Romana tirsê
“Yan devgirtin û heps, yan reva derveyî welêt û yan jî xwekuştin.” Hema ez bêjim ku ev destpêka romana nû 'tirsa bê diran'ya Helîm Yusiv e, di heman awayê de ev kurtegotina romanê bi xwe ye. Ji ber ku jiyana Kurdan ji vê pêktê. Roman gelek realîst û polîtîk e.
Gelo diranên tirsê heye, an na? An jî ku mirov li ser tirsê biponije, gelo dê mirov tirsê çawa şîrove bike, bê guman dê bi her awayek were şîrovekirin, dibe ku mirov nekaribe tirsê tenê di bin peyva psîkolojîk de binirxîne.
HelîmYusiv tirsê, an jî tirsa ku em di nav pençê xwe de mehkûm kiriye, wekî tiştekî bê diran kêşandiye ser rûpelên romanek: Tirsa bê diran. Ji rastiya trajediya dîroka nêzîk a civakek perçebûyî destpêkiriye heya bûyerên îro, ku ji rojev û aktûalîteyê qet dûr nakevin. Wekî tiştekî abstrak di mejiyê herkesek de tirs bi şêweyên cuda ye. Ev şêweyên cuda ji rastiya şert û şûrtên ku civak û kes tê de nin, derdikevin. Tirs kesanî ye, lê ber bi civakê ve pêl dide. Hebûna problemên civakî çavkaniyên tirsê ne. Çek, panzer, balafirên şer, leşker, polîs û qereqol û hemî amûrên kolonyalîzma ku li ser netewiyek perçekirî û welatek parvekirî rola programa ji holê rakirinê dilîze, bi encamên xwe ve, tirsê wekî pirsgrêkek civakî, an jî tirsa civakî peyda dike. Her wiha sedemên derketina tirsê di her rewşê de faktorên cuda nin, sosyal, polîtîk, aborî... ev pirsgirêkên cuda bi xwe re erda tûndîtiyê peyda dike. Dîrekt dîrokê aleqeder dike û tirsa me ji dîrokê ye. Dîroka ku jiyanê li me di navbera notayên muzîka fîlmekî tijî xewnereşk (kabûs) de vedigerîne dojehê.
Nivîskarê 'tirsa bê diran' ji ew kesên rojavayî (Sykes û Picot), ku di parvekirinê de rola kambaxiya pêşerojek dikin, ku dê şûnde pêşeroja çarenûsa netewekî di demeke zû de diyarbikin, destpêkiriye, û bê guman ew bingeha sedemê rojên ji xewnên tijî xewnereşk in, ku di rastiya jiyanê de çawa jiyanê li her deverê dinê li me herimandine. H. Yusiv van encamên bê însaf û kambax bi zimanek tijî gilî û gazind, û her wiha mîna helbestekî melûl nivîsandiye. Roman bi naveroka xwe yê realîst balê dikişîne ser rastiya rola hêzên rojava (europî), ku di destpêka sedsala bîstemîn de peywira perçekirina welatên rojhilatî –bi taybetî Kurdistan – hilgirtibûn ser milê xwe, û di tepsiyek de jî pêşkêşê “dewletên” ku îro di kurdistan de xwedî sazgeha dagirkerî û kolonyalîzmê ne, dikin.
Berî her tiştî romana Helîm Yusiv di nav hêmanên polîtîk de rolekî ji berpirsyarî û lê pirsîniyê dilîze. Di holê de bi çêbûna dewletên kolonyalîst ên wek Tirk, Iraq, Iran û Surî ewropayê wek berpirsiyarek mezin dibîne. Bi lêpirsînan di xewnên xwe de, di jiyana xwe yê rastî de ew mirovên bi navê Sykes û Picot di nav siyên xwe yên reş de her tim xuyadibin û bi me re rû bi rû dibin. Lê bi hebûna hovîtiya dewletên kolonyalîst û li hemî deverên dinê ku jiyana mirov di nav rastiya jiyanê de bi xewnereşkan re rû bi rû dike, pêktê, û di bîstûçar saetên rojê de lûleyê tivinkekî li ber cênîkê me ye...
Wekî din nivîskar li kesayetiya kurd bi xwe jî lê pirsînan çêdike û di encamê de dibîne, ku em kurd gelek dişêbin dijminên xwe. Lê H. Yusiv li ser vê xalê mejiyê xwe gelek neêşandiye. Yanî ku mebest nirxandin û pirsiyarkirina welatek perçekirî be, û di vê mebestê de ku daxwaza naskirin û nasandina kolonyalîstan be, pêwistdikir H.Yusiv di mijara têkiliya navbera netewek bindest û kolonyalîstan de kûrtir bûya, ka em çima dişêbin dijminên xwe. Ez bawer dikim, nivîskar têra xwe li ser ew kulta serokên ku di nav welatên kolonyalîst de wekî Xwedayên bê heval tên hebandin, bi taybetî yê diktaturê suriyê sekiniye. Belê em bi civakên kolonyalîstên xwe ve gelek tevlêhev bûne, û ne tenê zimanê me tê pişavtin (asîmîlekirin), kesayetiya me yê ku kultura me dihewîne perçe perçe dikin, û ji xwe ziman bi xwe jî nasname ye. Yanî di her warê jiyanê de ev mudaxalekî li hemberê hebûna me ne; ji ber vê jî, dijminên me di gelek waran de serketine û îro em bi gelek taybetiyên xwe ve dişêbin dijminên xwe, lê ne tenê bi jiyana xwe yê civakî. Her wiha em bi rêxistinên xwe ve jî dişibin dijminên xwe. Me gelek taybetiyên kesayetiyên xwe yên polîtîk ji serok û rêxistinên dijminên xwe wergirtine. Ez dixwazim bi mînakek ravebikim ku bi romana H. Yusiv gelek aleqadar e û di heman awayê de mijarek romana nivîskar e. Di nav civakên ereban de sloganek gelek meşhûr heye, dibe ku ji nîjadperestiya Baasîzmê derdikeve-ku Baasîzm nebûya jî bê guman dê dîsa hebûya- ew jî ev e; “bi xwîn bi can em bi te re ne ey serok!”. Ev slogan niha jî di nav rêxistina me yê PKK de gelek aktuel e û di her firsetê de tê bikaranîn. Eva tenê xalekî gelek diyar e, ka em çiqas dişêbin dijminên xwe. Bê guman ne tenê PKK, rêxistinên din jî heman mantaliteyê de nin. Xwezî nebûya, lê mixabin em prototîpa dijminên xwe nin. Dibe ku sedemek jî ev be, ku em di nav dibistanên wan de mezinbûne, em bi zimanên wan dixwînin û dipeyîvin. Lê li hemberê vê rewşê derketin û rexnekirin jî gavek gelek giring e.
Gelek istasyonên H. Yusiv hene di romanê de. İstasyonên nivîskar ji rojavayê başûrê welêt ber bi bajarên Kurdistan yên din û ber bi Ûris û Ewropayê ve dirêj dibe. Rêwingiyek bê dawî û xelqeyên ristek dirêj e, ku ji bûyerên rastî pêktên. Di xaçerêza pirsgirêka Kurdistanê de li pey lêpirsînan e. Di warê romana kurdî de gavek modern, realîst û polîtîk e. Daxwazan bi mirov dide qêrandin.
Azad Avci
meha mijdarê 2006
|