copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger
 

Çend rawestgehên giring di romana Kurdî de

Helîm Yûsiv

Bê guman pir zore, di hundir rewşeke mîna rewşa kurdan ya îro de, mirov karibe rewşa romana kurdî, bi hemû zaravayan û li her deverê, bide ber neynika nirxandinê.Ji ber hin sedemên ku tên zanîn,roman jî weke hemû beşên din yên wêje û toreya kurdî,maye li derveyî nirxandin,rexnekirin û lêkolînên berfireh.Di vê çarçovê de,ez dixwazim bêtir giraniyê bidim berhemên kurdî yên ku em -kurmancîaxêv-jê agahdarin.Bi dîtina min,dê ev salên li pêşiya me rê bidin pêşketinên mezin di nivîsandina vî zaravayî an vî zimanî de.Hem ji ber pêşveçûn û guhertinên li bakurê Kurdistanê ku, bi dehan weşanxane û alavên çapemeniyê hatine avakirin, û hem jî piraniya kurdan kurmancîaxêvin,nexasim ku bingeheke xurt,ji bo kurmanciyê,li ser destê yekemîn nifşê rewşenbîrî,hatiye peydakirin, û bi taybetî rola Celadet Bedirxan û kovara Hawarê.

Qonaxa yekem:

Destpêka romana Kurdî

Romana(Şivanê Kurd) ya Ereb Şemo di sala 1930 î de,bi tîpên kirîlî,hatiye çapkirin. Di kurdî de ev romana yekeme,ango romana kurdî bi berhemên Erebê Şemo destpêkiriye.Piştî Şivanê Kurd ev romanên wî derketin, Jiyana bextewar 1959 - Dimdim 1966   .-Hopo 1969.Ev roman bi tevayî piştî sala 1974 an,an di salên heyştêyî de,bi tîpên latînî,derketin.Weke mînak Dimdim cara pêşî sala 1966 an li Êrîvanê bi tîpên kirîlî, sala 1974 an li Mosko bi wergera rûsî,û sala 1975an li Bexdayê bi zaravayê soranî û tîpên erebî çap bûye.Di sala 1983an de bi tîpên latînî ji weşanên roja nû li Stokholmê derketiye.Di van berheman de Erebê Şemo sitûnên bingehîn yên romana kilasîkî,ya weke romana sedsala nozdan tê binavkirin,peyda dibin.Bi kurtî, ev roman xwe dispêrin bûyer û îdolojî ya atmosfera wan salên awarte ji temenê mirovayetiyê,ango salên di navbera her du mezintirîn şerên cîhanê de 1917 - 1945, lê reh û saxên mijarên romanên wî xwe berdidin kûrahiya tirajediyên kurdî ji berxwedanên dîrokî bigre ( Dimdim) heta bi rola kurdan ya erênî di avakirina Sofxoz û Kolxozên sovyetê de( Şivanê Kurd)bi giranî cîhana berhemên Erebê Şemo radihêjin bêhna reyalîzma sosyalîst ya ku weke dibistaneke wêjeyî û hunerî hate naskirin.Vê dibistanê, an ekolê, bi hatina şoreşa oktoberê re - 1917 - destpêkir û bandora xwe li ser nivîskarên çepgir li hemû deverên diyayê hişt,herweha di piraniya wêjeyên zimanên din de jî ev bandor eşkere bû.Nivîsandina romana kurdî ya destpêkê,ne bi tîpên latînî an erebî,bi tîpên kirîlî,ne ji valahiyekê hatiye,belê ev yek girêdayî rewşa dagîrkirina Kurdistanê bû ku, hemû derî û pencere li zimanê kurdî girtibûn,lê encama berxwedanê li Sovyetê ber da, çimkî ew dever mabû pencereya dawî ji bo afirandina kurdî.Piştî salên 1950 - 1960 tevgera kurdan ya hemdem dihate sazkirin.Komara Kurdistan li Mehabadê hate damezrandin û piştî demeke kin hate hilweşandin.Pişt re navenda vê tevgerê li başûrê Kurdistanê bi cih bû.Di 1961 ê de şoreşa eylûlê destpêkir û heta 1975 an dewamkir.Vê şoreşê ji hêla siyasî,civakî,û rewşenbîrî de bandora xwe gihande  seranserê Kurdistanê.Di nav wê xirecira siyasî de, û li ser destên çend birêveberên tevgera siyasî ya wê demê,li rojhilat Rehmî Qazî romana (pêşmerge) û li başûr Ibrahîm Ehmed romana ( Jana gel) derxistin.Di pêşgotina vê romanê de hatiye nivîsandin( Nivîsandina vê romanê digihêje sala 1956 an,lê aloziya zeman wisa lê kir ku piştî deh - yazde salan bê belavkirin...Rûpel 9,Kemal Fuad,li başûr,21.10.1971 dane ya kurmancî ya bi tîpên latînî,ji wergera Elî Şêr -Apec-1992). Li aliyê din jî,li rojhilatê Kurdistanê Rehîmê Qazî romana pêşmerge dexist.Ev roman di sala 1960 î de,li Êrîvanê.Di sala 1962 an de li Bexdayê, tê çapkirin.Di sala 1964 an de li Bakûyê,bi zimanê Azerî tê weşandin.( Pêşgotina çapa kurmancî bi tîpên latînî,weşanên Nûdem,Stokholm,1997 kurmancî ya wê:Ziya Avci)
 Ji encamên rewşa awarte ( Rawestgeheke giring)

 Di navbera salên 1965 an -1985 an de,ango di van bîst salan de,di warê romanê de,çend navên giring derketin ku,bi regez kurdin lê bi zimanê dagîrkeran - cîranan nivîsîne.Ev çend nav di asta yekemîn ya wêje ya tirkî,erebî û farisî de cih digrin.Tenê navên naskirî em dikarin destnîşanbikin.Yaşar Kemal bi tirkî,Selîm Berekar bi erebî û Mihemedê Qazî yan Elî Eşref Derwîşyan bi ferisî.Van nivîskaran çiqasî ji hêla naverokê de destên xwe avêtibin pirsgirêkên kurdan jî,lê dîsa jî ne bi kurdî afirandin û berhemên wêjeyî yên giring derxistin holê.Ligel ku taybetiya her nivîskarekî ji van ji yê din cudaye,tenê tiştê hevbeş ewe ku,regez kurdin û sûd ji vê yekê wergirtine.Bi dîtina min berhemên van nivîskaran - romanên Selîm Berekat weke mînak - ne romanin kurdî ne, herweha ne romanin erebî ne.Di hundir çarçoveke taybet de cihê xwe dibînin.

Qonaxa duyem

 Di hundir taybetiya rewşa başûrê Kurdistanê de,divê romana bi zaravayê soranî û romana herêma behdînan, ji hêla hin lêkolînerên ku ji berhemên bi alfabêya erebî têne nivîsandin,agahdarbin,bêne nirxandin.Di vê gotarê de, mijara min bêtir, dê romana kurmancî be.Piştî sala 1980 î dîsa li derveyî welêt,vê carê li Ewrupayê,pêvajoya romanê kete qonaxeke din ku, mirov dikare weke ( pir ) wê binavbike.Pir a di navbera yekemîn nifş ê destpêkê  û nifşê îro de.Ev nifşê ku dixwaze romana kurdî bigihîne wî cihê ku roman li her deverê cîhanê gihijtiyê.Weke nimûneyên Pirê em dikarin van çend romanan binavbikin.( Hêlîn - Mehmûd Baksî 1984), ( Tu - Mehmed Uzun 1985 ) û çiyayên bi xwînê avdayî ya Bavê Nazê 1987).Ev çend roman bi tîpên latînî li Ewrupayê,piştî sala 1980 î hatine çapkirin. Her nivîskarek ji van ji hêlekê de hatiye - Xerzan, Siwêreg û Omeriyan -tev wilo jî ji alî bikaranîna tîpan û rêziman de,dan ser riya Hawarê.Ev riya ku aniha di kurmancî de baştirîn bingehe ber bi pêşxistina wêjeyeke nûjen de.Ev ji hêla zimên de,weha jî ji hêla bikaranîna şêweyên cur be cur ji teknîk û awayê honandina tevna romanê de.Van nivîskaran ligel çend navên din  romana kurdî bi berhemên xwe dewlemend kirine.Di vê qonaxê de mirov dikare hinek rexneyên neyênî rêz bike.Ji wan,Roman di bin bandora nexweşiyên destpêkê de mabû.Mijara belengazî û perîşaniya kurdan herdem mijara sereke bû, û li ser hesabê paşguhkirina teknîka romanê.Roman weke huner dihate jibîrkirin, li romanê weke wesîleyeke gotina ramanan dihate nerîn,ne weku tevneke hunerî.Bi gotineke din,têkiliyeke siyasî di navbera romanê û nivîskarê wê de hatibû sazkirin.Ji ber ku piraniya nivîskarên van qonaxên derbasbûyî ji siyasetê berê xwe dabûn meydana romannivîsînê.Vê yekê encamên xwe di nivîsên wan de nîşan dida.Ji lew re, radeya herî bilind ji bo romana kurdî bibû radeya ku roman di cîhanê de jê derbasbûye.Ango romana kurdî,pê bi pê,li nik pêvajoya pêşveçûnên teknîkî û ramanî yên di warê romanê de nikarîbû bibûya hevpar. Ya xerab jî ewe ku, tenê pesindana romanê dibû nivîsandina bi zimanê kurdî.Ev yek ji hêla neteweyî de cihê tê fêmkirin,lê ji hêla romannivîsandinê û afirandinê ve tiştekî bê wateye.Nasnameya ziman tenê tucarî nabe pîvana bilindbûn an ketina romanê.Weke nirxandineke giştî di derbarê romana vê qonaxê de mirov dikare du xalan nîşan bide ku, her du vedigerin yek çavkaniyê.Ew jî evin,bikaranîna reyalîzma fotografîk û lawazî û feqîriya di warê xeyal û fantaziyê de.Di berdewamiya avakirina vê pira di navbera du qonaxan de berhemên nivîskarên kurd li Sovyeta berê û romanên  Medenî Ferho, Hesenê Metê,weke mînak,...dikevin vê çarçovê.Ev nayê wê wateyê ku, taybetmendiya her nivîskarekî tê jibîrkirin.

Qonaxa sêyem

Di van deh-pazde salên dawî de,bi taybetî piştî 1992 an û rakirina qedexekirina li ser kurdî, li Turkiyê û bakurê Kurdistanê,hinek derfet ji bo pêşxistina ziman û weşanên kurdî hatine vekirin.Li Stenbol û Amedê çend weşanxaneyên kurdî hatin vekirin,ligel derxistina kovar û rojnameyên kurdî ku,çiqasî kêm be jî lê dîsa bêhna geşbûneke berbiçav diyare.Herweha piştî 1991 li başûrê Kurdistanê,ligel tevliheviya rewşa siyasî,lê bikaranîna desthilatdariya kurdan li ser herêmên wan riyeke fireh li ber afirandin û nivîsandina bi kurdî vekiriye.Nemaze piştî avakirina dezgeh û alavên weşan û belavkirinê li seranserê başûrê Kurdistanê.Ev guhertinên giring li her du perçeyên Kurdistanê,çiqasî ne li gor daxwazê bin jî,lê rastiyekê tînin holê ku,di encamê de,nivîsarên kurdî,roman jî di nav de,êdî dikevin cihokeke nû û deriyên nû li ber afirandinê vedibin.Ev derfetên nû, ji bo nivîskariya kurdî bi giştî û ji bo romana kurdî bi taybetî, mîna azmûneyekê ne,mîna imtîhanekê ne.Ev paşdemayîna ku îro kurd tê de dijîn berpirsiyariyê girantir dike û pêwîstiya bi kar zêdetir dike.Dibe ku yek ji van riyên pêwîst ( şewitandina qonaxan ) be,ligel sûdwergirtineke yekser ji berhem û nivîsên nûjen yên biyanî.Di vir de pêwîstiya wergera ji bo kurdî,ji bo derbaskirina vê azmûnê, yek ji hîmên bingehîn û serekeye.Vêca ji bo romaneke kurdî,nûjen,bedew û hêjayî berxwedana dijwar ya gelê kurd,berî her tiştî,yek erk pêwîste.Em hindik bipeyivin,pir û pir karbikin.
................................................................................................................................................

1-Rehîmê Qazî:
 Di sala 1925 an de, li rojhilatê Kurdistanê,li gundê Gwîgeliyê,li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê.Yek ji wan 60-70 kesane ku, di sala 1946 an de ji aliyê komara Kurdistanê ve,ji bo xwendin û perwerdekirina kadroyan, çûbû Bakûyê.Piştî komar hildiweşe,gelek ji wan xwendevanên kurd vedigerin Kurdistanê.Lê Rehîmê Qazî li wir dimîne.Di sala 1954 an de teza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya kurd pêşkêşî zanîngeha Bakûyê dike.Dema Barzanî tê Sovyetê pê re dikeve têkiliyê.Têdikoşin ku serokatiyeke nû li Kurdistanê avabikin.Rehîmê Qazî bi Barzanî re di nav wê serokatiyê de cih digre,lê ev kar zêde berdewam nake.Qazî piştî vegera Kurdistanê,di kongirê çaran yê PDK Îranê de weke endamê komîte ya navendî tê hilbijartin.Di 81-82 an de dîsa vedigere Bakûyê.( Pêşmerge,weşanên Nûdem, çapa sêyem,1997.)

2- Ibrahîm Ehmed:
Di sala 1912 an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê.Di 1937 an de li Bexdayê xwendina hiqûq temam kiriye.Ji 42 - 44 an hakimî kiriye.Ji 39 - 49 an bi hevkariya ligel Elaadîn Secadî kovara Gelawêj li Bexdayê derxistiye.Her ji ber vê jî neçar maye ku, di 1947 an de dev ji mamuriyeta dewletê berde.Ji 47 an û şûnde wekî yek ji wan serokên PDK navê wî belav bûye.( Jana gel, Ibrahîm Ehmed, çapa kurmancî,wergêr Elî Şêr,weşanên Apec,Stokholm,1992.)