copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger
 
ÇAVÊ SÊYEM              

 

Hespên salên min yên derbasbûyî, laşê min di nav gezan de hiştine. Salên mane jî, bi êşan re, derbasdibin. Ew êşên ku wan gezan, di giyanê min de, li şûna xwe hiştine.

 ( Nivîsa liser kêla gora nivîskarekî mirî ) 

Tirs, dema per û baskên xwe di giyanê mirov de vedike, zimên girêdide. Dil jî tê guvaştin û nikare bibêje. Wê gavê yan divê mirov pala xwe bide çiyayê bêdengiyê, yan jî xwe bispêre tofanê û her tiştî bibêje.
Nizanim, pêwîst e ku ez her tiştî bêjim yan na?
Ez bawerdikim bi kurtayî be jî pêlên  gotinê dikarin zingara liser giyan bi xwe re bibin û derî liber bahoza çîrokên jibîrbûyî vekin. Toza bêdengiyê ne tenê li Qamişlo, belê li seranserê vî welatî, gihijtiye qirikê. Divê li xwe mikur bêm ku ez nikarim bibim çavê herkesî, jiber ku ez tenê çavê Mûsa yê Qamişlokî me. Ne yê rastê, ne jî yê çepê, belê ew çavê ku dibîne û jidêvla ku bigrî yan bikene yan jî bête girtin, dibêje, lê kê gotiye ku gotin bi xwe karekî rehet e?
Hema ez ê ji bêdengiyê destpêbikim.
Ev çend sal in ku nexweşiyeke seyr li nav xelkên bajêr belavbûbû û tu kesî nema karîbû rê liber bigirta. Ji vê nexweşiyê re "xirtikî" digotin.Ligor ku tê bîra min, carekê di zarotiya xwe de, Mûsa pê ketibû. Kuxikeke zuha dikuxiya, xîzînî jidêvla dengê kuxikê ve ji qirika wî dihat. Şewt û jana kuxikê hêsir dixistin çavên wî. Diya wî tim digot, dermanê textoran fêde nake, divê em wî bibin cem Hesenê Telîso, divê wî şerjêke, da ku ji vê kuxika bê îman xelasbe. Nava Mûsa ji peyva serjêkirinê diqetiya û her tişt dikir da ku diya wî qirika wî nede ber kêra Telîso!..Lê ne girî ne jî  hewar hewara zarokekî karîbû ew ji hikmet û felsefeya mezinan parastibûya. Dawî ew birin cem Telîso, yê ku kêra xwe berevajî an jî aliyê ko ji kêrê diser pişta histê wî re dibir û tanî û ew mîna lawirekî biçûçik serjêdikir. Piştî wê serjêkirinê bi demeke kin Mûsa rehet bû û bi çavekî din li serjêkirina Telîso dinerî. Ji xwe re digot ku careke din xirtikî bû, tiştê yekem ew e ku xwe li ba Telîso şerjêke. Niha jî, ne Telîso sax e, ne jî serjêkirin bi kêrî xelkên bajêr tê, jiberku her kes, hetanî bi textoran, xirtikî bûye. Êdî nema deng ji kesekî derdikeve, hema hindik maye ku bi îşaretên dest û tiliyan bi hev re bipeyivin. Dengê kesekî nema diçe yê din û bilindkirina deng dibû bela serê xwediyê xwe. Vê yekê karê raportniv! îsan pir rehetkiribû. Hema pêjna livekê ji kesekî derdiket, raport yekser dihate nivîsandin û şandin û xwediyê deng liber sê riyan neçar dima.
Yan devgirtin û heps, yan reva derveyî welêt, yan jî xwekuştin.
Mûsa yê mamostayê dîrokê, yek ji wan kesan bû ku dixwest zora xirtikî bibe û karibe dersan bi dengekî bilind ji xwendekarên xwe re şîrove bike. Ev demeke ku zoreke mezin di vî warî de dikişîne û xirtikîbûna wî nema rê dida ku karibe cudayiya di navbera dîroka fermî, ya di pirtûkên dibistanê de nivîsandî  û dîroka nefermî ya ku nehatiye nivîsandin de, ji xwendekaran re rave bike. Mûsa heta dawî liberxwe da, da ku hemû xwendekar bi xirtikî nekevin, lê di encamê de xirtikî ew jî dabû ber xwe û kuxikê ji her kesî bêtir lê zorkiribû.
Adar dihat û Mûsa bi xweşbînî dixwest mizgîniyê bide xwendekaran, da bi hatina biharê re rê liber xelasiya ji vê nexweşiya dijwar vebe. Nîvê dermanê her nexweşiyê hêvî û berxwedana giyan e – weha digot - û ev yek di adara bê de gengaz e. Digel ku her adareke nû bi xwe re xemgîniyên nû tîne jî, lê dîsa rûyê biharê salê carekê tê dîtin.
Gelek ji xwendekarên wî bi spor û pêwîstiya serkeftina tîmê bajarê xwe ve mijûlbûn. Digotin, nêzîk matça ( Cîhad ) tîmê me yê futbolê û tîmekî mêvan çêdibe. Vêca bi van qirikên westiyayî û bi vê kuxika zuha wê xelkên bi xirtikî çawa karibin piştgiriya tîmê bajarê xwe bikin? Digel ku Mûsa rojekê ji rojan guh nedaye nûçeyên sporê jî, lê dîsa, ligor daxwaza xwendekarên xwe dîtinên xwe digotin û guh dida her tiştê ku xwendekarên wî pê mijûldibûn.
Wê rojê di rewşa xwe de diramiya.
Zeman, ew ji kuderê anî kuderê?
Ji zarokekî kurdî ku liber mamostê ereb lal dima û nizanîbû çi dibêje û çima bi zimanê diya xwe naxwîne, heta bi mamostayê zimanê erebî yê zarokên kurd ku di navbera kurdiya malê û erebiya dibistanan û dayîreyên dewletê de, zimanherbilî diman. Peyvên herdu zimanan di serê wan de dibûn şorbeyeke kelê ji zimanekî nû ku ne erebî bû û ne jî kurdî bû.
Şorba ku ji ava serdestiyê û nîskên bindestiyê pêkdihat û liser agirê zorê dikeliya...
Êşa deqa sor ku mîna pizikeke mezin di paş wî de hatibû, careke din zor dabû wî û her ku peyker yan wêneyê serok didîtin êşê hemû hestiyên wî didan ber xwe û bêhna wî dihat ku biçike. Wê rojê, li mala hevalekî xwe bû li Amûdê. Êvar ketibû erdê, gava ku derketin ji xwe re bimeşin. Li pêşiya bajêr peykerekî mezin yê serokê nemir  destekî xwe hildabû jibo pêşwaziya xelkên ku derbasî bajêr dibin. Bêyî ku hayê wan ji wan hebe ew û hevalê xwe li kêleka sûrê ku li dora peyker hatibû çêkirin, rûniştin. Ji nişkêve mêrikekî temenmezin bilez hate cem wan û bi kurdiyeke şikestî bi wan re axivî:
- Qedexe ye, qedexe!..
Mûsa û hevalê xwe şaş man û bi hev re pirsîn:
- Çi qedexe ye?!
Zilamê tirsiyayî bi duruvê berpirsiyarekî mezin got:
- Rûniştin û nêzîkbûna ji peykerê serok qedexe ye. Ez li vir ne tenê liber mizgeftê me, belê ez peykerê serok jî diparêzim. Ez pasvan im, hûn têgihijtin?
Mûsa bi çavekî li mêrikê zirz dinêrî û bi çavê din li serê kevirî yê serokê welêt dinêrî û destê wî hêdî hêdî çûbûn ser herdu felqên qûna wî, cihê êşa xedar ku bi salan e pijîjkan jî tiştek jê fêmnekirine. Cara yekem, bi tirs, berê xwe da textor. Piştî kontrolkirineke giştî, jê re got ku tiştek nîne. Navnîşana psîkologekî dabû dest. Mûsa kaxeta wî li derve qetand û bi tirs ji xwe re digot, hema ev ne destpêka şînbûna teriyekê be û bêyî ku kes bibîne, bi destê xwe yê çepê, di bin cilan re, cihê xurê hêdîka miz da û birçî vegeriya mal. Ramanekê Mûsa dibir, yekê ew tanî, û jiberku wê kêlîkê vegeriya, sendoqa jiyana xwe ya derbasbûyî û gotina diya wî mîna pingîniya mêşekê liber guhê wî bû:
- Lawo, vaye tu bi ser sihî ketiyî ha! Ma qey tê bê jin bimînî, qey tu nazewicî lawo?
Jiberku ez ê nikaribim hetanî bi xeyal û bîranînên wî bibînim, ez ê wî tenê bi we re bihêlim. Ez ê her û her bimînim vekirî û bi we re him lê guhdarî bikim him jî binêrim bê ka wê we bibe kuderê? Û pişt re qederê çi ji me re û çi jê re veşartiye? Min zanîbû wê bi vê peyvê destpêbike. Tirs... Vaye ji tirsê dest pê dike.