û tarî derkevin. Ji bo ked û xebata te spas Kekê Helîm.. 03.07.08
|