Helîm Yûsiv di stêrên esmanê bilin de Helîm Yûsiv ê şikestinan, kul, derd, şahî û têkçûnên Amûdê ye. Amûdê jî welatekî biçûk e, nimûneya herî rasteqîne ye ji bo Kurdistanê. Helîm zimanê Amûdê ye, na belê pênûsa ku Amûdê li ser rûpelan nîgar dike. Helîm Yûsiv bixwînin hûn ê Amûdê nas bikin, hûn ê civak û rewşa Kurdistanê nas bikin, hûn ê bibînin bi çi şêweyî evîndarî têk diçe û hûn ê xwe wek nişteciyekî ji Amûdê bibînin. Kî dizane ku Helîm ne ji Amûdê bûya dibû ku Mêrê Avis û Sobarto nenivîsandiba. Heta astekê mirov dikare bêje ku Helîm ne ji Amûdê bûya nedibû nivîskar. Tu kîjan çîroka wî dixwînî tu keçeke şewitî, evîneke têkçûyî, pûtekî sernixûz tê de dibînî ku Amûdê bi xwe ye, heta bi romana Sobarto ku tecrûbeya nivîskar a kesane ye, her wisan kesên Helîm di hemû çîrokan de diyar in, jixwe nivîsandin û afrandin tecrûbeya kesayetî ya nivîskêr e. Helîm di hevpeyivîneke xwe de dibêje: „Çîrok ji bo min tiştekî zatî ye, encama şewata ruh e. Şewata dil e, şewata hestan e. Çîrok gelekî girêdayî dil û hinavê mirov e. Her wiha girêdahiyê tecrûbeya wî/ê ya şexsî ye. Çîrok ji bo min berhema şewateke ferdî ye... (.tirej.net/hevpeyvin.htm) Dema tu wek zarokekî di civakeke şikestî û ji her tiştî bêpar mezin bibî û tu nikaribî tiştekî bikî, tu nikaribî guhertinan bikî, tu nikaribî kenekî biçûk li ser lêvên zarokekî biçînî, tu nikaribî şekirekî bi dest bixînî û heta ku tu şî nebî tu cografiyaya laşê jinê nebînî, tu yê bibî çi, tu yê bi çi şêweyî vê civaka çewt biguherînî ku tu ne nivîskar bî. Helîm dibêje: Nivisandin hewldanek e ji hewildanên tolhildanê. Dêmek nivîsandin hewildanek e ji bo tolhildan û guhertina civakê. Û ev yek di pirtûka Mêrê Avis û romana Sobarto de diyar e. Bandora hin nivîskarên cîhanî wek G.G.Marquez li Helîm bûye wek ku wî di hevpeyivîneke xwe de diyar kiriye. G.G.Marquez nivîsandinê wek geş û xweşkirina dil û can li dijî rewş û civaka wêran dibîne. Dema Mêrê Avis belav bû rihê Helîm rihet bû, wek çûkekî azad ji kêfan re firiya, ji ber gelek xirecir û axaftin li ser bû, ew tolhildanek ji tolhildanan bû. Her wisan Sobarto jî. Tolhildan jî berdewam in. Nivîskar dema ku berhemekê dinivîse tê de hewildana guhertinan dike û nerazîbûna xwe ji rewşa heyî diyar dike. Tifinga nivîskar pênûsa wî ye, meydana şer jî rûpel in, encam û kuştî jî xwendevan in; ew ên ku nivîskar bandora xwe li wan dike. Dema min pirtûka Jinên Qatên Bilind û bi taybetî çîroka ‘’ÇÎROKA KU NIVÎSKARÊ XWE KUŞT’’, xwend, min li şûna E. Xanî, Helîm Yûsiv danî. Dema ku min dixwend yekser tecrûbeya kesane hate bîra min. Helîm, E. Xanî wek nimûne aniye, lê wî ew çîrok li ser xwe û tecrûbeya xwe ya kesane nivîsandiye. Dema Mêrê Avis derket hinan gotin, divê Helîm bê kuştin wek çilo di vê çîrokê de hin kes hewl didin ku E. Xanî bikujin û çîroknivîsîn ev bi xwe ye, dema Mêrê Avis hate bîra min. Dema tu berhemekê binivîsînî û ew nivîs bandora xwe li xwendevanan neke, wan nekenîne, wan negirîne, ew berhem têkçûyî û beravêtî ye, bêwate ye û Helîm di her pirtûka xwe de wisan kiriye; axaftin, xirecir û bahoz rakiriye; ev yek jî bi şêwe û naveroka berheman ve girêdayî ye, nexwe Helîm dizane çi dike. Nivîskar çîrokê heta bi dawî bi şêweyekî sembolîkî bi dawî tîne. ‘’Laşê min î ku ji berî du hezar û şeş sed salî de li welatê min û mala min avêtiye û tu kes nabîne hat bîra min’’.(R 16). Mal û welat wekî cografiya pêk aniye. Dêmek laş wekî rih û milet pêk aniye. Jixwe vê yekê ji dema împaratoriya Medya de tîne zimên ku du hezar û şeş sed sal di ser re derbas bûye û ev rih, ev can, ev milet û ev laş miriye, ji ber ku bêxak e, bêwelat e, nivîskar dixwaze bêje; ku tu bêwelat bî, kes te nabîne. Nivîskar bi şêweyê xwe dixwaze bêjê ku zilm û zordariya li vî laşî dibe kes nabîne û li gor berjewendiyên welatan çav li ser têne girtin, “Hezkirin jinek e bi serê xeynî xwe difikire” (Rûp,14). Jiyana welatan li gor berjewendiya welatên mezin dimeşe. Jin û hezkirin wek sembol bi kar tîne. Dibe ku her xwendevanek li gor xwe van sembolan şirove bike, lê her û her encam yek e dema ku çîrok tê afirandin. Di eynî pirtûkê de û di çîroka duyemîn BIDARVEKIRINA POZEKÎ de, poz bi wateya şeref û namûsê pêk tîne, di vê çîrokê de lehengê çîrokê bi çandina dar û şînahiyê tê tawanbarkirin ”Tawanbariya Kerîmê Mîdî ew bû ku dara yekemîn di dîroka cîhana me ya zer de biçanda” (Rûp, 28). Ev yek ola Zerdeşt tîne bîra mirov û jê hatiye girtin. Jixwe mebesta nivîskêr jî ev e, kurdên ku di dema Medyayê de bawerî bi ola Zerdeşt anîbûn û ola wan ji ya yê ku ew bi çandina daran tawanbar kiribûn, cuda bû. Kerîmê Mîdî yê ku neviyê Medya ye. Nivîskar wî bi wateya miletê kurd bi kar tîne û her tiştên qalind di dîrokê de tîne zimên; “Hevalên min tune ne. Kêfa min ji min re nayê” (R29). Nivîskar vekirî li vir diyar dike ku heval, dost û piştgirên me kurdan nîn in; ku hebûna em ê ne di vê rewşê de bûna. Her wisan diyar dike ku em kurd jî ji hev hez nakin û ev yek rast e; gelek rojhilatnasan jî ev yek aniye zimên. Li devereke din nivîskar xwe li şûna Kerîmê Mîdî datîne û xwe wek cih û cografiya bi kar tîne: Ez kuxikek bi tenê û bê xwedî me 20/06/2005 Holenda |
