DESTÊN SPASDAR
Dilawer Zeraq
Mêrekî tînim ber çavên xwe; mêrekî ku ji her derê laşê wî destên bêkêr şîn dibin...
Û bi şînbûna her destekî bêkêr re, pirsekî dîtir di serê min de çêdibe û birînên di nav û dilê min de har û teşenekî dibin.
Gelo mirov rastî û rasteqîniya xwe û civaka ku tê de dijî, bi çend rê û awayan dikare bîne zimên..? Wêje û hunera vegotinê (vegotina kurdî ku kirasê nûjeniyê li xwe kiriye û ketiye nav hewla têgihîştandinê...) çi qasî rê dide vê yekê..? Gelo zimanê Kurdî ya heyî, ya axaftina rojane, (ku li bakur hew di çend navçe û gundan de maye) têrî vê yekê dike..? Heke na, nexwe mirov dikare bi çi rengî, bi kîjan zimanî, bêyî ku civakê pê biêşîne, vê yekê pêk bîne..? Helbet bersiva van pirsan bi qasî rê û awayan e jî. Lê belê; Dilawer Zeraq
Mêrekî tînim ber çavên xwe; mêrekî ku ji her derê laşê wî destên bêkêr şîn dibin...
Û bi şînbûna her destekî bêkêr re, pirsekî dîtir di serê min de çêdibe û birînên di nav û dilê min de har û teşenekî dibin.
Gelo mirov rastî û rasteqîniya xwe û civaka ku tê de dijî, bi çend rê û awayan dikare bîne zimên..? Wêje û hunera vegotinê (vegotina kurdî ku kirasê nûjeniyê li xwe kiriye û ketiye nav hewla têgihîştandinê...) çi qasî rê dide vê yekê..? Gelo zimanê Kurdî ya heyî, ya axaftina rojane, (ku li bakur hew di çend navçe û gundan de maye) têrî vê yekê dike..? Heke na, nexwe mirov dikare bi çi rengî, bi kîjan zimanî, bêyî ku civakê pê biêşîne, vê yekê pêk bîne..? Helbet bersiva van pirsan bi qasî rê û awayan e jî. Lê belê; vMin jî bersivek heye; Bi zimanekî îronîk; an jî bi gewdekirina îroniya ku di nav zimanê argo yê wê civakê de veşartî ye...
Camêrek heye, vê yekê di kurteçîrokên xwe de heta tu bêjî xurt û zîrekane pêk tîne: Helîm Yûsiv.
Belê ev çend sal in ku kurteçîrokên Helîm Yûsiv wekî stûneke xurt û zexm a vî zimanî, wekî deq û tekstên xetmê li ber serê min disekinin. Her gava ku ez li wan vedigerim, careke din jî rastiyeke civaka (min) Kurd, (ku jiyîn û vehewîna tê de êdî bûye qehremaniya ku êş û jan lê bûne kana çepik û pesindayînan...) wekî keleheke vê stûnê derdikeve pêşberî min.
Ziman û şêweya ku Helîm Yûsiv ji bo vegotin û kurteçîrokên xwe bijartine, ji bo têgihîştandinê dijwartirîn rê ye (belkî jî xweştirîn...); vegotina îronîk û hûrtinazî ya bi şêweya ku bêhna surrealîzmê jê tê; ku di şert û mercên îroyîn de bes zimanê argo yê zimanê Kurdî, rê û derfeteke fireh dide vê yekê.
Helîm Yûsiv baş pê haydar e ku divê mirov (bi taybetî nivîskar) çawan û bi çi rengî têkilî bi rastî û rasteqîniyê re deyne. Ew bi tewr û awayekî modernîst hem rabirdûyê, nirxên wê yên pûç û genîbûyî, bi dîtin û awirekî hişk û tundraw rexne dike û hem jî dilsozî û girêdaniya xwe ya ji veguherîn û nirx û hêjahiyên dahatûyê re, tîne zimên. Rexneyên ku Helîm Yûsiv di kurteçîrokên xwe de li nirxên pûç û paşmayî yên civakê dike, bes ne ji bo lidijderketinê ye. Yanê hema wisan li dijî adet û toreyên heyî dernakeve. Ew kurteçîrokên xwe de, bi hişmendiyeke xurt û gihîştî, bi her peyva xwe, bi her hevoka xwe, tiştên heyî ku Xwedê dizane(!) bê ji kîngê ve hene, dide ber cercereya zanînê û dikeve nav hewl û keftûlefta avakirina dahatûyê. Her wekî gelek kurteçîrokên wî, kurteçîroka “Mêrê Pirdest” heta serî li me gêj dibe, me di nav xweşî, dijberî, bêhişî, bîrûbawerî, êş û xem û çêr û henek û hûrtinaziyan de digerîne. Dilê min heye ku ez bi vê nivîsarê destê xwe bidim Mêrê Pirdest û -her çi qasî ji tewr, awa û teknîka nivîsandina kurteçîroka “Mêrê Pirdest” cudatir be jî- bi terh û awirekî dîtir lê bixebitim ku baş jê fêm bikim...
Çîroka “Mêrê Pirdest” berî her tiştî çîrokeke wisan e ku bi guhên yek ji rastiyên civaka Kurd digire û bi îronî û kenekî reş, wê li bin guhê erdê dixe. Ev çîrok, çîrokeke dilkevir e û li ser serhişkiya kurdan hatiye avakirin; (Tevî vê yekê jî dixwaze serê wê nerm bike...) Serhişkiya ku bi çavekorî bawerî bi dîn û olê aniye -ku ev bîrûbawerî, bawermendiya bi vî rengî red dike- û bi awayekî qederperestî jî hew pê ve maye û wexta dimire jî spaskirina li Xwedê, ji bîra nake...
Nivîskar bi hevoka “Nebêjin zêdeyî du destên wî hene...” dest pê dike, xwîner vedixwîne temaşaya jiyana trajîkomik a civakê; pêş de diçe, bi hevoka “na, ev baweriya min e.” hemû gunehên ku dê bi vegotinê pêk bên, li ser milê xwe bar dike; û pê re jî bi gotina sofî, “çawa mêrekî bi du destan tenê wê tirî bifiroşe û.....” dide xuyan ku kana şaşîtiyan Mêrê Pirdest bi xwe ye. Bi vê hevokê em hay jê dibin ku kesê kurd (bi taybetî mêrê kurd) bi xwe destan li xwe zêde dike; di heman demê de destên xwe dirêjî çend karan dike û bi destên bêkêr ji rûniştinê diweste, aciz dibe.
Nivîskar bi pêhisandina vê yekê şaş dimîne; (ji me, ji xwîneran dixwaze ku em jî pê şaş bimînin; Lewra heke mirov bi tiştekî şaş û behetî nemîne tê wê wateyê ku mirov di nav banekî û hînbûyînên xwe de fetisiye...) Me jî dike hevparên xwe yên dilsoz û li sedema tiştê ku ew şaş û metel hiştiye, digere, kifş dike û vedibîne; bîrûbaweriya ku bi çavekorî dil û mêjiyê sofî pê ve ye û her li ser xîmê “spasiyê” (hemdlêkirin) ava bûye.
Lawê mêrik (Sofî: ku sembola mêjiyê kurkisî yê mêrê Kurd e) pûç ji diya xwe dikeve: Yanê pûçîtî ji zikmakî ye û ji dayikbûnê dest pê dike. Lê sofî bêdeng e û li ser spasî û bîrûbaweriya xwe ye. (Li vir bi awayekî zîrekane “Ji dayikbûn, çêbûn û ji diya xwe bûn” nehatiye bikaranîn. “Ji diya xwe ketin” ji bo ajal û heywanan e; û bûyîna pûç, bi zimanekî argo yî îronîk tê rexnekirin*)
Hema pê re lawik di xortaniya xwe de dimire; Li vê derê nivîskar nezanî, naşîtî û nestewîna civaka kurd a di bîrûbaweriya xwe ya kevneoldariyê de radixîne darî çavan. Lewra ji xeynî mirinê, tu rê û çare ji ramana xav, naşît, hişk û negihîştî re tune ye. Gotina “..... mirina lawekî lingpûç e....” bi sofî dide gotin û vê baweriyê wekî baweriyeke lingpûç ku bi temamî erd nagire, mehkûm û rexne dike.
“Ez bi terektorê cot nakim, hetanî ku kerê min î şamî sax be li ser rûwê erdê.” Terektor: sembola nûjeniyê; û pêşketina civaka ku bi hiş û bîra xwe ve gundî maye. Ker: sembola bêhişiyê; û serhişkiya ku bi tenê bi zext û çokirinê gavan bi pêş de diavêje. Nezanî û bêhişiya ku hay ji şûndemayîna xwe nîn e; her ji vê hayjênebûnê kêfxweş e û vê yekê wekî pesindarî, merîfet û serbilindiyekê dide der.
Wêneyê ku bi (ne)dîtina sofî divê neyê temamkirin, baş me pê dide hisandin ku di baweriya olê de şiyana afirandinê bi tenê li Xwedê hatiye bexişandin. Bi ser de jî gotin û navlêkirina sofî ya (qaşo) tinazpêkirinê, “Bijîşka mîzê” jî bêqîmetiya huner û afirandinê ya di civaka Kurd de, radixîne darî çavan. Bi vê re jî bi gotina “Xelk çûne ser heyvê û hîn tu berradû van wêneyan didî?” û bi îroniyeke xurt, em careke din jî bi rewşa trajîk a sofî ku hay ji hişyarî û zîrekiya xelkê heye, lê ji nezanî û bêhişiya xwe tune ye, pê dihisin.
Haya sofî pir baş ji xasî û têrbaşiyê jî heye. Qala reng û demên gihîştina tiriyan dike û bi ziman û dîtineke sofiyane başî û çêjdariya Tiriyê Mezrone tîne zimên û balê dikişîne hêjahiya yektatiyê. Û vê başiyê bi gotina “Mêr divê wisa be yan jî bila tunebe.” tîne ser mêrbûna xwe û xwe lê dike xwedî. Deqê mêran e...; qala desthilatdariya xwe ya kevneşopî ku hêza xwe ji bêhêziya jinan digire, dike. Mêr e, dixwaze bi dest û lingên xwe neh karan bi hev re bike, lê çi seyr û ecêb e, dîsa jî ji rûniştinê diweste...
Nivîskar bi hevoka ku bi sofî dide gotin:“ .... divê mirov bi kêrî xwe bê (wî hay ji bêkêriya xwe tune ye), şeytanê kor gotiye (Şeytan kor e, lê şiyana wî ya dîtinê nîn e): Ê ku bi kêrî xwe neyê ez ê li diya wî siwar bibim. (Şeytên vexwendî li siwarbûna diya xwe dike..)” hem celeba kurmê ku ketiye nava can û laşê sofî û her wî dixwe, hem jî rewşê aşkeretir dike.
Hevoka ku sofî piştî pesindayîna jina xwe, dibêje; “Kî pişta xwe bi Xwedê ve girê bide....” hevoka stûnî ya vê kurteçîrokê ye ku bi piştgirêdana li Xwedê (a ku bi bawermendiyeke pûç û beredayî jê hatiye bawerkirin...) mesaja xîmî û esasî tê dayîn û girêka civak û kurteçîrokê tê veçirandin. Û hema pê re jî agir bi mala sofî dikeve; bes riyek tenê heye ji bo xwestina alîkariyê; telefon. Lê çi mixabin xerabe ye. Û ka bêje ji ber çi ye, Xwedayê sofî ku tim spasiya xwe lê dike, bahozeke xurt derdixîne û li şûna destê xwe deyne ser pişta sofî, alîkarî li şewatê dike. Û gotina wî ya “Spas ji Xwedê re ku çûyîna mal û jinekê ye û ne tiştekî din e” dike ku mirov ji behecan pirça xwe ji xwe bike.
Tevî van hemûyan, nivîskar berî ku çîrokê biqedîne, bi hêviyeke dawîn dixwaze ku bila ev yek tev de xewn bin; xewnereşk bin, da ku qet nebe heq û hêjahiya bîrûbaweriya ji dilpakî û hişmendiyane bidiyê. Lê piştî ku rewşa heyî careke din jî li ber çavan şênber dibe, îcar nivîskar bi dilkevirane destên ku di destpêka kurteçîrokê de qala wan kiribû, ji nav laşê sofî şîn tîne û ji bo xatirê aqûbeta civak û kurteçîrokê, sofî bi ceza dike. Her wiha riyeke tenê dimîne: Mirin.
Nivîskar sofî dikujîne. Lê dîsa jî gumanek di dilê wî de maye; ji ber ku nivîskar ligel modernîstiya xwe piçekî reşbîn e, di guherîn û veguherîna dîtin û ferasetên kesên wekî Sofî de, zêde jî ne hêvîdar e (ji ber vê yekê mirina wan jê re wekî çareya dawîn tê xuyan...); û bi dengê nav û dilê xwe dibêje, “Ji sedî sed apê min di zikratê de digot spas ji Xwedê re ku ez ê bimirim û ne tiştekî din e.” Û navê apê wî yî ku heta dawiya (wî) û kurteçîrokê, “Mêrê Pirdest” e, bi mirina wî re hîn îronîktir dibe: “Sofî Spas”
Hema li vir, dixwazim hêmaneke din (ku pir bi zanîn û hostetî hatiye bikaranîn...) rave bikim: Çawan tê zanîn di civaka Kurdan de, feqî, sofî, seyda û mele, ên ku di medreseyên gundan de digihîjin, tu car di hemdlêkirina Xwedê de nabêjin, “Spas ji Xwedê re.” Belê ew dibêjin: ‘Mala Xwedê ava’, an jî ‘Sed hemdûsena ji Xwedayê mezin re’ û hwd. Ji ber ku peyva “Spas” di riya zanîn û xwendina berhemên Kurdî re ketiye nav zimanê Kurdî. Nivîskar bi riya “Spas” ê, nezanîn û lihevneguncîna Sofî û zanistê, dide ber îronî û hûrtinaziyan.
Belê dibe ku zimanê Helîm Yûsiv, wekî teknîk, metod û şêweya ku ew bi kar tîne û pê dinivîse, ji bo roja îroyîn, ji bo xwînerên (xwendevanên) Kurdî, bibe sedema jêfêmnekirinê...
Lê heke em rengê pirsên xwe yên di destpêka nivîsarê de biguherînin û bêjin; civakeke girtî û xweşûndehiştî(!), çawan dikare xwe veke û aşkere bike? Em dikarin bêjin; bi hêz û efsûna peyvê; bi wêje û vegotinên wêjeyî, ku ji nav jiyan û şert û mercên rastiya wê civakê pijiqîne; û bi çi “îzm” a huner û wêjeyê, bi çi şêwe, rê û rêbazê dibe bila bibe, pênûsa xwe (wekî derziya “Fostan”) di birîna civakê re kiriye û hubrê niqut bi nuqit dadirijîne navê... û her wiha em dikarin bêjin wê ev hubr bibe dermanê serhişkî û bêhişiyên hezar salan û êdî hew destên zêde û bêkêr di laşê mêrên kurd de şîn bibin û Sofî nema destên bêkêr vekin û bibêjin: spas!
* Li vir divê ez bala we bikişînim ser bikaranîna peyvan a herêmî: Ji ber ku li herêma me, tenê ji bo ker, hesp, hêstir û deveyan “Ji diya xwe ket.” tê gotin. Nirxandin û ravekirina min li ser vê yekê ye. |