copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Werin bacanên birajtî
Sofî Xelef
Lotikxane - 11.03.09
 
Sofî Xelef 11/03/09- Nivîskarê seksî, çavkanîya romana "Ezê yekî hûr hûrî bikim" û kilê çavê jinebîyên Ewrûpî kekê me Helîm Yûsiv, bersiva pirsên malpera Avestakurd da û ew jî wek gellekan hat provokasyona xalê me Dilbixwîn Dara.

Gava pirsa xwarinê ji Helîmê me hatiye pirsîn, axînek ji kûranîya dilê xwe kişandiye, keserek berdaye û gotiye:"Axxxx bacanên birajtî axxx! Xwezî min têr bacanên birajtî bixwara û bila nivîsandina çîrok û romanan li min û bavê min heram ba û hew" filan û fîstan.

Weleddddd 101 carî weleddd!

Bi her sê telaqên jinberdanê, gava axîna Helîm Yûsiv û bêhna bacanên birajtî hat min, hêsrên çavên min wek Çemê Dîcle û Feratê herikîn û Lotikxane li ber xwe birin. Lê min hişk pêl firênê Lotikxanê kir û bi zor û heft bela ew sekinand ha, yan na ez û Lotikxane çem û çem li ber avê çûbûn ellawekîl. Îcar a xerab, tembûra min jî tunebû go ez wek Brader musikî bikim kelek û gemî û pê birevim law, pekkkkk li vê tofanê li vê qiyametê!

Axir, dilê min bi kekê me Helîm Yûsiv şewitî, û hema ez rabûm min beroşek bacanên reş birajtin, min ew hûrhûrî kirin, perçiqandin, kîlok sîr xist navê, hinek xwê pê dakir, 55 hêkên qaza çelqand û bera ser bacanên birajtî da, min ew beroş bi rêya emaîlê ji Helîm Yûsiv re şand û min got:"De noşîcan be qurban, hema têr bacanên birajtî bixwe heta go zikê te bibe wek ê Mam Celal".

Ev tam 5 rojin min beroşa bacanên birajtî bi rêya emaîlê jê re şandiye. Îcar gihaye destê wî negihayê ez jî nizanim heyran.

 Heger teker û dolabên emaîlê bi rê de neteqin yan benzîna emaîlê xelas nebe, bi xêr û selamet wê beroşa me bi selametî bigihê destê Helîm Yûsiv û wê miradê xwe li bacanên birajtî bike û xelas.....