copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Bêlo me be ji vê..! 

Rênas Mîtanî/Efrîn.net    
27.07.2008 

Di van rojên buhirî de, min gotarê Helîm Yûsif: Tiştên ku nehatin bîra Heznî Haco; Xwendinek di du pirtûkên bîranînan de xwend. Di pey re min bersivek agirî bi navê: Helîm Yûsiv, Di( Gava siyemîn) de, baş li ber xwe temaşe bike! ji rex Bêwar. Brahim ve xwend. Hem jî bersiva h. Yûsif, Çend xal û çend pirs xwendin.

Ez nêzî naveroka herdu pirtîkan nabin, di herdiwan de çi hatibe gotin, ne karê min e… Pismam û dotmam in, û mal bê qal û qîl nîn e.. Dr. Hiznî keçmama xwe, kebaniya xwe a ko bi salan pêre jiyaye, di jinenîgariya xwe de anîbe ziman, ne anîbe ziman ne karê min e.. Bêşik wî gelek bûyerên giring, ên taybet pê, bi kurdewariyê û malbata wî ve girêdayî ne nivîsine... Ew jî ne karê min e.. Dilê kesî nehştibe û xwe hevalê her kesî hiştibe, ew jî bi kêfa wî ye..!

Di encam de, li gor ko ez ji gotinên berdevka wî Bêwar brahîm têgihiştim, wê bervedêriyek bê pîvan di ber de kiriye, ta pileyekê dihêle ko ev pirs di serê merov de herin û bên:

Gelo jêhatiye xwestin weha bersiv li Helîm Yûsif vegerîne..?!! Eger jêhatibe xwestin û wê nivîsîbe, ew gelekî şaş e.. Çima Hiznî bi xwe lê venegerand..?!!

Gelo wê bervedêriya xwe dijî Helîm kiriye, ji ber ko Helîm gotiye wê pesnê pirtûkê daye..?!!! Çima ew weha pêşberî Brahîm Mehmud ne sekinî dema ko wî li ser wê û mamostayê wê Konê reş tiştên kesa nebihîstî gotin?!! Çima hingî wê kirasê xwe neçirand..?!!! îro, ko Helîm gotiye wê pesnê pirtûka Hiznî daye, ew Helîmê bejin bilind qam qut dike, hevalên wî gunehkar dibîne û dawî bêbextiyan ji bêbextiyên Mukrîme û Mêvan xerabtir dike, ko rast wan bêbextî kiribin..?! Ser bextê wê dimîne.. Tiştê ko birêz Helîm kiriye, li dor herdu pirtûkan rawestiya ye, herdu pirtûkên ko ji hev nayên cuda kirin..û camêr dibêje ez ne dijî Hiznî û mala Haco me, tev malbat li gel min çakin, lê di nav her malbatê de merivên çak û xerab hene û Hiznî û malbata wî li bal, ji malbatên rêzdar têne dîtin û hej Ciwan Haco dike.. Wê bi vê berdevkiya xwe, gelek tiştên jibêrbûyî, li dor Hiznî û malbata wî anîn bîra xelkê.. Wê, hem nala Haco û hem hiznî Haco gelekî eşandiy e..

Eger bi peran nivîsandibe, ev tiştekî dine…

Eger heyfa xwe ji Helîm hiltîne, bela bêje bê Helîm çi aniye serê wê…?!!

Eger tola xwe ji hevalên Helîm distîne, bela navên wan hevalên wî bêje, wan veşartî nehêle..?

Eger baweriyên wê ne, çima wê berê xwe nade wan kesan, ewên ko di mala wê de, şerê mala Haco kirin?! Dema di bersiva xwe de ji Helim re dibêje; Berî çend rojan sê kes mêvanên min bûn, xwe rewşenbîr û zana weke Te didîtin. Ta peyveke nexweş hebû axaftin nebirîn dema peyvên nexweş û bêbextî neman bêdengbûn, Tu zane ew axaftin li ser çi bû? ? Li ser rola Haco û zaroyên wî li nav tevgera Kurdî li Başûr-Rojava bû. Û va iro ew bi devgermî pêşberî Helîmê qam qut sekiniyê! Dinya li serê wî xera kiriye, ji ber ko wî di nivîsa xwe de gotiye wê pesnê pirtûka Hiznî daye..Hella bismilla..

Belê ya herî xerab ko ew mala Haco û tevgera rizgarîxwaz a kurdî di Sûriyê de berdide hev dema dibêje: piştî têkçûna komela Xoybûnê û ta damezirandina PDK li Sûriya di roja 14.06 1957an de. Kê ev valahiya ku kesek nayine ziman dagirt? Kê tevgera netewî li nav miletê Kurd şiyar hişt ta partî hate damezirandin? Haco û zarokên xwe û bi taybetî Hesen..Di baweriya min de mala Haco jî weha gotin qebûl nakin, qebûl nakin ko ew tenê bin di hişyarkirina gelê kurd de li Suriyê. Eger qebûl bikin mafê gelek welatparêzan binpê dikin…Ji kesayetiyan Wek, Memdoh Selîm, Hemza Maksê, Osman Sebrî, Cegerxun, Ekrem Cemîl paşa, Qedrî Can, Qedrî beg Cemîl paşa, Dr. Nûrî Dersimî, Mella Hesen kurd, Mella Ahmed zivingî, Dr Nafiz Beg, burayê wî Nûreddîn Zaza.. Û tev eşîrên kurdan yên ko xwe parastin û milletê kurd hişyar hiştin wek nimune: Koçerê mîran, Aliyan, Dorikan, Kasikan, Kîkan, Milan…

Dixuyê ko B. Brahîm ne tenê berê xwe daye Helîm Yûsif, ew bihêviye ko hin din jî bersiva wê vegerînin û enya şer di vê holê de gurtir bibe.. Da ko awirên xelkê biguhêze bi rex Hiznî Haco û kebaniya wî a berê Mukrime.. lê mixabin ko bi nezaniya xwe, berberiyê dixe nav mala wî û tevgera kurdî û ya dawî ko bizanîn, hewil dide ko dilmanîyekê bixe nav Helîm û dostên wî de.. Gelo Bêwar Brahîm çi dikole da ku çi veşêre..?!! Eger berdevkiya wê ne fen be, gereke navê wan kesan bibêje, ewên ko şerê Hiznî û mala Haco dikin ? û navê wî kesê *ehmeq* bibêje, ewê ko dixwaze Hiznî Haco, bi pirtûka (Bêbextî) inqirad bike...!!! Hem jî navên dostê Helîm bêje, ewên ko ew dehifdane bi rex wiha nivis ve?!!..Em bi hêvîne ku zextên bêhêvîbûna ji jiyanê li ser wê û kesên wek wê sivîk bibe..Dixuyê di pisîkolojiyeke xerab de dibuhirê...

Bêguman, mala Haco ji malên kurdperwer e, wek ko Helîm gotiye. Em bi hêvî ne ko birez Bêwar Brahîm li ser pişta xelkê bazara neke, di vî heyamî de, tiştekî veşartî nîne.. Xelk di nav xwe de bi her tiştî zanin..lê.. Bêlo me bê…

qamişlo