copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Zarokên bê zaroktî     

Husên Duzen

Pirtûka "Mêrê Avis" ne ji bo almanên, ku berî biçin seyranê bi lez wê ji pirtûkfroşê taxa xwe bikirin, bixin çenteyê xwe, ji bo ku ew wê di du hefteyên tatîlê de, li girava Mallorcayê bixwinin. Ji bo xwendina "Mêrê Avis" divê telefon girtî, ode bêdeng be, an jî xwendekar biçe devereke xalî, li bin siya darekê rûnê û bixwîne. Nivîskêr, wek wî bi xwe jî di pêşgotina çapa almanî de diyar kiriye, bi destê me digire û carinan rasterast, carinan bi riya sembolan û gelek caran jî bi agahdariyên di nav rêzan de veşartî, me dibe “cihên ku ne tenê ji aliyê dewletê, lê belê ji aliyê yezdên jî hatine jibîrkirin” digerîne, panoramayeke civaka derdora Amûdê derdixe ber çavên me. Pirtûk ji pênc beşan pêk tê. Li her beşekî ji wan navê elementekî hatiye kirin. Çar ji wan elementên bingehîn ên felsefeya Empedokles in: ax, av, agir û ba. Li gor vê felsefeya yewnanî ya xwezayê, evîn û nefret, nêzikbûn û jihevdûrketin, hêzên bingehîn ên gera çerxa cîhanê ne. Nivîskar wek elementê 5emîn ‛xwîn’ jî lê zêde kiriye. Di vî beşê bi navê ‛xwîn’ de tenê çiroka “Mem ji Mirinê Şiyar Dibe” heye, ku dîrok, çarenûs û zilma li ser Kurdan ji xwe re kiriye babet. Memê ku piştî sedsalan ji mirinê radibe, dibîne ku hîn rewşa Kurdan a bixwîn dom dike. Ne bêsedem e, ku di çend antolojiyên kurteçîrokan ên ku vê dema dawî derçûn de ev kurteçirok ji aliyê berhevkerên kurd ve hatiye hilbijartin, ligel ku ji aliyê teknîka çîrokê û herikîna zimên ve ne çîroka herî biserketî ye jî. Di vê kurteçîrokê de agahdariyên dîrokî û rewşa Kurdan a niha li Cizîra Botan hatine vegotin, lê diyalog lawaz in, fîgûr ne xurt in, jiyana wan a hundurîn -tevî lehengê çirokê Mem jî- ne diyar e. Berevajiya kurteçîrokên din vebêjer, derbirîna xwe bêhtir li ser bûyerên li derve ava dike.    Protagonistên gelek çîrokan sofî ne, ku di heman demê de derewîn û dizên civakê ne jî. Helim Yûsiv, fîgurên xwe di têkilîyên dûrî aqilan de derdixe pêş xwendevanan, lê ew wek pîra vebêjerê çiroka “Peymanek bi Ezraîl re” mirovên civaka kurd in. Pîra Fatê, ya ku li dijî daxwaza kurê xwe derdikeve û naxwaze ji gund biçe li Qamişlo bi cih bibe, dapîra Yaşar Kemal a ku gava malbata wan ji Wanê ji gundê Ernisê ber bi Çukurovayê ve koçeber dibe, gelek caran bi rê de xwe ji wan didize û bi paş de direve, tîne bîra mirov. Her wiha pîra Xezalê ya romana Sileman Demir ‘Koç’ ê jî zaf di ber xwe dide ji bo ku nehêlê malbata wê di encama şerê van salên dawî de ji gund koçeber bibe. Pîrika Helim Yûsiv, serhişk e, her dixwaze bi ya xwe bike. Sê caran ji mirinê radibe, ew ‘pisîkek heftcanî ye.’ Li vir jî, di nav rêzan de, gelek rastiyên civaka kurd tên derbirîn. Wek mînak; pîra Fatê, di temenê xwe yî pêşketî de bêhemdî navê mêrekî bilêv dike ku ne yê mêrê wê ye. Gava vebêjer jê dipirse bê ew kî ye, diyar dibe ku ew berî bi pêncî salî evîndara wî zilamî bû, lê piştre neçar mabû ku bi pismamê xwe re, bi kalikê vebêjer re bizewice. “Ev rewş hetanî îro heye ku pismam bi darê zorê dotmamê ji xwe re dike jin.” (M.A 23) Di gelek kurteçîrokên vê pirtûkê de, em pêrgî mirovên ku hev dixapînin dibin. Di çiroka “Tekerê Sofi Teker” de, Sofî Teker, hespê Şerîfo didize. Mele Ehmedê ku ‘devê xwe bi zendika xwe paqij’ dike, dikeve nav wan. Piştî ku Sofî Teker, sê caran destê xwe li qalikê şîn ê radyoya xwe dixe, wek ku li Quranê xistibe, Şerifo hespê xwe jê re dihêle û diçe. Piştre rewşa wan a diravî wan dike şirîkên hev ên diziya zebeş û talikan. Di dema diziya li nav bîstanan de, Şerifo li ser stûyê Sofî Teker siwar dibe û bêyî ku lingê wî bigihîje erdê zebeş û talikan kom dike, Sofî Teker jî bi vî awayî destê xwe nade zebeş û talikên diziyê. Gava a dinî rojê, xwediyê zebeş û talikan tê, her du jî sond dixwin; Şerifo sond dixwe ku lingên wî bi erdê bîstanê xwediyê zebeşan nebûye, Sofî Teker jî sond dixwe ku destê wî bi zebeş û talikên wî nebûne; sondeke derew-rast dixwin.    Nivîskar di van çirokan de bêhtir li ser civaka kurdan rawestiyaye; fen, derew û tadeyên ku însanên Kurd bi xwe li hev dikin diyar kirine. Di gelek kurteçîrokan de derdor tije leşker û zilamên îstîxbaratê ne; carinan rasterast û carinan jî bi sembolan ev rewş tê diyarkirin. Di kurteçîroka “Mêrê Avis”, ku pirtûkê navê xwe jê wergirtiye de tadeyî û neheqiyên ku bi destê dewletê li kurdên binxetê hatine kirin, tên vegotin, bêyî ku vebêjer dev ji awayê vegotina xwe ya bi henekî berde û awirên xwe ji ser civaka kurdî bide alî. Lehengê çîrokê Benîşto, li ‘biyaniyan’ difikire û ji xwe re dibêje: “Duh erd birin, îro bênder birin, sibê, ji sedî sed wê malê jî bibin.” Ma ne gotineke gelêrî ye ku mirov di rewşên wisa de ji kerb û jana hundirê xwe avis dibe, çi jin be, çi mêr be.    Li ba Helîm Yûsiv rewşa zarokan cihekî taybet digire. Di kurteçîroka “Tahtîla Oksijenê” de nivîskar bi protagonistê xwe van peyvan dide gotin: “Gelo min zaroktî dît? Ez bawer nakim. Xortanî, ez bawer nakim. Kalbûnê, temenê min tev de ji xwe re bir.” (Mêrê Avis:130) Ez bawer im ev hevok mifteya gelek tevgerên fîgûrên Helim Yûsiv e, ku gelekên ji wan zarokên Selîm Berekat tînin bîra mirov, ku bi qabqabikan pêl jîjoyan dikirin ji bo ku serê wan ji qalik derketa, da ku wan karibûya ew ser jê bikirina; û piştre jî bi hêsanî bigurana. Wek mînak; gava vebêjerê kurteçîroka “Tîskên Kerê Spî” qala kurê cîranê xwe Paloyê ku dev ji dibîstanê berdabû dike, wisa dibêje: “Ji lingan ker û pisîk girê didan û dest bi jêkirina terî û kîr û guhê wan dikir.” (M.A.12) Ma Selîm Berakat ji bo zarokên Qamişlo (û Amûdê?) di “Sîsirkê Hesinî” de negotibû; “Em zarokine bêzaroktî bûn. Û mezinên me jî xwe bi hovîtiya me paye dikirin.” Helîm Yûsiv, civaka derdora xwe baş nas dike. Ji bo ku rewşa fîgurên xwe ya niha vebêje li rewşa xerab a zarokan vedigere. Ew dizane ku zarokên di bin sixêf û lêdanê de dijîn, kîn û kerba xwe di hundirê xwe de hiltînin hetanî ku wek mezinan derfet bikeve destê wan, an jî kerba xwe di serê rawirên ji xwe lawaztir re derdixin. Ma ne ezmûneke mirovantiyê ye: Heta ku mirovê tadelêbûyî karibe neheqiyê li kesên din bike xwe bihêz dibîne. Ma gelo sedema ku siyasetmedarên Kurdan gelek caran bêtolernas in, naxwazin kesek ji wan pê ve hebe, rexneyekê li siyaseta wan bike jî ne ev e? Ji bo têgihiştina sosyal-psîkolojiya civata kurd gelek agahdarî di van kurteçîrokên Helîm Yûsiv de hene.    Pirsiyarek heye ku gelek caran tê dubarekirin, ka bê gelo wergera berhemekê, dikare ji berhemê çêtir be? Li gor min vê pirtûka ku ji aliyê Heidi Karge bi alîkariya nivîskêr hatiye wergerandin ji bo elmanî bi gelek aliyên xwe bersîveke erênî dide vê pirsiyarê. Di hin cihan de hewa henekî ya zimanê orîjînal di wergerê de lawaz maye, lê diyar e ku wergêrê bi berpirsyarî karê xwe kiriye; ku ji bo herika derbirînê pêwist dîtiye, di devernan de hevok lê zêde kirine. Wek mînak; di destpêka kurteçîroka yekemîn “Tîskên Kerê Spî” de, ji bo destpêkeke xweştir ev hevoka ku di kurdî de tune ye, kiriye destpêka çîrokê: “Zilamê kal Usivê Dêhno, li malê birîndar di nav nivîna xwe de xwe dirêj kiriye. Hişê wî yekcar tevlihev e û ji mêvanên xwe re qal dike bê çi hatiye serê wî.”(S.M.11) Di deverên ku di orîjînal de likumandin hene jî, bi alîkariya nivîskêr mînakên zehf xweş ên wergerê hatine pê. Wek mînak: “Vegeriya odeya xwe. Kenê wî bi dirav hat. Kursî ew bi girî vekir û gava ku ew maç hat bîra wî (ji girî û ken) bû-digiriya û dikeniya- û bi tiliyên lerizî deftera têbîrên xwe pel bi pel çirandin.” (M.A.121) Wergera ji wergera bi Almanî: “Ew vegeriya odeya xwe: Gava wî dirav dîtibû keniyabû. Gava wî kursî dîtibû giriyabû. Gava ku jinê ew maç kiribû hem keniyabû, hem jî giriyabû. Ligel ken û giriyê di heman kêliyê de hîngê wî bi tiliyên lerizî rûpelên deftera bîranînên xwe yek bi yek çirandin. (S.M.104/105) Wer xuya ye ku wergêrê hevokên wek “Yê ku di bizina min e, ez ê di çêleka wî nim!”, pir tazî dîtine û di wergerê de piçekî guherîne. Wergera vê hevoka jor: “Ku kesek tiştekî bi bizina min bike, ez ê tiştekî bi çêleka wî bikim.” Diyar e ku Heydi Karge ne ji Amûdê ye. Bi tevayî wergêrê karê xwe zehf paqij kiriye, bi gelek têbiniyan, xwendevan agahdar kirine. Lê mixabin ne her tim: Gava ku bijîşk (“Bûyerên Sala, 2014Z”) xîtabî nexweşê xwe dike û dibêje: “birazî...” wergerê ew kiriye: “Nexweşê delal…”, xwezî di rewşên wisa de bi têbiniyekê bihata diyarkirin ku Kurd ji kesên biyanî re jî di rewşên wisa de, wek xitab “birazê” an “pismam” dibêjin. Bi vî tehrî dê xwendevan bêhtir li ser çand û zimanê ku ji bo wî nenas e, serwext bibûya.    Di gelek beşên kurteçirokên Helim Yûsiv de, jiyaneke absurd, jiyaneke dûrî aqilan pêrgî mirov tê. Nivîskar, jiyana rojane û çanda gelêrî tevî hev dike, di nav hev de distirê û jê jiyaneke absurd tîne pê. Fîgurên di van çîrokan de serberdayî derdikevin pêş me, surrealîzma Andre Breton tîne bîra mirov. Çu instanzên kontrolê tune ne. Ne tiştê ku divê bibe, an yê ku tê xwestin, lê belê tişên ku dikare bibe, tê vegotin. Normên exlaqî, daxwazên civaka derdorê ne babetên Helîm Yûsiv in. Ew di van kurteçirokên xwe de bêhtir tiştên ku wî li derdora xwe dîtine not kirinê, xwestiye, ku xwe bi jiyaneke rasteqîn, ramanên gelêrî yên civaka ku ew tê de dijî, bisînor nehêle. Di gelek cihan de hişê mirov wek qada kontrolê û nîzamê winda dibe. Xeyal, daxwazên ku ji hundirê mirov tên derdikevin pêş. Di rabûn û runiştina gelek fîgûrên "Mêrê Avis" de jiyana rojane û xewn û xeyal tev li hev dibin. Mîna teoriya S.Freud hişmendî û bûyerên li derveyî hişê mirov dibin yek. Dibe ku surrealîzma Fransa ya navbera her du şerên cîhanê, bandor li hin nivîskarên ereban kiribe û –di ser Selim Berekat re- xwe gihandibe kurteçîrokên Helim Yûsiv. Li gor rexnegirê ereb Şewqî Bexdadî, Helim Yûsiv di van çirokan de “dihêle ku carinan mirov bi kesên çirokê bikene, carinan jî dihêle mirov bi xwe bikene.” Li gor rexnegira Alman Judith Wolf, mirov “di gera di nav kurteçîrokên Helim Yûsiv re piştî ku mirov kêliyekê bi tinaziyekê ji kena dipeqe, di kêliya bi dû re dîsa hêsirên mirov tên jî.” Dibe ku xwendevanê kurd bi halê fîgurên van çîrokan bigirîn û careke din bigirîn. Hamburg, 16.07.2005 1) Helîm Yûsiv, Der schwangere Mann(S.M), Kurteçîrok, wergera ji Kurdî bo Almanî: Heidi Karge, Weşanxaneya Unrast, Münster(Almanya) 2004,161 r. 2) Helîm Yûsiv, Mêrê Avis (M.A), Kurteçirok, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 1997,184 r.