Destpêşxerî û hêvîxwazî
Sebrî Silêvanî
Dîsan ez dê li ser binemayên nivîskariyê birawestim, lê vê care dixwazim dubatê, ne tenê li ser hebûn, an nebûna binemayan bikim, belê li ser awayê pêkanîn û bikaranîna wan binemayan. Ji bo nivîskarekî sakar û seretayî hindek binema pêwîst in, da ku bikare karê xwe yê wêjeyî encam bide, mîna: behre, xwendin, lêkolîn, aşînabûn û pêdeçûn û htd(hwd)… Belê ji bo nivîskarê pîşesaz, her wekî nivîskarê romannivîs, bêhtir binema pêwîst in. Çimkî afirandina (çêkirin û avakirin) berhemeke wêjeyî a mezin, wek romanê, projeyek e û alav û amrazên xurt û taybet pêdivî dike, mîna: fantazî, teknîk, aşînabûn û berî hemûyan ziman; zimanekî saz û rewan ku bikaribe wergêranê (wergêrana wateyê) bike, eger pêwîst be. Belê, ya herî giring ew e ku bikaribe derbirînê bike.
Romana kurdî heye û ev rastiyeke çespandî ye, gerek e ku nivîskar û xwandevanê kurd vê yekê bi asanî werbigirin. Belê, mafê wan heye ku pirsiyar bikin ka romana kurdî di kîjan qonax û astê de ye? Ev dikare bibe pirsa rojgarê û bibe cihê têbînî û rexneyan, her çendî zimanê rexnegiriyê hêj nesaz e di civakê wêjeya kurdî de û sedemên cuda cuda hene.
Roman kar û hunereke pir rehend e û her tim bizavê li nav û derveyê cih û zemanan de dike û bi lêgerîn û hewldan berdewam dike û di berdewamiyê de dikare bigihe asta bîndariyê. Ji her karekî din bêhtir pêwîst e, bi taybetî ji bo neteweyeke çewisandî wek neteweya Kurd. Çimkî roman bi xwe bilind û vekirî ye, dûrî rastiyên reha û daxistî. Ango, dê bikaribe neteweyê ligel xwe bilind bike, vebike û pêrgî pirs û pirsiyarên nepenî bihîne.
Hindek sosyologên civaka ewrûpî, mîna C. Logaş û Goldmanî dibêjin: “Forma romanê bi binyada civakê ve girêdayî ye.” Eger em vê boçûnê li ser civaka kurdî bi awayekî kirdar analîz bikin, dê xuya bibe ku civaka Kurd (takekesê wek bingeh), hêj nesaz û herifî ye. Ew takekes, gereke bê avakirin û avakirin berî afirandinê ye. Her wisa, zatê takekesî bi xwe jî hêj nesax e, lewra mafê her kesî heye ku pirsiyar bike: takekesê/a nesax dê çawa bikaribe derbirînê ji civaka xwe bike? Derbirîn dê ne hêsan be, çimkî civak bi xwe wan takekesan diçewisîne, kêm dibîne. Belê di heman demê de takekes gunehkar e; çimkî ew jî civakê ji xwe kêm dibîne û bi hoyê nebûn, an lawaziya derbirînê, bandorên nerênî digihin prosesa afirandin û bîndariyê û wiha werara takekes û civakan pêkve girêdayî dimîne, her wiha werara romanê jî.
Gelek mijarên sereke di piraniya romanên kurdî de hene. Belê ez dê tenê li ser du mijaran birawestim, ji ber ku hêj lawaz in û pêwîstî bi pêdeçûn û lêkolîn û xwendinan hene mîna: Ziman: (teknîk, alav, huner) Derbirîn: (derbirîna pêkhateyên civaka kurdî, hişmendiya ku heye û ya ku gereke hebe)
Der barê zimên de, heta niha nikariye saziya xwe di karên wêjeya kurdî ya nûjen de wek bûnewerekî sereke û berdar biselmîne, ji ber gelek sedeman. Belê, sersedem nebûna zimanekî lihevhatî ye ku nivîskarê kurd bikaribe bi kar bine û her wisa xwandevanê kurd bikare werbigire. Lê, ev nayê wê wateyê ku nivîskar, bi taybetî romannivîs, wê yekê ji bo xwe bike behane û di akam de karek seqet û nesaz pêşkêşî xwandevanê kurd bike. Çimkî –wek ku min li jor amaje kirî– ziman binemayê sereke ye û berî ku nivîskar dest pê bike, gerek e ew binema –ne tenê hebe- belê saz û mukum û avaker be. Ew jî eger nivîskar bizanibe û bawer bike ku zimanî yasa û zagonên xwe hene û destpelînê dike, bêyî ku desthilatiya nivîskaran li ser xwe bipejirîne.
Ez dikarim bibêjim ku têgih û pêkhateya berfireh ji bo zimanî, di romana Sobartoyê ya Helîm Yûsivî de, heta radeyekê lawaz e. Belê di heman demê de wek derbirîn û endîşe heta eynî radeyê bihêz e. Ji aliyekî, zimanê romana Sobarto û gelek romanên din jî, wek awêneyê nesaziya şêweyê avakirina civakê, çand û wêjeya kurdî dide xuyakirin. Belê ji aliyekî din ve, saziya hewldan û destpêşxerî (însiyatîv) û asta hêvîxwaziya takekesane, ya nivîskarên Kurd (Helîm Yûsivî wek mînak) dide xuyakirin. Ango, serbarê lawazî û kêmasiyên zimanê Sobartoyê, ji aliyê rêziman û teknîkê ve, Helîm Yûsiv kariye di Sobartoyê wê mijarê bizoxîne û wek pirsek sereke –bêhemd- biavêje ser berkê, her çendî pirseke kevnar e jî. Belê, ji ber ku dema tengaviyan e, lewra girîngiya dubarekirina pirs û pirsiyaran pêwîst e û buhayê wan kêm nake.
Der barê xala din de, derbirîna civaka kurdî (Hişmendiya ku heye û ya ku gereke hebe), Helîm Yûsivî hewl daye ku derbibire, bêyî ku biwergêre û ev jî bi serê xwe hewldanek kês e. Belê heta kîjan radeyê kariye encam bide?
Bersîv dê zehmet be, çimkî hişmendiya ku heye her kes nas dike. Belê hişmendiya ku gereke hebe kîjan e? Awayên pêkhatina wê? Sîmayên wê? Zemîneyê ku li ser ava bibe? Li gorî kîjan felsefe û perwerdeyê? Li gorî kîjan binemayên dîrokî, sincî û kulturî? Ew hişmendiya ku gereke hebe, aya hatiye guftûgokirin? Heta kîjan radeyê karîn heye ku bê pejirandin, an redkirin?
Lê, tu bibêjî ku romannivîsê kurd serqalê vê pirsê ye? An tenê penayê ji bo romanê, wek berhemeke pêwîst ji bo neteweya kurd, dibe? Eger bersîv erênî be, nexwe çima heta niha bergehên wê hişmendiyê ne xuya ne? Jixwe eger bersîv nerênî be, ma mirov dikare bibêje ku romana kurdî gihaye asteke bilind ku êdî xwandevanan pêrgî pirs û mijarên çarenivîsî bike û pirsa hişmendiyê yek e ji wan? Bi nêrîna min Helîm Yûsivî, di romana Sobartoyê de hindekê –di navbera hişmendiya ku heye û ya ku gereke hebe de– hewl daye ku bi ser hil bibe, car nêzik dibe û car jî dûr dibe û ev jî li ser amraz û binemayên nivîskariyê yên xweyî dimîne, ango di wê mewdayê de lêgerîn pêdivî ye û ew jî mîna gelek romannivîsên din hewl dide. Belê hêj negihaye, ji ber ku ew mewda dûr û dirêj e. Dibe ku zehmet be ku kesek ji nifşê me bikaribe bigihe dawiya wê mewdayê. Belê hêsan e ku bikaribe hindek gavan biavêje. |