copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Helîm Yûsiv: Çîroknivîsê ku ji mirinê jiyanê vedijîne

Nezir Melle

Di cîhana nivîsên Helîm Yûsiv de, mirovên kurd xwe şilfîtazî dibîne. Bi hêrs û bêdudilî Helîm destê xwe diavêje perdeya civakê, wê tîştîşî dike û tiliyê datîne ser birînê; eyb û nexweşiyên civakê bi tekûzî di hundirê hunerê de dihone. Ev wêrekbûna wî bû bela serê wî ku dijminê wî ne tenê desthilatdarên kurdan bin, lê belê bi hetanî endamê civaka paşketî û paşverû lê har û dîn bûn û ev bû sedema ku îroj ew bi xwe êşa koçberiyê dikişîne û welatê xwe terk kir.. Çîrokên Helîm, ji mirinê jiyanê vedijîne û mirov li hember mirin û trajediyê dikenîne; di heman demê de, li hember xweşiyê kevirekî giran di serê civakê de diteqîne û ji nû ve ew civaka paşketî li ser lingê wê dihedilîne û dibêje ‚ “ aha va ye cîhana mirovatiyê, de rabe kurdo bimeş.“
Helîm, bi teknîkeke nûjen û bi peyvin rojane û bi şêweyekî seyr çîroka kurdî dinivîsîne, bi wî rengê xwe yî taybet navê xwe li jora piramîda wêjeya kurdî ya nûjen danî.
Helîm Yûsiv lawê civakek ku ji hemû hêlên jiyanê ve xwedî pirsgirêk e, nakokiyên dijwar ji berbanga dîrokê ve rehên xwe di civakê de û di derûniya mirovên kurd de kûr birine xwarê. Helîm çavên xwe vekir ku welatê wî bindest e, mîna hemû zarokên kurdan. Helîm jî di dibistanê de ji sinifa yekê de êşa vê bindestiyê kişand. Dema dît ku li dibistanê zimanê dayikê qedexe ye, di mêjiyê wî de gelek pirsên bêbersîv dikirin zimînî. Ev jê re bûbû gencîneya lêgerîna jiyanê ku karibe rojekê bersîva wê qiriktaliyê bide. Li kêleka vê sosreta kesnedîtî ku ji bo Helîm bûbû bingeha nivîsandinê û bi taybetî bi zimanê kurdî wî çavên xwe li ser nakokiyên giran ên civakê û tekoşînê vekirin; tevlihevbûn û metodên jiyana malbata kurdî û têkiliyên hişk û ziwa û ecêb her rojê pirsin nû li ber Helîm vedikirin. Helîm di nav vê civakê de mezin bû ku li kêleka Xwedê û pêxemberan Marx û Darwîn hene. Civaka şêx û sofiyan û civaka komunîstan di heman odeyê de dijîn û di hundirê wan de xiyaneta ideolojî û xapandinên mezin û berevajiyên aşkere hene. Xaleke din ku Helîm her roj pê re dijiya, tekoşîna gelê kurd e; serkeftin û şikenandinên wê, êşeke siyasî bêderman li Helîm dihate peydekirin.
Di bin van mercan de Helîm dest bi nivîsandinê dike û ew bi xwe bi awayekî tûj van tiştan di çîrokên xwe de tîne ziman.. Ji berhema yekemîn a Helîm, (Mêrê Avis) hate fêmkirin ku Helîm civakê şayîk nake û xwe mirovekî şelaf diyar nake, lê belê civakê xweşik dike; ji endamên civaka kurdî re nabêje, bijî ji te re û aferîn’, lê dibêje, ‚tu dimirî, tu li paş van rûçikan sed rengê mirinê vedşêrî.’ Û bi rêbazeke tûj civakê rexne dike, heta ku hinek şewat di laşê wê de çêbibe.
Dema ku berhema wî (Mêrê Avis) kete destê min, ez li ber navê wê matmayî mam, gelo çima Mêrê Avis? Piştî ku min xwend, ez tê gihîştim ku Helîm dixwaze bêje ku li vê erdê her tişt bi sosret e; ji mirovan hetanî bi dar û lawiran ji derveyî perensîbên jiyanê dijîn. Mîna ku dixwaze bêje li vê civakê mêr jî dikare avis bibe û ne tiştekî ecêb e. Bi rastî jî desthilatdarên Kurdistanê û xerabên civaka kurdî dikarin mêran jî avis bikin.
Belê, di naveroka çirokên Helîm de, civak rot û liba dibe û Helîm bi serê pênûsa xwe zûxirên bi gincir lê dibarîne, ew çermê qalind û derewîn bi wan zûxiran didûrîne… Helîm bi berhema Mêrê Avis, rêbazeke nû û modern anî nava çiroka kurdî ya zaravayê kurmancî. Çawa bi xortî serê xwe xist nav nakokiyên civakê û bi tundî ew rexne kir, wisan jî rexneya çîroka kurdî kir; rê ji nivîskarê çiroka kurdî re vekir ku ji şêweyê nivîsandina folklorî rizgar bibin. Hinek nivîskarên sexte ji vê pêşketina çirokê aciz bûn, di bin bahaneyen din de êrîşî Helim kirin, -halê wî ji destê sofî û serseriyan, dewletê û komunîstan ne bes bû îcar rewşenbîran jî ajot ser-… Li pey wê berhema hêja Helîm, du berhemên din xelatî xwendevanan kir, (Jinên Qatên Bilind) û (Mirî Ranazin). Di vê pirtûka dawî de alavên bidestxistina şêweyê taybet ceriband. Û Helîm riya xwe bi firehî di cîhana çîrokê de ronî kir. Di berhema (Mirî Ranazin) de, pirsên ku di pirtûka (Mêrê Avis) hatibûn, bersîvand. Çima Mêr Avis dibin? - ji ber welatê wî bindest e û bi sînoran parçe bûye, (û çiroka Gula Omeriyan Têlo). Ji ber desthilatdariya kevneperst li Kurdistanê hukm dike û çiroka (Cîhan ji avdestxaneyê tengtir e)… ji ber komarên dîn û çîroka (Komara dînan)…
Ji nivîsên Helîm diyar e, ku ew mîna nivîskarekî hez ji cih û mirovan dike; xwe mîna hêzeke bi aktîv ji bo guhertinê dibîne.. Pêşî karibe xwendevanê xwe peyda bike û li pey wê, pê re danûstandinê bike. Ev têkiliya wêjeyî ji bo kurdan pir zor e. Ji ber kêmxwendina bi zimanê kurdî. Ji lew re rola nivîskarê kurd ku xwendevanên xwe bibînin pir giran e, lê Helîm bi hilbijartina wî ji çiroka nûjen û rexneyî re dikaribû xwendevanên jîr ji bo xwe peyda bike; ev jê re mîna hêzeke manewî mezin e ji bo ku di warê nivîsandinê de berdewam bike; û berdewam kir û romana wî bi navê (Sobarto) hate weşandin.. Zaroktiya xwezayî, jiyana rojane û pirsgirêkên wê, şîrovekirina hezkirinê, têkoşin û siyaset, civak û mirov, nexweşî û xiyanet… zordestî û şewat… hat. Bi zimanekî şîrin tê ravekirin û roman dimîne cihê pirsê û rawestandinê, gelo Helîm li çi çareseriyê digere? Bi rastî çareserkirin ne ji jor ve tê barîn û ne bi pêşbînî û awiran derdikeve bazaran, bi şîrovekirin û têgihîştina zemîn û realîstê dest pê dike. Pirsgirêkên me ne ku çareserî tune ye, lê têgihîştina pirsgirêkê peyde nabe. Dema naskirina rewşa me û girêdana wê bi dîrokê ve ne diyar be, wê çareserkirina pirsgirêkên me mijgirtî bin. Tehlîl (şîrovekirin) û naskirina rewşa miletê me û lêgerîna rehên dîrokî û vekirina civakê hewcedarî mêjiyê mezin in… Mêjiyê mezin peyde bibin, civakeke ronî peyda dibe.