copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

KEVÇÎ

- Senaryo -

Lîstikvanên sereke:

1-        Kevçî, 40
Birêvebere an mudîre. Mêrekî tevlihev û xwedî xewnin mezine, bi Sarê re zewiciye, ji hêlekê de jîre, û ji hêla dî de sivike, geh kole û geh diktatore.

2-        Guldank, 25
Sekretêra Kevçî ye, xwe nazik dike, dixwaze her derê bike gul û tim    devliken xuyanî bike. Dizane çavên Remo lêne, lê xwe nebihîstî dike.

3-        Hemê, 46
Çayçî ye, guh dide her tiştî. Sivik diçe û tê, herdem bi xinxin û şaş diaxive
      û bi - wî – rast dike. Şiyare û pir tiştan li nav hev dixîne.

4-        Dr.Merwanof, 50
Şêwirdare û bi gelek zimanan dizane, jixwerazî û qureye. Zimanê wî dieliqe û şêyê dike sêyeke sivik, qalûnkêşe û psîkolog û sosyologe.

5-        Remo, 29
Li pişt kasê ye, çikûze, bi cidiyeteke mezin karê xwe dike, çavên wî li Guldankê ne. Xwe weke helbestvanekî meyin dibîne.

6-        Hemzo, 37
Zilamekî girse, dergevane, bi Torîkî an aşîtîkî dipeyive, evîndarê  xwarina kezebê ye. Liber deriyê oda çareseriyê ye.

7- Ebaso,  38
Ew jî zilamekî girs û qelewe, dergevane, bi Torîkî dipeyive, evîndarê xwarina qeliyêye.Bi Hemzo re li ber deriyê oda çareseriyê ye.

7-        Sarê,  35
Jina Kevçî ye, xwe di nav her karî radike, bêtir li malê desthilatdare. Cîgira Kevçî ye, bi haziriya wî siste û dema ku ne li wir be diktatore.
..........................................................................................................................
D: dîmen //   r : roj //  ş : şev //  h : hundir //  d : derve.
...
D1 :
- r . d -
Li ser deriyê derve ( Kevçî ) hatiye nivîsandin, di bin re ev her du hevok hene ( Em her tiştî zanin. Em her tiştî dikin ). Li kêlekên nivîsê sembola cihê Kevçî, ku du kevçiyên mîna du şûran, weha X, tê xuyakirin.
...............
D2 :
- r . h -
( Ev ode bi taybetî ji bo civînan tê amadekirin. Li aliyekî wê, li pişt kursiyê mezin resmê semboleke mezin xuyaye, dîwar jî bi wêneyên kevçiyan xemilandîne. Kevçî li ser kursiyê mezine û her heftê din ( Hemê, Remo, Guldankê, Hemzo, Ebaso, Sarê û Merwanof ) bi baldarî guhdarî dikin. Kevçî bi heyecan diaxive, û dibe ku pêre muzîkeke leşkerî bê bihîstin.)

Kevçî :
Binerin, guhên xwe bidin min, guhên xwe baş vekin. Serketin û têkçûna her karî ji gava yekem destpêdike. Emê, bi xêr, vî cihê xwe vekin. Em ji her alî de amadene. Emê ne tenê kevçiyan bikirin û bifroşin, belê emê berpirsiyarê hemû pirsgirêkên civakê bin.
Hemê :
 Himm ( weke ku fêmnekiribe )girêkpirs wî pirsgirêk ?? ( Hemû li devê Hemê dinerin )
Kevçî :
( Bi hêrs ) Erê Hemê, dinya hemû ne çêkirina çayê ye û guhbelkirine, yan pişthistxurandin wî pozxwarkirine. ( Hemû bi ken li bêvla Hemê dinerin, ew jî dixwaze bêvila xwe veşêre )
Kevçî :
..û niha divê her yek ji we karê xwe nas bike û baş karê xwe bike, welehî bilehî tilehî eger yek ji we virde wirde, bi teriya xwe bilîze, xwedê zane wê çi bê serê wî û çi neyê serê wî , îca va min got û emê bibînin ( Yeko yeko li wan dinere û ew jî weke leşkerên di dema amadeyiyê de sekinîne.) Tu, Guldankê ?
Guldank :
( radibe ser xwe ) Ez sekretêra we me seyda, bi ruwekî beşişî, bi gulên sor, bi kêf û şahî û nazikî ezê pêşwaziya muşterî û xelkên ku bên cem me bikim. Stûna karê min hezkirin, hezkirin û hezkirine. ( Bi dengekî nazik û zirav dibêje û rûdinê )
Remo :
(Di ber xwe de dibêje ) Wîîî, ez bimrim.
Kevçî :
Tu doktor Merwanof ?
Merwanof : ( Radibe ser xwe , bi giranî dibêje ) Ez şêwirdarê we me seydayê min. di derbarê hemû astengiyên ku jiyana me tar û mar dikin de, ez xwedî agahdarî me. Ji hemû hêlan de, civakî, siyasî, aborî, cinsî, psîkolojî, tendurustî, zanistî, fîlolojô. Termolojî, kevçiyolojî, merfolojî,...
Kevçî  :
Bese, bese, me fêmkir, stûna bingehîn ji karê te re çiye ?
Merwanof :
Ne ji ber ku min li Rûsyayê xwendiye û ez teqlîda Fladîmêr îlîtş Lênîn dikim, lê ez dibêjim, xwarin, xwarin ...û xwarin, xwarin jî bi kevçî ye.
( Rûdine, hemû li çepikan dixînin )
Kevçî :
Tu, Hemê ?
Hemê :
( Radibe, li dora xwe dinere ) Wê agir tim li ser çeydên be wî wê çeydan tim li ser êgir be seyda, wekî din ezê qusûrê nexînim karê xwe. Çayek bixwaze yekî vexwe wî yek bixwaze çayekê vexwe, ezê wek teyarê jêre bînim. Wê hayê min ji her tiştî hebe ji ber ku wê derî li ber min be wî ezê li ber derî bim.
Kevçî :
Bingeha karê te çiye ?
Hemê :
Karê bingeha min wî bingeha karê min wê  kontrol, ewlekarî û şekirê têr çayê wî çaya têr şekir be.( Rûdine û bêdeng dimîne )
Kevçî :
Remo, çikûz û tu ?
Remo :
( Radibe, bi taximê xwe û girêdana gumlekê xwe mijûle ) Ezê wek şêrekî çav vekirî li ber kasê bim seyda. Qurûşê ku kete kasê wê hikûmet êdî nikaribe jê derxîne, jixwe wê bêrîkên me û yên xelkên me li her derê wê bi qurbana kasa me bin. Bingeha karê min di van çend malikên helbesta min de xuyanî dibin,
Pere sabûna destan e
Boyaxa sipî ya ruwan e.
Yê xwedî pere sultan e
Yê bê pere, kerekî dera han e..
Û ez, ez Remo yê diltenik, şairê ku hîn kes mezinahiya wî nasnake, ji we re bi heyran û qurban e.
( Hemû li çepikan dixînin û difîkînin )
Kevçî :
Hûn, her du fîl,rabin.
Hemzo :
( Bi nepixandin û bi ruwekî tirş ) Ez parasvanê deriyê oda çareseriyê me seyda, ez qehremanê vî welatî, ez xwediyê lepên mezin, boksên xedar û zikê mîna hesin hişk ( Pêre bişkoka bentelon diqete, tenê temaşevan dibînin ku bentelon jêket, hêdî hêdî rûdinê û bentelonê xwe dikşîne xwe )

Ebaso :
Ez jî mîna hevalê xwe, dergevanê oda çareseriya kevçiyê mezinim, zagona karê me,
Kevçî çi bêje fermane,
ê me tenê gurmgurm û lêdane.
( Hemû bi kêf û heyecan dikin hêhê )
Kevçî :
( Bi kêf qerebalixa wan bi dawî dike û bi rûyekî beşişî û kenok berê xwe dide Sarê, jina xwe, Sarê radibe ) û tu Sara min, tu yê çi bikî sûsû, wî ez bi qurbanbim rebî.
Sarê :
( Radibe, jixwe bêtir xwe ji Kevçî nêzîk dike ) Ezê cîgira mêrê xwe kevçî bim, piştgir,alîkar û dilsoz û rebena wî bim. Ezê her tiştê girêdayî kar û barê pêşveçûna vî projeyê mezin birêvebibin, stûna karê min jixwe diyare, Kevçî dilê mine, Kevçî rihê mine, Kevçî jiyana mine, Kevçî çavê mine, Kevçî mêr û bav û bira û malxuyê mala mine. Kevçî emrê mine, wîî ez bi qurbana kevçiyê te bim û hew.
( Kevçî sist dibe û matmayî dinere, yên din çepik û lîlelîl û qerebalixê dikin. Kevçî ji nişkêve vedigere cediyetê û dixwaze civînê bi dawî bike. )
Kevçî :
..û niha hevalno, dostno, xwişkino, birano, divê di çend rojên pêşiya me de, di Televizyonan de, di Radyo û Rojnameyan de, li her derê, divê ala kevçî bê hildan, ji ber ku dem dema kevçî ye, bi kevçî jî mirov dikare her xwarinê bixwe, ihi ihi ihi, ji pêvî kutilk û şamborekan.
( Bi hev re li çepikan dixînin û diqîrin, bimrin kutilk, bimrin şamborek, Hemê difikire û dibêje, û Meqerna jî.)
.....................
D3 :
- r . h -
odeyeke ji odeyên Kevçî, Reklam di TV de.
-          Bê xwarin jiyan nabe, bê kevî jî xwarin nabe. Ev tê wê wateyê, ku jiyan bê kevçî nabe.
( Dîmenên kevçî û xwarina bi kevçiyan di ber re derdikevin )
Bav bi kevçî girarê dixwe.
Xaltîk bi kevçî tirşikê dixwe.
Zarok jî bi kevçiyan li hev dixînin.( kevçiyên ku dikenin )
( Tê xuyakirin ku Merwanof û Remo û Hemê li ber Vîdyo ne, li Reklamên ku hazirkirine dinerin )
Merwanof :
Ez bi xwe wek şêwirdarekî ku him bi rûsî û bi ingilîzî û him bi erebî û him bi tirkî û him bi farisî û kurdî dizane vê reklamê naecibînim, ji ber ku tenê bi zimanekî ye û em jî dixwazin kevçiyekî internasyonal çêkin.

 

Remo :
 Ev hinekî cedî ye yaho. Çawa jiyan bê Kevçî nabe. Mirov dikare bi destan jî bixwe ha. Bi xwedê pîrka min vaye sed û du sal kirine wê xwarin ne bi kevçî û ne bi çetelan nexwariye.
Hemê :
( Bi tinazî dibêje ) Navê kevçiyê bê pîrik wî pîrka te ya bê kevçî çiye ?
Remo :
Hesîna, tu çima dipirsî ?
Hemê :
Min go qey pîrka te yapanî ye, xwarin wê bi darikan dixwe wî ew xwarinê bi darikan dixwe.
Merwanof :
Niha ne wextê pîrka te Hesîna ye lo, ka bajo ser reklama din.
( Remo Vîdyo dajo û dibe ser reklama din ya ku bi stranî ye, sazê strana Nofa ye, stran li ser kevçî ye û ew bixwe dîlanê digerînin.)
Kevçî,  kevçî,  kevçiyo
Min ji xwe rew tu diyo
Kevçiyê te tunebe
Navê te d be birçiyo
Kevçî,  kevçî,  kevçî, kevçî
Kevçî ji bo girarê
Ji bo yî nav savarê
Ji bo sibehê û nîro
Ji bo danê êvarê
Kevçî, kevçî, kevçî,  kevçî
Kevçî daxwaza dile
Dermanê dilê b kule
Deng û awazên kevçî
Xweştir j dengê bilbile
Kevçî, kevçî, kevçî,  kevçî
Merwanof :
Me ev jî fêmkir Hemê, yanî wek proje, ev stran ne xerabe ji ber ku li ser evînê ye, evîn jî li vir dibe evîna kevçî, lê tiştê min eciband ku carekê dibê kevçî ji bo girarê, carekê dibê ji bo savarê. Ma ferqa savar û girarê çiye gelo, hi ? ( Li Hemê dinere )
Hemê :
 Girar savara kelandî ye û savar girara kelandî ye, ez nizanim, vaye şairê ku ev stran nivîsandiye bela ji te re bêje.
Remo :
Yaho em niha di reklama karê xwe de ne ha, dev ji me û pirsgirêkên zimanê kurdî berdin ha, vê meselê bihêlin ji rewşenbîr mewşenbîran re ha, bera ew ji xwe re bi şev û rojan li ser cudayiya di navbera girar û savarê de, di navbera ker û ker, di kurdiya nivîskî de, xeber bidin, emê jî wek xwe ji xwe re biştexilin ha.
Merwanof :
Min fêm nekir.
Hemê :
Encex ez bi rûsî yan bi sensekrîtî bêjim heta ku tu fêm bikî ha.
Merwanof :
Başe, hîn yek maye Hemê, ka bajo ser reklama din, dibe ku xweştir be, deng, deng, deng.
Hemê :
Deqakê Vîdyo têxim kasêtê wî ez kasêtê têxim vîdyo.
( Vîdyo vêdixîne û bi deng re diqevize, reqsê germ dike. Reklam vê carê li ser sazê strana Eyşê ya sivike, dengekî mîna yê Hisênkê Omerî ye.)

Kevçî, kevçî, kevçiyo,  kevçiyo.
Ji nexweşan re derman
J kalan re çav û diran
Deng bela bighê ezman
Kevçî hêviya dilan.
Kevçî, kevçî, kevçiyo,  kevçiyo.
Bê kevçî her zirare
Dinya bêyî wî sare
Li ber her tengasiyê
Kevçî bo we heware
Kevçî, kevçî, kevçiyo,  kevçiyo.
Jina bê kevçî maye
Mêrê wê ew berdaye
Mêrê bê kevçî b mîne
Jin yekî direvîne.
Kevçî, kevçî, kevçiyo,  kevçiyo.
Merwanof :
( Ling datîne ser ling û qalûna xwe vêdixîne û dibêje )
Yanî ev stran ji ya din çêtir bû, hinekî germtire û ez bawer dikim bê girar û savar, wê rewşa stranê û rewşa me û rewşa kevçî jî çêtir be.
( Hemê careke din vîdyo vêdixîne û bi Remo re li ber strana kevçiyo danseke germ dikin. )

............................
D4 :
-          r . h - oda civînê.
( Guldank, Hemzo û Ebaso li oda civînan li hev civiyane, li rojnameyên ku  li ser vebûna navenda kevçî ya bazirganiyê hatine nivîsandin, dinerin. )
Guldank :
( dixwîne ) Kevçî li benda we ye, kevçî çareseriya her tiştî bi xwe re tîne, êdî wê civaka me di nav kevçiyan de bimîne.

Ebaso :
Pek, pek, pek, ev çiye looooo, vêca nivîs jî hemû bûne li ser kevçî Hemzo ?! ( Rojnameyan diqulipîne )
Hemzo :
Rojnamevanên kevçî, kovarên kevçî, erê vêca niha wê bêjin çapemeniya kevçiyan, çiqasî xweşe yaho, kezebe kezeb.
Ebaso :
Vêca hingî kêfa te ji kezebê re tê, tê kevçî jî bike kezeb, yan tê kezebê bi kevçî bixwe.
Hemzo :
Vêca ê te tu serêşandin ji te re çênabe Ebaso, peek, jiyana te, dîn û îmanê te qeliya qelî, qelî jî bi kevçî tê xwarin.
Guldank : ( Bi acizî )
Ufff, we dîsa qala xwarina goşt kir, ez bixwe jineke gîhayî me, goşt naxwim, ji gula hez dikim û tenê şînkayî yan keskayî dixwim. ( dikene ) Ezê pincarê Hesîna, pîrka Remo, bi kevçî bixwim.
( Dibe ku kevçî ji jor de û li ber lingên wan bikevin, ew jî bicefilin. )
............................
 D5  :
-          r . h - oda Kevçî
( Kevçî guhê xwe daye ber Radyo û guhdarî dike, piştî stranekê deng ji Radyo bilind dibe. )
Guhdarên hêja û delal, ji Radyo ya dengê gel, emê mizgîniyeke xêrê bidin we. Di van rojên pîroz de, wê navendeke nû li welatê me vebe. Ev navend wê bi navê kevçî be, erê ecêbmayî nemînin, nefikirin û nebêjin çima û çawa, yekser berê xwe bidin kevçî û derdê xwe bêjin, bi alîkariya psîkolog, sosyolog , zana, şîrovekar û şêwirdaran wê çare bê ber destê we. ( Sarê derbasdibe, kevçî tiliya xwe dide ber devê xwe, bêdengiyê dixwaze. Bi hev re guhdarî dikin. ) Kevçiyê nav hemû xwarinane, him bazirganî û him çareseriyeke bi lez û bez, di odeyên taybet de û bi perên hindik tê peydakirin. Hûnê kevçiyê li gor xwarina ku li ber we, li wir, bibînin. Dem dema kevçiyane. ( strana kevçî dest pêdike, Kevçî û Sarê direqisin. )
......................................
D6  :
- r . h - Qehwexane
( Li Qehwexaneyeke kurdan, pir kes rûniştîne, kes1 derbasdibe, Rojname di dest de ye, ji kesên ku li ser masa ku wê li ser rûnê re dibêje )
kes1 :
we rojnama îro xwend ?
kes2 :
Na, çima çi bû ye ?
Kes3 : ( Navê wî Evdo ye, qut û qalind û girovere )
Yaho mirov salê carekê Rojamê bixwîne, bese, her roj eynî tişt, eynî jehr, eynî ziqûm.
Kes1 :
Na, na îro tiştekî nû heye.
Kes2 :
Ê, de bêje, me xelaske lo.
Kes1 :
Kevçî, kevçî. ( Hemû dikin ufeuf û aciziya xwe diyar dikin.)
Kes2 :
Te çi vexwariye îro heyran.?
Kes1 :
Av ( dikene ) Kuro, navendek bi navê kevçî vedibe, û tu çi bixwazî, çi problemên te hebin, çi derdên te hebin, tu dikarî biçî wir. Ji pêvî ticaret û bazirganiyê û kirîn û firotina kevçiyên renga reng.Hûn, eyn derb derba we ye, ma kî ji me bêtir teşqelên wan hene hê?. Bi xwedê eyn dermanê me ye. Her yek ji me li ser sê sed bele û heftsed derd û sê hezar kul û êş rûniştiye.
Kes3 :
Dikarin çarê ji her tiştî re bibînin ?
Kes1 :
Wisa nivîsandine, ma ez ne di kevçî de me ( dikenin ) ku ez zanibim.
Kes3 :
Li kuye ? li ku ?
..................................
D7  :
-          r . h -  Berdewamiya dîmenê berî xwe ye, ew jî li Qehwexanê ye.
( Kes3 bi destê kes1 digre û wî dibe ser maseyeke din, dixwaze jê agahiyin zêde bistîne. Çayekê jêre dixwaze û rûdinê.)
kes3 :
Xwarz, xwarz ( ji xwediyê Qehwê re dibêje ) Du çayên giran giran ku serê mirov dagrin. ( dizîvire bi ser kes1 de û bi hemû hewesa xwe dipirse û dipirse. ) Ê, te go dikarin ji yekî wek min re çibkin ?
Kes1 :
Ji te re û ji xeynî te re, mesela te çiye bêje ?
Kes3 :
Yaho mesela min girane, vî serî mala min xerakiriye. ( destê xwe li serê xwe dixîne )Ji roja ku, bê maene, ez ji diya xwe ketime bûye sebebê malxerabiya min. Biçûkanî, bav û ap û cîran û xelkbûn, bi meznayî hikumet û siyaset û hema ez ji hebsê derdikevim ji bo ez dîsa vegerim hebsê, hoooo, ez niha çima serê te bi çîrokên xwe dêşînim lo, hih, te go çi, kengî vedikin ?
Kes1 :
Nêzîk, nêzîk. Eger dilê te û çûna cem wan hebe ez karim alî te bikim.
Kes3 :
Çawa yanî ?
Kes1 :
Ez yekî ji wan nas dikim, yanî karin berî her kesî te derbaskin.

Kes3 :
Na lo ?! Tu kesî ji wan nasdikî ?
Kes1 :
Hemê, Hemê, rebbê zilamaye li gor dilê te ye.
Kes3 :
Karê wî li wir çiye ?
Kes1 : ( Hinekî dikeve hev)
Yanî çaycî ye ?
Kes3 :
Çaycî !!
Kes1 :
Erê, erê wilo lê nener ku tenê zane çayê çêke, weleh gava çayê li hev dixîne, zane teriya kevçî jî ji ku tê girtin.
Kes3 :
Êê, yanî ji ku guh dide feqîrê wek min ?
Kes1 :
Kuro fêmbik ha.( tiliyên xwe bi hev ve difirkîne ) Piçikek pere, çend qurûş û wê te berî her kesî bibe cihê ku tu dixwazî.
Kes3 : ( Serê xwe dixurîne ) Wilo be xemnake yaho, ma mane ew çend qurûş ? yaho bera min ji teşqela vî seriyê bênamûs rehet bike ( Dîsa li serê xwe dixîne ) û çi dibe bela bibe.
Kes1 :
Ka destê te ( Çayê tê, destê xwe li hev dixînin. Kes3 paş guhê xwe dixurîne û diçe)
Kes3 :
Ez çayê venaxwim, ma ev sê seet em li bendene nehat, sibhane ellah yaho, yan tê çayê ( ji qehweçî re dibêje ) sar bike û bîne, her tu çaya germ nayne, yan jî heta mirov germ be, tê çayê neynî, hema mirov sar dibe tu çaya germ tînî, ê jehir di te û çaya te kevî, ez nema vedixwim. Ezê herim ,karê min heye.
( Kes3 bi lez û aciz diçe. Qehweçî ji kes1 re çayê datîne û li pey kes3 bi tinazî dibêje )
Qehweçî :
Ê weyla li şensê min be, tu ji xwe re li qama wî ya dirêj, li bejin û bala wî ya ku mîna şitla rîhanê wey.
( Hemû bi baldarî bi hev re xeber didin, di guhê hev de û bi hev re û li Rojnamê dinerin. Dibe ku Radyoya dengê gel jî eynî mizgîniyê bide xelkên qehwê, wekî din pîr, kal, mêr, jin, zarok, ciwan, di riya dîmenên bi lez re ku tenê peyva Kevçî yan ( te go çi kevçî ) ku di riya wan peyvan re, pir rû bêne nîşandan ku li benda vekirina navenda kevçî ne. )
...................................
D8  :
-          sh . h -  oda razanê ya ke Kevçî
( Kevçî û jina xwe razane, firte firta wî ye xewnan dibîne, di xew de, Kevçî li aliyekî ye û li hember wî kevçiyekî biçûçik heye. )
Kevçî :
Mirov dema biçûçik be û bi tenê be, mirov zû tê şikenandin û têk diçe, weke te û niha kevçîko, ji pêvî lihevxistina çayê tu bi kêrî çi tê, hê ? tu çayê ji xelkê re şêrîn dikî, ew şêranî jî ne ya te ye, ya şekire, û gava tu nema lazim bibe, bi rehetî ( Kevçî radihije kevçiyê biçûçik û di nav destê xwe de ditewîne ) tu tê tewandin û avêtin. ( Bi ketina kevçî re mîna ku bumbeyek biteqe gurmînî tê, kevçiyekî mezintir tê hember wî ) Yanî tu hinekî mezintirî, lê tu jî hi ( Wî jî ditewîne û davêje ser erdeke hişk, ku tingîniyeke mîna awazên stranekê derdixîne. Kevçiyekî xwarinê ku mezintire tê hember wî ) hih, tu hinekî dikeve çav mirov, mirov dikare bi te girarê bixwe. ( Kevçî di destê wî de dikene ) Tirşikê ( dikene ) û birinca kellê ya ku Sarê çêdike ( Ji ken difetise ) û nîska bi kizirk ( dikene ) û keçeloka Hesîna ( Kevçî ji destê wî dikeve, yekî mezintir tê, weke ku wî ew dabe alî ev kevçî pir mezin xuyanî dike.)Wey min çavê te xwaro, ha wilo ha, masiyê mezin wî, ji qewla Hemê ve, wîî, kevçiyê mezin ê biçûk dixwe, yan divê mirov kevçiyekî mezin be, yan divê mirov tunebe. ( Kevçî mezintir dibe, bi ber de tê, tê ku bireve, nikare, gurmînî ji serê wî tê, kevçiyekî mezin serê wî dipelixîne. Dike hewar hewar, bi veciniqandin û hewar hewara wî re jina wî şiyar dibe û bi tirs wî şiyar dike .)
Sarê :
Kevçî, kevçî ,çi bû pepûko, rab, rab. ( Kevçî çavê xwe vedike û Sarê diçe avê jêre tîne, avê vedixwe.)
Kevçî :
Estexfirullah ya rebbî, off ev çi bû lê ? xwedê kir ku xewn bû .
Sarê :
Çi bû kevçî, te çi dît te ewqas dikir carcar.
Kevçî : ( Bêhna wî tê ber wî û li dora xwe dinere )
Min birincek kellê dixwar.
Sarê :
Wî nebixêr, heta di xew de tu birinca min î bê xwê ji bîr nakî. Ê weleh carek din ezê du kîlo xwê têxim nav birincê.
Kevçî :
Erê, erê, çend seet mane ji me re, sibeh dûre , hîn şeve.
Sarê :
Hîn qiyametek maye ku seet bibe deh.
Kevçî :
Na, berî wê.., divê îro em pir zû herin, îro roja ewile.
De ka em sibeha xwe bi tiştekî xweş destpêbikin Sarê. ( Destê xwe bi hev difirkîne )
Sarê :
Razê çêtire ez kevçiyên metbexê hemuyan di serê te de bitewînim.
Kevçî :
Naxwe wilo, na ji bo xwedê, kevçiyên ku min îşev xwarin têra min î salekê dikin, ihi. ( Lihêfê davêje ser serê xwe) Naxwe em bitemirin.( Lempe vedimre )
D9  :
-          r . h -  Cihê Kevçî.           
( Li ber derî xelk kom bûne û qerebalix zêde dibe, li hundir kevçî bi rûyekî cedî dikeve cem karkerên xwe, her yek li ser karê xwe ye. Destpêkê li cem Guldankê disekine, li ser masê navê û derdora wê bi gulan xemilandiye, her yek navê wî jî li ser sînga wî tê dîtin û cilên nû li xwe kirine. Her kevçî tê hember yekî ji wan radibe ser xwe, kevçî her tiştê wan kontrol dike, navê Guldankê rast dike, piştî wê tê cem kasê û berhustika Remo rast dike, diçe cem Merwanof ê jixwerazî, di bin sinbêlan re bi hev re dikenin, kevçî jêre gerefêta wî rast dike û ew jî dibeşişe û ziq li nav lingên kevçî dinere. Kevçî bi xwe dihise ku bişkokên bentelonê wî vekirîne, bi lez digre û diçe ber bi Ebaso û Hemzo ve ku li ber oda çareseriyê mîna du fîlên amade sekinîne. Kevçî li Ebaso dinere)
Kevçî :
Tu îro têr qeliye Ebaso ?
Ebaso :
Erê seyda.
Kevçî :
Tu têr kezebî îro Hemzo ?
Hemzo :
Ez îro wek zêr im zêr seyda.
Kevçî : ( Bi dizî, di ber xwe de dibêje )
Her tişt li hundir temame.
Hemzo :
Wek zêre seyda.
Ebaso :
Erê her tişt li gor dilê te ye seydayê kevçî.
( Kevçî serê xwe dihejîne û şûna xwarina ku li ser devê Ebaso heye paqij dike.)
Kevçî :
Ebaso malxerab, ku te qelî xwar devê xwe paqijbik malneketo.
( Kevçî li zendikên Hemzo dinere, yek kine û yek dirêje, wan sererast dike.)
Kevçî :
Hemzo tu jî hema dikarî kezebê bixwe, yaho kesî negotiye nexwe, lê kar kare ha. ( Her du xwe bêtir dijdînin, Kevçî vedigere ber bi Hemê ve, berdilka Hemê li bere ,çaya wî hazire, weke çikçikan li wan deran diçe û tê, Kevçî li ber disekine û ziq li pozê wî dinere. )
Kevçî :
Û tu Hemê, her yek me devera wî ya xwar rastkir, ê te jî bêvla te guhertin yan rastkirin jê re divê.
Hemê : ( Bi ken vedigerîne, destê xwe davêje bêvila xwe )
Welehî seyda  rihê pozê min bi jina min ve ye wî rihê jina min bi pozê min ve ye. Jinik dibêje min carê pozê xwe bişîn kar wî carê her kar û pozê xwe ji min re li vir bihêle, lê nabe. Sond dixwe ku ne ji pozê min î xweşik û lihevhatîbûya niha ji zûde dev ji min berdabûya û biçûya mala bavê xwe.
Îca qenciya ku min bi xwedê kiriye wî qenciya ku xwedê bi min kiriye ewe ku ev pozê beranî ye ha.
( û diçe cihê çayê, ser karê xwe )
Bi vî pozî ez karim fikrê insanan bêhn bikim. ( Piştî Kevçî hêdî hêdî vedigere cihê xwe û dûre diçe.) Û jixwe parfan û bêhna misk û enberê van jinên nazik wilo, himm ( Bi bêvla xwe bêhneke kûr dikşîne ) Dikarim ji  xertûmekê bêtir fîzîniyê jê bînim.
....................................
D10  :
-          r . h -  Cihê Kevçî.
( Xelk hev û du dehf didin û bi vebûna derî re, sê çarek dikevin û qerebalix zêde dibe, yek ji wanên ketî radibe û êrîşî yekî din dike û hinek di ser wî re tên û hinek di ser yê din re. Hinekan jî ew ji hev vedikirin. Yek bi paş de vedigere, xeberan ji yê hewl re dide. )
kes4 :
Tu ji xwe re li çavên wî nî hewl, nikare ber xwe bibîne îca bela xwe di birê min dide. Kor lawê koran, çima tu jê dirêjtirî tê lêxîne ne ? ê, mane rokê ezê te tenê bigrim. ( xwe radikşînin hev )
Hewlo :
Çavê min karin paş hustê bavê te bibînin layê min, ma ji wan guhê te yî wek kefkê qewsikan ne xweşiktirin qey, hê? Ji xwe re lê biner mirov dikare erzêlekê li ser guhê wî çêke ha, bê terbiye, kûçkê heram. ( Hîn qerebalix li dare, hêdî hêdî Kevçî dadikeve û tê, yên din jî hemû dinerin, bi hatina Kevçî re bê deng dimînin. Mezinê wan hat. )
Kevçî :
Em xêrhatineke germ li we dikin, hûn ser ser û çavên me hatine, ev cih ji bo vêye ku em di xizmeta we de bin û pirsgirêkên we çareser bikin.Ji ber vê, wê aniha her du kesên ku xirecir kirin bên derbaskirin oda çareseriyê. ( Destê xwe ber bi Ebaso û Hemzo vedike, her du bi lez tên, bi qepera her du kesan digrin û wan dajon oda çareseriyê. Kevçî berdewam dike.)
Kevçî :
Wekî din dinya pêşketî ye, ji bo dorê, di çend deqan de çareserî ji wê odê tê û her yek ji we wê bê û derdê xwe bêje û emê çareser bikin. Aniha wê Hemê efendî çayekê bide we, hîn we çaya xwe venexwariye wê Hemê ji we re ji oda çareseriyê bersivê bîne.
( Xelk li hev dinerin û disekinin, bi hev re dipeyivin, bawer dikin, lê Hemê diheyire, çayê dide wan û bi lez diçe oda Kevçî. )
Hemê :
Seyda, ev çi bar bû te ez avêtim ser wî, wî te avêt ser min ?. Ma ezê çawa wan yeko yeko weha wan li pey hev rêz bikim, wele waye derî şikenandin.
Kevçî :
Oh, Hemê, çend deqê din were ezê ji te re bêjim, tu çi feqîrî ma ? wê çareserî ji oda çareseriyê bê ha. Here, ezê bişînim dû te.
( Hemê vedigere, bi ken qedehên vala dadigre û di ber re beqşîşê distîne, û her ewê kin, kes3 an Evdo, jêre bi dizî dibêje ( Hevalê te silavan li te dike û dibêje ka te çawa kir ) û em dibînin Hemê pera jê distîne û soz dide ku wê wî berî her kesî derbas bike. Ji nişkê ve gurme gurmeke mîna dengê marşekî eskerî ji oda çareseriyê tê , Ebaso û Hemzo ji hundir oda çareseriyê cîhazê nemreyan derdixînin û didin dest Hemê. Hemê cîhaz diedilîne û ji wan re dibêje ( Hûnê weha her yek nemreyekê bistîne û li benda dorê bin ) Gava diceribîne, nemreya yekem ji kes3 re dibe û bi dizî dide wî. Nû cihê nemreyan vedikin, ( 025 ) derdikeve, kes3 diçe cem Guldankê.)
Guldank :
Navê te ?
Kes3 :
Evdo.
Guldank :
Paşnavê te ?
Kes3 :
Gerdo.
Guldank :
Emrê te.
Kes3 :
Sîh û dido.
Guldank :
Mijar ?
Kes3 :
Mijar çiye îca ?
Guldank :
Yanî mesela te bi kurtayî çiye ?
Kes3 :
Serê min serê min, ez ji serê xwe acizim, ji ber ku sebeba hemû derd û bela û ....
Guldank :
Başe, başe, tê li ba şêwirdar her tiştî bêje, ew pisporê vî karî ye.
Kes3 :
Û aniha ?
( Guldank kaxetê dide dest, ya biçûk hejmara pera li ser danî ye û ya mezin weke formekî ye.)
Guldank :
Biçe ba kasê, van pera bide, û biçe ba şêwirdarê me, ode 3.
Kes3 :
Wey xwedê gulên wek te pir bike rebî.
Guldank : Xwedê gulhezên wek te jî ji me kêm neke rebbî.
( Deng dibe Remo. Kes3 bilez diçe ber kasê, pelê biçûk dide destê Remo û li bêrîkên xwe digere pera dide û diçe oda şêwirdar.)
Şêwirdar :
Keremke rûne û bêje.
Kes3 :
Serê min ezbenî, vî serî ez xistime heyr û bela, ji qeysî ku min bîr biriye heta niha ez dixwazim di tiştekî de nefikirim û ez nikarim.
 ( Her diaxive û diaxive, û şêwirdar jî qalûna xwe vedixwe û xuya dike ku pêre diaxive carê, piştî demeke kin, kes3 tê xuyakirin ku her du destên xwe li ber oda çareseriyê ber bi ezmanan vedike û dua dike ( Ya rebbî , ya rebbî çêbibe û tu min ji êşa vî serî xelaske.) Ebaso û Hemzo wî derbas dikin û derî lê digrin. Ji hundir gurmegurm û dengê xerîb tê, weke dengê aleta û di nav re carekê qêrînek tê. Hinek xelkên li ser dorê meraq dikin, gelo ev çi dibe. Dengê gurme gurmê mîna wî marşê eskerî tê, û dibe bi vekirina derî re, bi mekrefonê peyva çareserî qalind û qebe bê gotin. Pêre kes3 ji odê bê serî derdikeve û dimeşe ber bi derî de. Di ber xelkên ku li benda dorêne re derbas dibe û derdikeve. Hinek serê xwe dihejînin, weke ku bêjin waye daxwaziya wî bi cih hat, û xweziya bi dilê wî. Hinek jî çavên wan tije pirs bûn.Kesê bê serî derdikeve, pê re kesekî din diçe ber bi masa Guldankê de. Him li kesê bê serî dinere û him jî diçe ber bi masê de.
Hemê :
( Li pey Evdo yê bê serî dinere û destê xwe dide serê xwe.)
Ez bi serê xwe ve me wî serê min bi min ve ye.

Dawî