copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Sol û Serî

Çîrok di kirasê şanogeriyê de
Li vî bajarokê biçûk, mîna hezarên jin û mêrên, ku ji mecbûrî bi hev re diman, dê û bavê Camo û Xamo jî bi hevre heta dawiya temenê xwe bi hevrebûn, tenê, ji ber ku berdan ji manê xerabtir e wan jî hev û du bernedidan. Her du dijî hev bûn. Her tiştê ku dê jê hezdikir, xwendin, bêdengî, nermayî di têkiliyande, bav jê nefret dikir û bêtir ji pere, bazirganî, qerebalix û bêciriyê hezdikir. Weha jî Camo berevajî Xamo bû. Camo bejinkin, qut û girover û ser mezin bû.Xamo jî dirêj û ziravik û serbiçûk û bi berçavk bû. Mîna ku qedera wan bi hev re girêdayî be, ev cara dehane, ku biryar didin ji hev dûr bikevin û nema bên cem hev ji ber ku rojê zêdeyî carekê li hev rast dihatin, lê her duyan jî nikarîbûn. Niha dîsa mîna du dijminên ku bê hev nikaribin bijîn li sûkê herdu bira dîsa hatin hember hev. Camo solfiroş e û  Xamo pirtûkfiroş e, Xelefo jî her dem û her gav li wan deveran diçe û tê, lê ev Xelefo kiye gelo?
Xelefo,
bi kurtayî, dînê sûkê ye, weha jêre dibêjin.
Mirovekî jar û serzelût bû. Riha wî her dem nekurkirî bû. Çakêtê wî dirêj û bişkoka jêr di qulpika jor re derbas dikir. Sola wî jî her dem şimikî di lingên wî debû, xişxişa wî bû di kolanan re dimeşiya. Her ku digiha rastî kesekî bêyî ku tiştekî li ser bibêje derbas nedibû. Her tişt karê wî bû, diçû cem her kesî. Bê zirar bû û bi her tiştî dizanîbû , ji ber ku ger karê wî bû. Ji xwe  pirê caran tar a bêjingê di destê wî de bû , digerand, digewrand û ji xwe re têra xwe diaxivî, qelew û devdagirtî diaxivî.

Dîmen ê yekemîn
Xamo bi qemçika Camo girtiye, herdu hember hev disekinin û bi qerebalix ketine dan û standinê.
Camo: Ez û tu çawa birayê hev in ez nizanim. Tu du carî li min dirêjî û bavê me kin bû. Em naşibin hev, ne bi hiş, ne bi deng û ne jî bi reng.
Xamo: Naxwe, filanbêvan, li ser bextê diya te be.
Camo: Erê, ji xwe  tevde sûcê diya te ye, hema rehmetiyê digot bixwîn û bixwîn  heta mejiyê te bi van kitêban çelq kir.
Xamo: Ji loma bavê te jî tim got, filanbêvan, kirîn û firotin, Kirîn û firotin û mjiyê te jî  tevde kiriye pere.
Camo: Ma ne xebera wî bû qey?
Xamo: Camo, birê min, filanbêvan, zanebûn pera tîne lê pere nikarin zanebûnê bînin.
Camo: Pere dikarin her tiştî bikin. Zarok jî vê yekê dizanin û nêzîk ezê dikana solan vekim û tu yê bibînî? Ka em van pere yên ku rehmetiyê bavê me ji mere hiştine em bi hev re solan pê bikirin û bifiroşin.
Xamo: Çima em ne kitêban pê bikirin û bifroşin?
Camo: Ez dibêjim sol ew dibê kitêb. Kuro, hewcedariya ling bêtire ji ya serî, tu çi bê aqilî lo.
Xamo: (Dikene) hewcedariya serî tim bi, filanbêvan, bi zanînê heye. Divê xelkên me bixwînin camo, ling çawa be wê pê biqede.
Camo: kuro, weke ku xelk li lingê xwe miqate ne li serê xwe ne miqatene xwelî sero. Ma kî kitêban dikire ji pêvî çend kesên  ku xwedê ji wan stendiye, ha?
Xamo: Kitêb, Kitêb gencîne ne gencîne , filanbêvan ên ku nizanin vê yekê  divê zanibin (kitêbê ji bêrîka xwe derdixîne û bi kêf  lê dinêre) kitêb ji her tiştî buhatirin.
(Camo jî sola xwe derdixîne, bilind dike.)
Camo: Hema weleh sola min buhatire ji kitêba te, ka kitêba te bi çiqasiye hê?
Xamo: Kuro filanbêvan, tu nizanî ez çi dibêjim.
(Camo bi hesret li sola Xamo dinêre.)
Camo: Weleh, sola te jî xweşik e birê min, tu nafroşî min?
Xamo: Belê, bi serê te.
Camo: Bi serê min çilo?
Xamo: Serê xwe bide min ez têxînim lingê xwe, filanbêvan, ezê sola xwe bidim te.
Camo: Ka hela wê kitêbê, ji te sol û biner wê çawa be. Solê deyne ser serê xwe û ka kitêbê. (Xamo bêyî ku bifikire solê datîne ser serê xwe û Camo kitêbê dixîne bin lingê xwe, weha disekinin, xelefo tê.)
Xelefo: Erê, birrê min, dunya tara bêjingê ye birê min, digere digere, dizîvire û dibê gurm, di gwîzeka mirov de lêdikeve. Mirov dimre, gava mirov bê sol be, bê sol, sol ( ziq li sola ser serê Xamo dinere). Eeew, dunya wilo ye birê min, carna sola mirov dikeve serê mirov û lingê mirov jî (li lingê Camo dinere) kitêban dixwîne. Ev hûn çi dikin birê min. (Li herduyan dinere.)Erê birrê min eger we rastiya rast weke serê gopal divê, bi xwedê, rast e ku diya we yek bû lê ez tu carî naxim bextê xwe ku bavê we yek bû. (Herdû bi xwe dihisin, her yek tiştê xwe vedigerîne cih.)
Camo: Ji xwe em kêmî te mabûn, dînê berradayî.
Xelefo: Erê, birrê min rastî tale birrê min. diya te Meryem bû birrê min. Ji ber wilo jî pêxemberê weke te maşeleh bejinzirav jê ketin.
(Dengê Leto tê,Leto jineke dagirtî û bikêrhatî ye, rûxweşik û liserxweye. Him cihekî biçûk ji bo firotin a xwê ji xwe re çêkiribû, him jî kîsê xwê davêtn ser piyê xwe û digeriya . Pîvan a wê jî ji bo xelkê şorbûn û kellêbûn bû. Dîsa dengê Leto bilind dibû...)
Leto: Xwê, xwê, xwê, xwê ya spî, ji berfê spîtire, xwê, xwê.
( Leto xuya dike, xwê ya wê li nav pişta wêye.)
Xelefo: Ji Camo jî dirêjtire. (bi tinazî teqlîda Camo dike) 
Leto: Xwê ya ji axê erzantire. Xwê, xwê.
Xelefo: Ji xamo jî kintire. (bi qerf teqlîda Xamo dike)
Leto: Çiye dîsa Xelefo? Tu çi xwe kelê dikî. Tu çima wilo Bêxwêyî lo?
Xelefo: Ax, Letoka xwê ez bimrim. Tu yê min bikî Leto, hê?emê kengî bizewicin?
Leto: Wî  pepûko, ma ez û te, emê çi bikin ji hev?
Xelefo: Hêê, te got çi? Ma xelk gava hevdu dikin çi dikin ji hev Leto, hê?. Tu wilo nizanî, ne?
Leto: Na  pepûk, min got yanî, ez Letoka bê cih û war û tu dînê sikakan?!.
Xelefo: Ezê dilê xwe ji te re bikim hêlîn Leto, bes tu bêjî erê, û yê din li ser min. Ax, ez bimrim, Letoka xwê, bes bêje erê, tu yê derbê zilaman bibînî.
Leto: (Dikene) waweylê, waweylê, li vê hetîketiyê. Bi xwedê çawa ez dîn im tu ne dîn î, Xelefo.
Xelefo: Erê, Leto, ji xelkê we ye ku dilê dînan tu ne ye. Nizanin ku yên wek te mala bavê mirov dişewitînin. Agir berdidin hestiyê heftê û heft bavên mirov. Mirov dîn dikin û ber didin çolan. Ax ezê di nav xwêya te ya spî de bimrim, Leto. Ax, ez bimrim.
Leto: Wey tu bimrî û nefilitî, Xelefo!. Te hişt ku ez xwe jibîr bikim, ku ez xwê difroşim.
Xelefo: Wek ez zanim bi dilê te ye jî Leto, lê tu çima ewqas xwe girandikî ez nizanim. Keçê mesele pir rehet e, Leto. Dunya zû dizîvir e, ha. Tu yê sibe poşman bibî, ha, Leto, weleh  tê bêjî wî dînê xweşik ji  min re digot û min bi ya wî nedikir.
Leto: De here dînê heram.... Xwê, xwê, xwê ya ji berfê spîtir. (Bi meşeke reqsok Leto dimeşe, Xelefo jî ziq  ji paş de lê dinere.)
Xelefo: Ax, ez bimrim, Leto. Dibêjin çima Xelefo dîn dibe birrê min, ê kî li vê meşa nazik û xweşik û rindik binere û ji xwediya meşê mehrûm bimîne, ji xwe wê dîn bibe birrê min. Ma ezê çima dîn nebim, hê,? dunya eve birrê min. Tara bêjingê ye, digere, digere û dibê qerp di gwîzeka mirov de lêdikeve. Nexasim ku mirov xwas be. Îca bê sol dunya çarqorzî digere birrê min. Bê sol nabe. Camo weha dibêje birrê min. Ez jî dibêjim, bê Leto nabe. Ax, ez bimrim, Leto.( bi nalîn ji xwe re distirê)
Leto, Leto,Leto ez mirim.
Por spî bû, ez kal kirim.
Derdê eşqê  pir giran e,
rê neman, ku ve herim.

Dîmen ê duyemîn
(Sûk du aliye. Li aliyekî pirtûkxan a Xamo, li aliyê dî dikan a Camo ya solan e. Hemo, lawê wî yê biçûk, li ber destê wî diçe û tê. Kar dike, xelk tên solan dikirin û diçin.Hemo xortikekî nûhatî ye. Kumê wî herdem li ser serê wî yê girovere. Bi sivikayî û lez û bez li ber destê bavê xwe yê kinik dipengize viyalî wiyalî. Xinxinokî û tirsoneke.Camo bi firotin a solan daketibû, û li pirtûkxane ya li kêleka dikan a wî Pirtûkek di dest ê bira yê wî Xamo de bû, dixwend. Pingîna mêşê ye. Nahêle ku Xamo yê belengaz bixwîne. Dixwaze mêşê bigre, nikare. Her carê bi hêrs dixwaze wê di kef a destê xwe de hêsîr bigre, lê mêş nakeve zefta wî, weha hewildanên wî dubare dibin. Xelefo ji aliyekî de tê. Leto ji aliyê dî de tê.)
Xelefo: Erê, birrê min, dunya xiyar e, xiyarekî mezin e û di pîrka feqîran de şikestiye û dernakeve jî birrê min, ne diçe û ne jî tê birrê min....dengê Letok a min e, birrê min. (Dengê Leto tê,Xelefo pêve diçe...)
Leto: Xwê, xwê. Xwarin bê xwê nayê xwarin, xwarin a kellê nayê xwarin, bê xwê nabe.
Xelefo: De bêje, bê xelefo jî nabe ha Leto.
Leto: Ev tu yî dîsa?
Xelefo: Erê ezim, rih û can û dil û gurcik a Xelefo, ka em herin pîrozbahiy a van ciwamêran. Ma tu nabînî, du dikanên nû li sûkê zêde bûne Leto?
Leto: Ha, bi xwedê tu ji biaqilan biaqil hivî Xelefo.
Xelefo: Erê, wek Leto lê çi fêd e, ax ez bimrim. (Bi hevre diçin cem Xamo yê ko şerê wî bi mêşê re berdewa me. Kitêbê datîne ser masê û bi wan ve radibe.)
Leto: Roja te bi xêr Xamo, wey ser xêrê be rebî. Xwedê vizqekî baş ji te re bişîne.
Xelefo: Pîroz be birê min.
Xamo: Wey xwedê ji we razî be, hûn ser ser û çavê min hatin, filan bêvan, xwedê ji we razî be.
Leto: Hema ev cil bi lilê te be.
Xamo: Wek, filan bêvan, baş e, ne xerab e, berî ez bêm vir min jî çend ciwanmêrên filan bêvan pirsî ew jî ji haziran zêde nakin, qala we û têkiliyên we yên xweş kirin, yanî filan bêvan.
Leto: Yanî hema tiştek lazim bû , Xelefo wek çiya kî li pişta te ye. Wê di cih de bi hewara te de bê.
Xelefo: Erê birê min. Ezê wek tara bê jingê bizîzîkim bizîzîkimû xwe li ser gwîzeka  te deynim.
Xamo: Xwedê: ji we razibe filan bêvan, divê mirov felsefa wî ya taybet hebe jibo jiyanê. Divê filan bêvan.
Leto: Te go çi? Te go çi? Felsefe melsefe. Tu çima nabê Xelefo kî din li me zêde bû?
Xamo: Bingeha peyv û ramanên Xelefo jî wek filan bêvan ne ji valayê tê.
Leto: (Bitinazî) Erê, erê, jî goncaleke tîje aqil tê. Ev çima gotinên we wilo kelê ne lo. Wek mirov tiştekî ji we fêm nake
Xamo: Her mirovek pêpelûkeke têgihitina wî heye. Aniha filan bêvan divê...
Leto: Aniha divê em herin cem birayê te jî. Dîsa ser xêrê be û hûn sed xêrê ji karê xwe bibînin.
Xamo: Nabe, nabe, çayekê, qehwayekê, filan bêvan, şekirekî, şêaneyekê, filan bêvan, ji bo me ne başe.
Xelefo: Bi xatirê te birê min. Hayête ji mêsa te hebe ha.
Leto: Em herin, Xelefo. Xwe bes kelê bike ha.
Xelefo: (li Xamo dizî vir e) Weeeew, bi Xwedê mirov lempa kî bi serê te veke wê her kes bê ev beşt e. Stûne, stûnekê dirêj, heta sibê dirêj e, birê min. Rewş li ezmanan çawa ye birê min?
Xamo: Mirov dirêj be filan bêvan çêtir e ko mirov bêaqil be, Xelefo. Yanî filan bêvan, aqilê sivik barê giran.
Xelefo: Yanî tu ewqas bi aqilî, de ka bêj naxwe birê min ev çi ye? Tiştekî min heye hem şil dike, hem dîwêr qul dike?
Xamo: Mîx e, bizmar e.
Xelefo: Na, birê min, na, ma bizmar çi şil dike?
Xamo: °e filan bêvan sed tişt heye.
Xelefo: Hişş, dilope dilop. Tiştekî din. Tiştekî min heye tu bi tev yê digrî, diçe ayue, ci ye? De ka bêj birê min mane te got qaşo ez bi aqil im.
Xamo: Çêleke, golike, yanî filan bêvan, hezar tişt bi terî ye.
Leto: Em herin, Xelefo.
Xelefo: Erê, erê, deqakê, erê, birê min, gelek insan j1i bi terî hene, ferza mirov wan nabîne. Kevçiye kevçî malnexerabo. Baş e şertê min î dawî, eger te têr dernexist bixwedê çû û çû. Ez aqilê te nema bî qurnşekî bi qul dikirim.
Xamo: Bela tiştekî filan bêvan be ha.
Xelefo: Erê, erê, tiştekî min heye sipî sipî weke şîv, reşe reşe weke qîr, diçe diçe wekî tîr, çi ye?
Xamo: °e encex yekî filan bêvan. Yanî wek te be heta zanibe.
Xelefo: Dewleta bavê we çi ye, ku yekî weke min di nav we de derkeve kuro, mala minê. Bi şev û roj kî têban dixwîne, heta sibê dirêj e û hîn leg legê nas nake. Legleg legleg e , birê min. De we re û safî bik, îca birê min, dibê çima em nabin dewlet jî.
Lezo: Em herin Xelefo. Ze ez teqandim, kuro.
Xeleefo: Te jî agir berdaye hestiyê ka dike min, Leto. °e eger zanayên me wilo bin emê çawa bibin dewlet, birê min. Ax, ez bimrim, Leto, ji bo te, ax. (Herd1u derdikevin. Xamo vedigere xwendinê û şerê bi mêşê re.
Dîmenê sêyemîn
(Solfiroş)

( Camo li ber qasê rûniştiye. Pera dihejmêr e. Lawê wî, Hemo, kum li serê w1i ye. Solê liber lingê yekî dat1ine. Yekî din jî li benda Hemo ye. Xelefo û Leto derbas dibin. Xwe rast li camo digirin. Rûyê xwe li wan tirş dike. Bêdlî xwe silava wan vwdigerîn.
Xelefo: Merheba:  ji te re, birê min.
Leto: Roja te bi xêr, Camo. Ser xêrê bw cihê te.
Camo: Xwedê xêrê bi we de.
Xelefo: Îca tu çima weha bêdlî xwe dibêje birê min. Tu di qey me nanek xwariye û me pariyek daye Te.
Leto: Ez k1ilok xwê jî te re bînim, Camo?
Camo: Xw1e ji bo çi ye?
Leto: Têxîn nav xwîna xwe belkî hinekî şêrîn bibe.
Camo: Hûn ji cem yê xwîn şêrîn tên bes e. Ev carayekem e, ez dibînim xelk diçin cem yî dûre tên cem yêmezin.
Leto: yanî tu jî xamo mezin tirî?
Xelefo: (Şaş maye.) Ev çawa bû, birê min. Nigekî wî bi qendir te dirêj e.
Camo: Ew yê dirêje, ne yê mezin e. Wayê Xwedê lingên dirêj dane hecî leglegê jî. Naxwe ew yê mezine, ma ew gotine qey? Eybe lo, şerme şerm.
Leto: Naxwe em hem lêborîna xwe dixwazin û hem jî emê dîsa bêjin ser xêrêbe.
Camo: Hemko, ka çayê ji m1evanan re werîne zû.) Keremkin, keremkin rûnên. (Herdû rûdinên.)
Hemo: Wek gullê ez çayê tinim, bavo. (Dibe himhima wî, weke otomobil germ bibe, gurîniyê bixwe dêxîne û bezdide.)
Leto: Maşele, xuyaye cem te vala na be. Em saetekê li wê  kitêbxanê man, heft heram be kesî ne got merheba jî.
Camo: Divê yek sûkê nas bike, Leto, xelkê nas bike, bêtir li çi dipirsin. Li çi miqatene. Mesek niha kitêb yan sol, mirov bê kitêb dikare bimeşe lê bê yî sol kî dikare bimeşe?
Hemo: (Çayê tîne û bang dike.) Bavo, bavo, yek bang te dike.
Camo: Ki ye, kuro?
Hemo: Nizanim waye li serê kolanê ye, pir bi lez e.
Camo: Ez niha vedigerim. (Bi lez diçe. Hemo tê pişt masê, pera derdixîne, çav dide xelefo û pera dixîne bin kumê xwe.)
Xelefo: Erê birê min bi xwedê te ji bavê xwe jî bêtir dinya fêm kiriye.
Leto: Min îro tu xwê nefirot Xelefo. (hayê wê ji Hemo nîne.)
Xelefo: Dinya wilo ye, Leto, tara bêjingê ye, digere digere, geh vikî vala digere, geh jî dişke û dipelixe.
Camo: (Bi bez vedigere.) in kes nedî jehro, Hemo.
Hemo: °e, qey çû li bendî te nema, ma ez çi bikim? (Vedigere karê xwe.)
Camo: Wî îca min ji we re negot. Ez gelek mêran  nas dikim jibo solekê jinên xwe berdane. Ji eşîra me deh mêr jibo solekê hatin kuştin û di wê navê re du sê cîranên wan jî birîndar bûn. Heta niha salê yek ji me û yek ji eşîra din ji bo wê solê tê kuştin. Ka bêj kî guh dide pirtukan û kî jibo kitêban serê xwe jî wek vî birayê minî ker dêşîne. Ma ne xebera jina wî ye?
Leto: Tê bihêle ez dibe solan jî bi xwê re bifiroşim ha.
Camo: Sûk têra me tevan dike. Lê serê du beranan di beroşekê de nakelin, Leto.
Xelefo: Erê, birê min, ma encax serê te tenê di duberoşan hilê. Bi xwedê te tenê dinya fêm kiriye. Dinya eve, birê min, solekê nû ye, dibiriqîne. Pişt re kevn dibe. Pişt re î berî mirov wê bavêje ew mirov davêje. Ji xwe ferq di navb solê û dinyayê de jî eve.
Camo: Min nizanîbû tu feylesofe jî Xeleefo.
Xelefo: Erê, birê min, min jî wek te felsefa solan xwendiye. Erê birê min, qazî mazî qilopazî ne ez ji te ne zu ji min û ne kes ji kesî dibe razî. Qazî mazî qilopazî. Dinya eve, birê min, ew jî weke me, kerê nizme. Hinek sin tên , hinek jî dadikevin. Ji xwe kesî li vî welatî kêf nekiriye ji pêrî ker. Ma ev hal e, birê min, ko mirov xweziya xwe bi halê keran bîne. Ker, heyfa keran, çiqas kêfê min ji kera re tê. L   ê eybek wan tenê heye, ko ker in ka em herin, Leto, te wilo cihê qûna xwe xweş kiriye!
Leto: (Radibe.) Erê, wek bes e.
Xelefo: Bi xatirê te birê min.
Leto: Bi xatirê te, Camo.
Xelefo: (Nezîkî Hemo dibe.) Ewê di bin kumê te de bi nêvî ne ha yana ezê jêr bêjim. (Hemo bi tirs serê xwe dihejîne. Xelefo û Leto derdikevin...)
Xelefo: (Distirê.) Leto, Leto, Leto, ez mirim . Pore sipî b1u ez kalkirim. Derdê eşqê pir giran e... Rê nema bi ku de herim. Sebir nema bisebirim.                                                           

Dîmenê çaremîn
Li mala Xamo

(Xemlêya kinik jina Xamo rahiştiye beroşa vala û ji xwe re distirê û li binê beroşê dixîne. Bi dengê  bilind bi kasê tê distira. Stranya Mehmûd Ezîz e.)
Bejna te ji dara rimê, yarê min mêrê min. Tilî ji mûmû findê mêrê min, Xamoyê min. Wê xwarinek xweş bîne, m^rê min, ... Beroş vala namîne, mêrê min, xamoyê min.
(Xamo bi pirtûk û rojnameyên xwe vedikeve hundir. Xwezya xemlê di ber de bimîneû dike qerebalix.)
Xemlê: Bêhna xwarina cîranan her roj bi ser me de difûre û wê Xamo axa rojê kitêbeke nû bi xwe re bîne mal.
Xamo: Şevbaş, jina min... îhîî, îhîî.
Xemlê: Ka te çi j bo şîvê anî îro mêro? Emê kitêb û pelmelên te bixwin.
Xamo: Hemo bi telaq Bernard şo heq pêre hebû, gava li ser jinê digot.
Xemlê: Bernard mernard şo ez nizanim, lê xwes ka ji pêvî quretiyan tiştekî din ji te bihata.
Xamo: Bi rastî xebera Nîtşê bû, gava li ser zmana zara digot.
Xemlê: Digot çi, Xamo? Digot eger xwarin li malê tune be kitêban bixwin.
Xamo: Na, na, digot, filan bêvan, eger jin bilind bilind bû digihê sewiya çêlekê.
(Xemlê e^riş dike, kitêbû rojnameyên wî  belav dike û bi sola xwe bi nav serê wî dikeve.)
Xemlê: Ê, ne ezê te û vî Nîtşê yê te herduyan bi qurbana serê çêlekê kim. Hema tu bi kêr bihata tenê nigekî çêlekê jibo xwarinê banya malê.
Xamo: Keçê îro kesî kitêb nekirin filan bêvan, ywk kitêb ehat firotin, ma sûcê min e. ma ezê bi sipiyê. Serê xwe xwarinê ji te re b1inim.
Xemlê: Ê ne tu zilamê  malê yî qaşo.
Xamo: Xuyayê filan bêvan, ji vê lêxisitina ko min xwar xuya dike. Zilam ji ku mane filan bêvan tenê mane.
Xemlê: Filan bêvan kî ne, Xamo?
Xamo: Zilamok in. Zilamok tenê mane vî zemanî.
Xemlê: Çima wa Camo, mane birayê te ye û nîvê te naye heta qirika xwe di nav peran de maye.
Xamo: Na qirka Camo ji ku heye îca?
Xemlê: Ma wê ji ku wek qirka te wilo vezilandî be.
Xamo: Keçê Xamo serê xwe ji nigê xwe nasnake. Felsefê ji siyasetê ji filan bêvan ji kultur û çandê dernaxîne ha.
Xemlê: Ê, ne mala minê te kiye çerx. Te kirye şorbe. Ax, serê min dêşe, serê min ji min ket.
Xamo: Sibê, sibê, emê hewrin ser textor, filan bêvan, aniha rab şorbenîskekê ji me re çêk.
Xemlê: Şevtekî min heye.
Xamo:Wey ser serê min, ser çavê min. Hema filan bêvan, ko ez karibim.
Xemlê: Erê, erê, tu kar î.
Xamo: De ka bêje çi ye?filan bêvanê te.
Xemlê: Ez şorbê çênakim, ku tu vê kitêbê pel bi pel navêje nav.
Xamo: Keçê, tu dîn bûyî, Xemlê. Tu yê kitêbê têxîne nav nîskê.
Xemlê: Ê naxwe ez cênakim.
Xamo: Ê tu yê çêbikî.
Xemlê: Binêr ezê dîsa rabim te ha.
Xamo: (Serê xwe dihejîne û kuf kuf jê tê.)
Xemlê: T^w deng jî nabe xwe.
Xamo: Eger van kûçikbavên lêkolîner, sosyolog û jinparêzan jina min nasbikrana gelo wê ji wan dîtinên xwe venegeriyana. Ji sedî sed wê filan bêvan bûbûna. Min jî hemû feylesof, zana, arkolog. Filan bêvan, sosyolog, fizyolog. Dîroknas biyolog û astrologan tevdan fêm kir û min qet tiştek ji vê jina xwe fêm nekir.
(Xemlê radibe, Gazê vedixîne û beroşa avê datîne ser û kitêbê jibo kelandinê amade dike. Xamo bi tenê dihêle û derdikeve
Dîmenê pêncemîn
Li mala Camo

(Cemo, jina Camo ya dirêj û Leto rûniştîne çayê vedixwin. Ji hev nêzîk weke ku qala tiştên taybet dikin. Leto xwiya xwe daniya berxwe.)
Leto: Mêre te niha nayê porkurê, Cemo.
Cemo: Wî qurbana Camo yê xwe. Gerek niha Xemlê bihata.
(Li derî dikeve. Cemo vedike. Xemlê bilêz tê.)
Xemlê: We behsa çi dikir hê? We qala çi dikir?
Leto: Me qala mêrê Cemo dikir. Me go hingî feqîro bi firotina sol molan daketiye. Kar marê Cemo ji bîr kiriye.
Cemo: Weleh, yadê na. (Destê xwe datîne ser zikê xwe.) Vaye dîsa zik li min werimandiye. (Dikene.)
Xemlê: Wê pepûkê tu dîsa bi hemlî?
Cemo: Erê, weleh, bereketa xwedê li mêrê min be. Hema dibê kurp, tedî derbê cihê xwe girt. Bi yek derbê re zarok çêdike. Ne wek mêrê hinekan din (Li Xemlê dinere.)
Xemlê: Wey qurbana xwedê bim. Hema çilo be mêrê min hinekî dikeve çavê mirov de, ne wek mêrê te, nîv mitro.
Cemo: tu nizanî çiqasî xwedê hostaye keçko. Xwedê te ala deverekê kin dike dereke din dirêj dike ka bi xwedê maşelle têra heft jinan ike. Elhemdulilah.
Leto: Xwedê hemû deverên mêrê te dirêj bike, cemo.
Cemo: Elhemdulilah tiştê ji min relazim heta zu bê bes dirêj e. Ne wek hineka din, ko ji dervede dirêj dirêj û ji hundir de bê hêz  , nikarin zarokekî çêkin.
Emlê: E^, bi serê te heta berê sibehê xirc pişa wî ye.
Cemo: Bi her çavk yan bê berçavk bi te re radizê.
Xemlê: Ew çima?
Cemo: Belkî heta sibê dike xirepiş ji betr ko li te digere te nabîne keçê. (Mîna koran dike.)
Xemlê: ê, tu bawer nakî wer rojekê biceribîn naxwe.
Leto: °e, Cemo jî heta sibê li sola wê digere.
(Hemû dikenin. Camo derbas dibe. Civat sar dibe.)
Camo: Êvara we bi xêr.
Xemlê: Ser çavan.
Leto: Wey, ser seran, Camo.
(Cemîla diçe ber bi mêrê xwe de. Camo xwe wek dîk dinepixîn. Hemo jî bin kumê xwe dixurîne û bêdeng dide bende.)
Cemo: Wey, qurbana mêrkê xwe bim. Wî camoyê min î  xweşik. (Qurîncokê dide gepa camo, Camo wê dide alî.)
Camo: Xelefo çawa ye, Leto.
Leto: Silavan li jina te dike, Camo. Min serê xelefo bi jina te ya har vekirî. Rab keçê rab. (Ji Xemlê re dibêje.) Em herin berî şerekî.
Camo: Wê hesretê ji dilê Xelefo derxîn, ma wê çi bi te bê Leto?
Leto. Weleh, tu kes ji jina te çêtir tune ko hesret ji dilê Xelefo derxîne. Hema şevkê jina xwe bidê w^Xelefo sipî sax bibe.
(Dengê Xelefo ji der re tê. Tevde disekinin.)
Deng: Dinya tara bêjingê ye, birê min. Digere digere û di gwîzeka mirovê bê pişt de lêdikeve, birê min. Dinya ji solên Camo buhatire û ji xwiya Leto erzantire, ax, ez bimrim, Leto.
(Leto p^re derdieve û Xemlê dide dû. Hemo dixwaze biçe razê.)
hemo: Xewa min tê, ezê herim razêm, bavo.
Camo: Erê, lawê min, lê ma tê tev kum razê. (Destê xwe davêje kumê wî: Hemo direve.)
Hemo: Ezê deynim.
(Camo herdû destên xwe vedike û li benda Cemo dimîne dako çakêtê w1i jêbike. Cemo xwe ji bîr dike. Piştre vediciniqe û tê çakêtê wî jê dike û dadilqîne. Wisa gerefêta wî jî.)
Camo: Keçê bilive.
Cemo: Xuya dike xelkê vêderê ne xerab in, Camo, yan na?
Camo: Erê, erê, tevde ji te çêtirin û ziman kintirin. We qala çi dikir îro... Hê?
Cemo: Me qala dinyayê dikir , ma emê qala çi bikin.
Camo: yanî îro binê li nigê te naxure, mane wê xuya bike. Tu wî darî dibîne, ne?
(Tiliya Xwe ber bi darê daleqandî ve vedike.)
Cemo. Erê, çawa?
Camo: Çawa bi çûkanî mmosteyên min ên dibistanê nemremeya lingê min kirin çelûpênc, ezê jî nemreya lingê te bikim şêst. Îca kêfa teye.    
Cemo: Ê tu bêkêr bûyî, te nizanîbû desên xwe bi xwenda na ma  a min ci ye?
Camo: Ez rabim qey? Yaho hîn bi zimanê xwe jî nikare, wax, wax, wax..., qey te radyo daqurtandiye keçê?
Cemo: Na, çavê min, min sol daqurtandine.
Camo: Dibê wer û kirasê xwe neçirîn.
Cemo: te divê sola xwe jî bicirîn.
Camo: Nifira herî xerab mirov li yekî bike, mirov bê Xwedê te di yek ziman dirêj de bigerîne.
Cemo: na, wele, bê Xwedê kesî di yekî bêjin qut de negerîne.
Camo: Iro ji min nayê ez li texînim, were gorê min ji lingê min bike were. Qey wê li min û te nebe sibe, wan bişo, haa. (Cemo ne ji dil radibe tê gorê wî jêdike. Xuyaye bêhna nexweş ji gorê wî tê.)
Cemo: Ez nema di ber te û goran re digihim heyran. Ewqas solên te hene û tu nikare  solekê di lingê xwe ke. Dibê wer û deng neke. Ma mirov çilo w1e bi zimanê xwe karibe?
Camo: Xuyaye ciwamêrî bi vê jinikê re nameşe. Ya xwedê.
(Berê xwe dide da, Cemo direve.)

Dîmenê şeşemîn
Pirtûkxane

(Xamo dixeîne. Mêş nahêle. Di bin simbêlan rre dikene û radihije destkê lastîka ko pê mêşan dikujin. Jê we ye ko mêş kuşt, lê dîsa dibe pingînî. Xelefo jî sekiniye geh lê dinere û geh li camo yê dûr.)
Xelefo: Ev dinya çi ecêbe. Îca evê ewqas dirêj birayê ewê ewqas kine. Xebera bavê min bû. Rehmetî digot mirov, ko di îşê xwedê de bifikire wê here ser kufrê. Ma eger hinek ji dirêjbûna Xamo têketa ser kinbûna Camo ne çêtir bû gelo? Wê ev hinekî kinbûba û wê ew jî hinekî dirêjbûba, weha baş dibû, lê... Erê, birê min,  dinya  telo melo çêbuye, wê telo melo bim1ine û hey bim1ine, birê min. (Xamo Carê li xelefo dinere...)
Xamo: Xelef, wer cem min hinekî, lo!
(Xelefo tê cem Xamo. Ziq li Xamo dinere.)
Xelefo: Çi ye birê min, tê hinekî  ji dirêjbûna xwe bide min qey? Aniha tu ji vê dirêjbûna acize ne?
Xamo: Tu bikî nekî filan bêvan mirov hinekî aciz dibe. Tu dizanî, Xelefo, ez dihisim yê di vê sûkê de herî nêzîkî min filan bêvan tu yî.
Xelefo: Îca me kêf kir. Çima, birê min, te kes ji min bi aqiltir nedîtî qey?
Xamo: di pêvajoya pêşketina qonaxên dîrokê de, filan bêvan, dînbûn qonaxa berî rizgariya milî ye. Yamî filan bêvan...
Xelefo: Ê, birê min, berê serê min li hev ketiye. Şeş kêm ribeke ha û min qarê jor jî daye bi kirê. Kurt-kurmancî tu dixwazî çi bêje, bêj û me xelas ke, birê min. Xulqê min ne ewqasî fire ye ha.
Xamo: Xelefo, aniha tu nikarî hiek pere bi deyn ji min re peyde bikî. Piştî demeke kinfilan bêvan, ezê li te vegerînim.
Xelefo: Xwedê te ji diya te re bihêle, lo, Tu çiqasî biaqilî maşele. Birê min, tu dixwazî masiyan li çolê bigrî... Te kes ji min halxweştir nedîtî qey? Çima birê te?
Xamo: Briayê kesî vî zemanî bi kêrî wî nayê, Xelefo. Dinya Bûye filan bêvan...
Xelefo: Dinya bûye tara bêjingê, birê min.Hema dizîvire dizîvire û ne genim û ne ceh, tenê zîwan dig hê me, birê min.
Xamo: Ez nizanim ne Sokrates, ne Hegel bû ne jî Kant bû digot...
Xelefo: Îca li me û li van nav mavên qelew ha. Dinya kurtanê kerê boze, birê min, carê li pişta yekî ji me ye. Aiha tu ji min re nabêjî, ev çi kitêb in, kê xêr ji wan dîtiye, heta tu bibînî, birê min?
Xamo: Na, Xelefo, na, hemû pêmayî yên mirovayetiyê filan bêvan, ji hezarê salan de, dinav van pelmelan de veşartîne. Filan bêvan, kitêb bingeha têgihijtin û zanînê ye.
Xelefo: Ê, çima solên birê te ji wan bêtir tên firotin, birê min?
Xamo: Civaka me, dîroka me, rewşa me, filan bêvanê me, sewiya têgihijtina me, jiyana me aqilê me...
Xelefo: (Aciz dibe.) Guhê me, serê me, bevla me, terya me, şimka me, kurtanê me...
Xamo: Ah, wa te got, filan bêvan, tev de sedemin bingehînin ji paşdemayîna me re.
Xelefo: Bi serê diya min, emşoka dîn min tiştek ji te fêm nekir. Ping pinga wê mêşê nahêle tu tiştekî ji xwendinê fêm bikî û filan bêvanê te jî nahêle mirov tiştekî ji te fêm bikî. Ezê rabim herim, birê min, berî ko ez qarê jêr jî bidim bi kirê. Bi xatirê te, birê min.
Silavan li mêşa xwe bike, birê min. Bi xwe dê halê te ne tu hale, li vir pingîna mêş û li mal vizîna sola Xemlê.
(Xelefo diçe. Xamo hinekî li dora xwe diçe û tê. Çeka xwe – dijî mêşê – datîne ber xwe û dixwîne.)
Dîmenê heftemîn
Solfiroş

(Hemo di nav xire cira çûn û hatinê de ye. Camo kêfxweş li ber qasê ye. Leto ji wir de tê cem.)
Leto: Xwê, xwê, werin xwê. Xwiya ji berfê sipîtir, xwê. Xwarin bê xwê nabe. Xwê jiyan e. Xwê derman e.
Deine Ergänzung – in der Handschrift Seite 18 am linken Rand – ist nur halbkopiert:
(Lawikek ji wir de tê, dixwaze bikire.)
S.: Tu şekir difiroşî Xaltîkê?
: (Bi hêrs.) Ez kê iya xwe difroşim.   
şeş     kû     ????????
Leto: Merheba ji te re, Camo:
Camo: Wey, serçavê min, keremke.
Leto: Ev tu zanî çima xelk wilo kelê bûne û teve weha mane bê xwê wek e, ko Xwedê ji wan stendibe.
Camo: Qey xwiya te şêrîn bûye.
Leto: Na wele, ji ber kes nema xwê dikire. Qey kes nema xwarina bi xwê li vî welatî dixwe, Camo?
Camo: Hema ez ibêm qey jina min tenê xwiya te dixwe, ewqas şore malnexerabê.
Leto: Mi go, berî çend rojan birayê te yê kinik Xamo hat cem min, min xatirê wî neşkenand û min hinek pere bi deyn danê.
Camo: Ê, ya min çi ye yadê?
Leto: Yanî me got birayê te ye.
Camo: Erê, lê bizin bi nigê xwe ye, mih bi nigêxwe ya ha, ne wilo dibêjin?
Leto: Belê, lê...
Camo: Bi rastî hat cem min, min nedayê ji ber ku ser hişke sed carî ez jê re dibêjim der ji van kitêb mitêban û dev ji van qerwerk merwerkên vala berde, ew bi ya min nake, ma ez wî bikujim?
Leto: Wele, xuyaye bi hemû tiştî tu ji birê xwe jîr tirî.
Camo: Ma ne wilo ye?
Leto: Yanî di te re xuyaye, ko heta di karê şevê de jî tu zîrek î.
Camo: Hema bi xwedê heye tune ye Cemo ka min î dêhnik tiştin ji te re gotine.
Leto: Naxwe raste ne? (Biken.) Ezê rabim herim xwiya xwe bifiroşim çêtir e. De bi xatirê te yabo bes e.
Camo: Çayekê..., qehwayekê.
Leto: Xwê, xwê, xwê jiyan e, xwê derman e, xwê dijminê nexweşiyan e. Werin xwê, werin xw1e, xwiya xweş, xwiya ş ?????
Camo: (Bi hêrs, her tiştê di destê xwe de dihêle, gefan li jina xwe dixwe.) Ê, ma ezê te negrim, Cemo, jehreê, Weleh wê  ev jinik tisqa li min xîne. Dermanê wê dare, dar, weleh xebera bar û kalan e, dar ji cenetê hatiye.
(Bi lez û bez derdikeve.Pêre Hemo tê piştmasê. Bin kumê xwe mişt pere dike. Xelefo xuya dike.Wî dibîne.)
Xelefo: Erê, birê min, dinya kumê Hemo ye, birê min, bê pere li ser serê mirov naskine.Dinya eve birê min. Tara bêjingê ye, birê min. Hemo, ka hela wer bi virde.Tê para min bide min yan ez ji bavê te yî bejinzirav re bêjim birê min.
Hemo: Te çiqase divê, Xelefo, ezê bi te dim?
Xelefo: Fiftî fiftî, birê min. Nîv bi nîv. Nîvê perê wê carê û nîvê perê îro.
Hemo: Erê, yanî çiqas? Karê min heye. Dûre ê min jin û mal û zarok, sed tişt ji min tê xwestin yaho, ma çi li dû te heye.
Xelefo: (Behetiye.) Jin û zarokên çi, birê min? Jina te û zarokên te hene yanî?
Hemo: (Mina zilaman.) Erê, xelk tev de li van deran jinên wanî bi dizî hene. Ma çima ji xelkê re ade te ji min re qebhet e.
Xelefo: Na, birê min, na, wilo be. Naxwe, kanî nînê perê îro tenê, ê din ji zrokên te û jina te re. Lê jina te ced saliye, birê min?
Hemo: (aciz) Qala namûsê meke, Xelfo. Tu zanî namûs giran e (Nîvê pera di diyê.) Ji te heqê te û hew. Na xweş e, aniha ez qala te û Leto bikim, hê?
Xelefo: (Pera dixîne bêrîka xwe.) Ev çi bela ye, birê min. Welehî tu wek xwe di bin erdê jî deyî. Birê min  Tu jî ku bira van tiştan dibê, birê min?
Hemo: (matmayî) Ez, himm, te wek min mesûliyet neceribandiye, Xelefo, hîn ji te re divê. Ji te re gelek divê heta tu dinyayê nasbikî.( Diçe bi yekî re, golê datîne ber lingê wî. Xelefo jî dimeşe.)
Xelefo: Erê, birê min, dinya dinyaya dizane, birê min. Dinya emir û demê didize. Dem mirov didize, mirovjî  ji hev didzin . (Destê xwe davêje bêrîka xwe, perê Hemo derdixîne. Li wan dinere. Li pera dinere.) Erê, birê min. Diza ji diza dizî, erd û ezman lê pirsî.
Dîmenê heştemîn
Mala Camo

(Bi hêrs û bi lez Camo ikeve hindur. Çakêt davêje ser kursî û berî xwe dide dar û li Cemo digere. Wê dikişîne ser text. Bi text ve girê dide. Herdû lingên wê dimînin li der ve, him binê lingên wê dixurîne û him dide ber daran.)
Camo: Keçê sed carî min ji te re gotiye, Cemo, bi zimanê xwe karib. Cemo, çêna be tiştê, ko di nav her jin û mêrî de hene tu derxînî nav xelkê. Cemo, yek ji ya din re dibêje. Cemo, taxa me tenge û tiştek reşartî namîne. Cemo, te em rezîl û riswa kirine, Keçê. Wele, ezê rojekê vî zimanê jêkim.
Cemo: Çi bûye, Camo? Min çi kiriye, kuro? Xelk bê bextiyan diki. Wele, min tiştek ji kesî re ne gotiye.
Camo: Keçê ma, Leto ji ku zane ez bi şev li ser text çi dikim te serê min xwarê? Ma ev bê bextiye, Cemo?
Cemo: Naxwe min berd, lingên min veke, ez ji te re bêjim, bê Leto û Xelefo çi dikirin wê rojê.
Camo: Îca ev ji me kêm maye, ko ez zanibim xelefo çawa li Leto siwar tê yan nayê.Keçê, ev ne karê merîv ya, ne karê insana ye. Keçê, fem bike. Na Xwedê wextê aqil belavkir tu di ku de bûyî, Cemo?
Cemo: Ez li cem te bûm. Ma ez li ku bûm? Mala minê ew serê te yê mezin tevde aqil e.
Camo: Fêde tune ye wey. Fêde tune. Wele dawya dawî ezê tetaqê te rojekê di destê te xînim û hew.
Cemo: Tê piştî vî emrî min ber de, Camo? °e, ne heyfa nan û xwê. Heyfa rojên feqîrtî û qiriktaliyê Cemo. Naxwe wilo Camo.
(Piştî girî û gazinîn wê, hêdî hêdî Camo dest û lingên wê vedike.)
Camo: Erê, wilo naxwe cilo? Heta zimanê te ev ziman be. Wê ev dar jî tim lingan biwerimîne. Îca tu zanî.
Cemo: Ê, ne heqê qencyaye, Camo. Bi roj pê de ez pes???ê te û mêraniya te ji pîrekan re didim, tu jî tê li jinika xwe ya delalî dixînî.
Camo: Wey, jinka min î dealî ji nav jinkan hilê rebî. Keçê ev mêraniya wilo ji min re ne lazime, nelazime hurmet. Fêm bike, kecê, ez pîreeeeek, ez pîrek. (Pentelonê xwe jê re dadixîne. Cemo rû yê xwe diguhere.) Ez ci bikim ji bo tu bwaer bikî hê? Ez nemêr, ez pîrek im hi, vaye biner jî.
Dîmenê nehemîn
Mala Xamo

(Xemlê birçî û bi hêrs, di hundir de diçe û tê. Li beroşê dixîne û distirê.)
Bejna te ji dara rimê mêrê min, mêrê min.
Tilî ji mûm û findê mêrê min, mêrê min.
Wê xwarinê îro bîne, mêrê min, mêrê min.
Beroş vala namîne, mêrê min, mêrê min.
Beroşê datîne û bixwe re dipeyive.)
Ê ne eger Xamo îro jî tiştekî bi xwe re neyne, wele ezê wî bikim kebeb: Ezê wî hûr hûrî bikim.
Ev sed roj dibê sibe û sibe, sibe û sibe. (Pêre taybê vêdixîne û strana“sibe, sibe“ bilnd dibe.) Ew ji pişta bavê xwe ye wê îro jî bêje sibe. (Li seetê dinere.) aniha dema hatina wî ye. (Xwe bi lez di piştderî de vedişêre. Xamo dev bi ken tên. Kîs di dest de ye.)
Xamo: Baş e, jina min ne li mala.
Xemlê: (ji nişkê ve) Na, na, ez li mal im, Xwedeyê namûsa giran.
Xamo: Bismila, bismila.
Xemlê: Ka hela bê te çi aniye, ka. Xuyaye ku te dawî fêm kir ku tu tiştekî ji bo xwarinê neynî lingê te li vê malê namîne.
Xamo: Kêçê, filan bêvan, qîza ciwamêran, qîza deh mêvan.
(Xamo dikeve hev. Xemlê kîs dibe datîne ser masê. Destê xwe dirêjî kîs dikekitêbek mezin derdikeve çav sor dibin, kîs dirjîne erdê. Kitêb diqulipin ser hev.
Xemlê: Emê kitêban bixwin, Xamo?
Xamo: Afirandin, çand û ultur xwarina aqil û dil e filan bêvan.
Xemlê: °e ne ezê îro te biafirînim. Ezê hestiyên te û kultur multûra te biçînim nîşkê.
(Kitêbekê davêje, Xamo hildigre.)
Xamo: Filan bêvan, ev romanên herî nû derketine, keçko.
Xemlê: Ê, eger min fermana te di romaniya re der ne xist bere ez ne Xemlê bim.
Xamo: Bêhna xwe fir^h bike filan bêvan ev çîrokên nû derketine, kurte çîrok in.
(Xemlê sola xwe ji lingê xwe derdixîne û dide dû pişta Xamoyê beziyayî.)
Xemlê: Ê, ne eger min tu tu li ser hemû zimanan nekir çîrok bela ez ne ji pişta Hisoyê piştkurmî bim.
Xamo: Dema me dem diyalogê ye Xemlê filan bêvan.
Xemlê: Ezê diyaloga te di cihê berê kim, îca diyalog iyalog jiriya bavê min kêm maye. Emê diyalogê bixwin, ne?
Xamo: Keçê, ev sedsala bîstûyekê ye filan bêvan aqil maqil...
Xemlê: Ev bîstûyek roj xwarin nehatiye hundir û tu hîn dipeyivî jî. Ma aqil hebûya tê ji ku wilo dirêj bûbûya.
Xamo: Ê, ne mala minê tu dara sipîndarê ye.
Xemlê: Ez darê ser serê te yî şimamokî me, korê xerabeyê heram.
Xamo: Keçê filan bêvan wê cîran me bihetikînin sibe, sibe.
(Pêre dîsa strana sibe bilind dibe.)
Xemlê: Dîsa go sibe dîsa go sibe. Eger min serê te bi vê solê hilneweşand hwta sibe, bere ez jina te bim.
Xamo: Hihim. Ji xwe berê tu jina min î filan bêvan, qey tu jina kê yî?
Xemlê: Ez jina xwe Xamo ji îro pe ve. Ez jina xwe. Jina ko mêrê wek te qebûl bike ezê porê wê bi ser de kur bikim. Ezê sibeha eydê gulî û keziyên wê bidim ber meqes û kêran Xamoyê xiloxavî  û xerabe, ma ezê te negrim qey??
(Bi solê êrîşî Xamo dike. Xamo direve viyalî, wiyalî.)
Dîmenê dehemîn
Solfiroş

(Heo bi muşteriyên solan daketiye. Xelefo dinyayê dikire û difiroşe, sloganên xwe davêje. Leto xwê digerîne, dîsa yek tê şekir jê dixwaze. Xamo dipeyve û Camo bi hêrs lê guhdarî dike.)
Xamo: Divê tu jî xwe picekî bilivînî, birê min. Filan bêvan, destê min teng e. Xemlê û filan bêvan, serê min gêjkirine.
Camo: Tu yê bibê jî, pera bi deyn bide min ne?
Xamo: Maşeleh çiqasî birayê min bi aqil e. Filan bêvan, te ji ku zanîbû?
Camo: Birayê te ji te aqil grtiye. Bi ya min bike û dev ji van kitêb mitêban, hûn ji wan re dibêjin çi? Pirtûk, der ji van pitûkan ber de û ji xwe re tiştekî din bikir û bifiroş.
Xamo: Filan bêvan, ma tu karî bê xwarin bijî,  Camo?
Camo: Ma pirtûkên te tên xwarin?
Xamo: Erê, çawa ko zik nan dixwaze, wilo jî rih, giyan filan bêvan, xwendin û zanînê dixwaze. Ev xwarina rih e, ya can e.
Camo: Îca wer û kirasê xwe neqetîn ha. Kî bîra vê dibe? Rih xwarinê dixwe? Wele te jî hişê xwe xwariye lo. Here karekî bike lo.
Xamo: Ê, vaye ez kar dikim. Ma ez çend karan bikim?
Camo: Karê bê pere, karê betalan.
Xamo: Ê, ma sûcê mine xelk na xwînin wey? Pêva joya dîrokî dibêje wê filan bêvan rojek bê û wê xelkên me li pirtûkên xwe xwedî derkevin.
Camo: Ê, heta ew roj bê wê hestiyê te dibin eydê dibirizin.
Xamo: Ez zanim ev zîvirandin mîrirandina te, filan bêvan tevde ji bo ku tu pera bi deyn nedî min. De bêje ez pera adim û hew, Camo.
Camo: Ez ne ji bo wilo van tiştan dibêjim.
Xamo: Yanî tê peran bidî min?
Camo: Min negotiye ezê bidim te.
Xamo: Naxwe ev çi filan bêvanî, yanî tu nadî?
Camo: ji xwe ez nadim.
Xamo: Kuro, ji pêşî de wilo bêj û b^yî filan bêvan û nizanim çi.
Camo: Pere tune ne.
Xamo: Wey têr xwarina te tune be rebî.
Camo: ji ber çavê min here cêtire ku...
(Camo destê xwe davêje solekê...)
Xamo: Îca ha. Li malê sol û limvir sol, ez vê dema sol û şimikan protesto dikim. Ez ne şaş im, filan bêvan, ez ne xerab im, zeman xerab e.
Tev de sûcê filan bêvan e, xweska min zanîbûya bê sûcê kêye û ne sûcê kêye.
(Keçek tê pirtûxana wî, ew jî pêve diçe.)

Dîmenê yazdemîn
Pirtûkfiroş

(Keç bi gerayî dipirse. Xamo mad dayî û xemgîne.)
Keç. Tu çawa yî, mamoste?
Xamo: Kêf kêfa cîrana ye. Xelk roj bi roj halxweş dibin fila bêvan, ez jî, dûr be ji te, rû reş dibim, Baş im, baş im. Xwedê te ala jî – estexfîrullah – hema hestiyên min vedizilîne û hew li qisurê nenere min ji te nepirsî, filan bêvan, tu çi dixwazî filan bêvan?
Keç: Ez pirtûken li ser pirsa jinê dixwazim. Li ser bindestiya jinê.
Xamo: Te go çi? Te go çi? Bindestiya kê? (matmayî) Ya jinê? Yanî jin bindeste? Filan bêvan.
Keç: Bindestiya jinê du qat e. Him bindestiya dijmin û him jî bindestiya mêr.
Xamo: Yanî jin di bin destê mêr de ye? Yanî filan bêvan aniha Xemlê di bin destê min de ye? (Dikene û hey dkene.)
Keç: Kî? Xemlê pîreka te?
Xamo: Erê, erê, hema bi xwedê te jina min naskirî baya filan bêvan, te tu carî nedigot jin bindest e.
Keç: Çima xemlê çi dike qey?
Xamo: Ne wilo tenê. Bi namûs tenê filan bêvan şevekî mezin dijî hemû jinên cihanê bida destpêkrin.
Keç: Aniha pirtûkekên li ser doza jinê û rizgariya wê hene yan na?
Xamo: Tu li min negrî xwişkê. Bi Xwedê berî zewacê û filan bêvan ez jî wek te difikirîm. Lê piştî min jin ji nêzîkayî naskir, ez gihijtim vê baweriyê, her kesê ko li ser bindestiya jinê û filan bêvanê wê lêkolîn çêkirine wan bi xwe jin naskirine. Tim min di dilê xwe de digot, xwezî filan bêvan li yekê wek jina min rast bihatana, da ko xweşik jin nasbikrana.
Keç: (Bê sebirbûna wê diyar dibe.) Mamoste, min pirtûk xwestin.
Xamo: Bi xwedê, hemû pirtûkên ko pesnê jinê û bindestiya jinê û filan bêvan di wan de hebû, min hemû şewitandin.
Keç: Ew çima?
Xamo: Ji qehrê jina xwe, ma çima?
Keç: Naxwe ji pêşî de bêje tune ne û hew.
Xamo: Ê, ne tune ne, filan bêvan, tenê dilê min hênik nedikir. Erê, ji ava di beroşê de re gotin, ev çi peqpeqokin, fila bêvan? Got,li agirê bin min birzêrin? Îca yê min jî ev meşele ye.
Keç: Naxwe silavan li Xemlê û filan bêvan bike. (Bi ken dibêje û dice.) Tu ji bîr nekî.
Xamo: Bi xwedê, du jinên din wek jina min li dinyayê hwbûna, niha dinya serobinoyî hev bûbûya.

Dîmenê duwazdemîn
Solfiroş

(Li hundir Camo û Hemo karê xwe dikirin. Xelefo û Leto di nav qerebalixa sûkê re xwe li hev digirtin. Xelefodihat ûdistira.)
Xelefo: Leto:, Leto, Leto, ez mirim. Por sipî bû, te ez kalkirim. Derdê eşqê pir giran e. derdê eşqê pir giran e.
Dengê Leto: Xwê, xwê, werin xwê derman e. Xwê jiyan e.
Xelefo: Sebir nema bisebirim. Ax, ez bimrim, Letoka xwe.
(Hinekî difikire. Leto xuya dike. Xelefo bi destê xwe digre û dike hewar.)
Xelefo: Ûyûyûy, ez mirim, Leto, ax, ez mirim.
Leto. Te çi kiriye, Xelefo? Te kêr li tilya xwe xistiye qey?
Xelefo: Birîne, Leto, birîna min xedare, aaax, ez bimrim. Ka hinek xwê deyn ser birînê, Leto.
Leto. Kuro, wê xwê bêtir bişewitîne pepûko.
Lawik: (Tê cem Leto.) Xaltikê ka kilok şekir.
Leto. Şekir, şekir yan xwê.
Lawik: Bi gumana min me bi kurmancî got şeekir.
Leto. (Kulma xwe lê hildibe.) Wa şekir bi çiçkê diya te ve ye, şirheram, ji xwe aniha wextê te ye.
Xelefo: Ax, ez bimrim, Leto.
Leto: Wî mala min şewitî. (Hinek xwê derdixîne û bi destê Xelefo digre. Lê dinere. Ji nişkê ve berdide.)
Leto: Ka birîn, Xelefo. Tiştek bi destê te nehatiye.
Xelefo: Erê, keçê, tiştek bi dilê min hatiye. (Destê xwe li sînga xwe, aliya rastê dixîne.) Ah vaye birîn, Leto, ax ez bimrim.
Leto: (Destê wî datîne ser dilê wî, aliyê cepê.) Dil li vir e pepûko. Wek dermanê te zewac e, Xelefo. A baş, em te bi zewicînin.
Xelefo: (bi kêf) Erê, bi xwedê. Tê min bikî, Leto. Ma çi bi min hatiye, hê? Bi xwedê ne ji van sed û eybeke min bana mêr di ser min re tunebûn. Lê çi fêde dinya li serê Xelefo bûye tara bêjingê, Leto. Az bimrim, Leto.
Leto: Wî wey tu nefilîtî rebî. Ma tê çi bikî ji min, Kuro, ez belengaza xwedê.
Xelefo: Ezê çibkim ji te? (behetî ye)
Leto: Erê, erê, tê çibkî ji min ma wey?
 Xelefo: Ko em bizewicin?
Leto: Erê, erê, go em bizewicin.
Xelefo: (Dikene) Ma ez bêjim, Leto, hê? Ka ji van bipirs (li haziran dinere) bê jin û mêr çi dikin wê ji te re bêjin. Ma çima wilo hê. Ka emdestpêbikin û tê bi çavê serê xwe derbê, Xelefo, bibînî, Leto, ax, ez mirim, Leto, hewar, ax.
Leto: Kuro, bes hewar hewara te, te em hetikandin.
Xelefo: /Weke ko di xewnekê de be û li dengê blûrê guhdarî bike.) Wê dinya wekî din bigere, Leto. Wê zarokên me çêbibin. Bavo va ez hatim. Dayê va ez çûm. Tê serê wan bişo û ezê wan bibim xwendinê û...
Leto: Wê tevde wek bavê xwe maşele bi aqil derkevin.
Xelefo: Erê, Leto, erê. Wê aqilê bavê wan jî vegere.
Leto: Ma qey çûye ku heta ku vegere? Dûr e ji ku heye heta ku here û bê Xelefo, wele tu îro bûye Memê Alan.
Xelefo: Kecê Memê Alan çi bû? Romyo çi bû û Derwêşê Evdî çi bû? Bi Xwedê evîndar ne di der minre û di bin min re tune ne û ne jî wê hebin. Ax, bes te bi agirê kezeba min zanîba, Leto, ax, ez bimrim.
Leto: Wele, wilo nave, Xelefo.
Xelefo: Erê, bi xwedê, ji xwe wilo nabe. Divê carna mirov bê cil bi hevre bide û bistîne, Leto. (Dixwaze xwe tazî bike.) Ax, ez mirim, Leto. Bi xwedê xebera te ye. Wilo nabe.
Leto: kuro, yanî bê firotina xwê abe kurî kemo. Yanî her ez dighêm te ez ji bîr dikim, ko divê ez xwê bifiroşim.
Xelefo: Hemo, Hemo. (Hemo bi lez tê cem.) Her pera werîn û wer kîlok xwê ji xaltîka xwe bikir zû.
Hemo: Ma ezê çibkim ji xwê, Xelefo?
Xelefo: (Destê xwe datîne ser kumê wî.) Bi xwedê tu nekire ezê kumê te hildim û ezê bang bavê te kim.
Hemo: (ditirse) Erê, erê, ezê ji bavê xwe re bêjim diya min gotiye xwê li malê nemaye. (Diçe cem bavê xwe. Pera jê dixwaze. Piştî kurte piştê bi hêrs pera dixîne destê wî. Hemo bi lêz vedigere.)
Hemo: Ji te buhayê kîlok xwê. (Dide Leto û kîsê xwê ji dest wê digre.) Şekir jî bi te re tune.
Leto: Berê wa di nav ciçkê diya te de ye li malê, bera bavê te yî bi namûs jê bixwe heta bimre. (Hemo diçe.)
Xelefo: (Çavan digre, dev vedike.) Va min girt û va min vekir.
Leto: (Xwê davê devê wî î dimeşe.) Xwê, xwê, xwiya sipî wek berfê.
Xelefo: (Dike int int, dibîne ko Leto diçe, ew jî paş de vedigere.) Erê, birê min, dinya bê evîn şor e şor e, birê min. Ji xwiya Leto şortir e, birê min. Bê evîn dinya jehr û ziqûm û quzelqer te, birê min.
Dîmenê sêzdemîn
Pirtûkxane
(Xelefo lingên xwe bi dû xwe de dikişîne û bi xwe re dipeyive. Her guhekî xwe çixareyek xistiye pişt. Du çixareyan bi herre vedixwe. Dûman bi ser serê wî de ketiye. Xamo dixwaze bixwîne û mêş nahêlin.)
Xelefo: Erê, birê min. Dinya eve, çixare ye, ew seet e, ew deqe û kêlîk e. Hema te dî şewîtî û... cû. Ha ha ha, insan jî wilo cêdibe. Yan wek xamo dirêj dibe, yan jî wek Camo kin dimîne û hêdî hêdî li xwe dişkîne û... vedimre. Çixare ye, çixare, birê min. (Hinekî difikire.) Erê, birê min, bi xwedê ji Camo çêtir tunr ye, ko em ji xwe re qala dinyayê bikin. (Diçe cem Xamo.) Merheba, birê min. Tu çwa yî, Xamo efendî. Ma kesek ji pêvî mêşan derbasî pirtûkxana te dibe? Bi xwedê xuyaye ez û mêş tenê tên dora te, mamoste.
Xamo: (Bi kêf pêve radibe û kursî dibe Xelefo.) Ka were rûne, were.

Im Folgenden waren wieder einige Buchstaben am Rand abgeschnitten (nicht kopiert).
Çibkim ku qewî kesa de bazar  ...înin ji ...umaşê xerîdar. Ger ilmê teman ...idî bi pûlek ...froşî tu hikmetê ... solek ...es nakete ...nîterê xwe camî ...anagirtin ...esek nîzamî. ...qtê ku me zemane ev ...eng. ...ilcimle li ser diravê ... ceng.  

Tu dizanî, Xelefo, sûc sûcê dîrokê ye, filan bêvan, sûcê her tiştiye, ji rewşa ciyopolîtikîya welatê me bigre heta rwşa sosyolojîk û filan bêvan.
Xelefo: A, bi Xwedê dîsa ket nav. Ev çi ye îca, birê min. Ji xwe kesî mala me xeranekiriye ji pêrîciyopolîtîk û sosyolojîkan. Van tenê dinya li me kirine tara bêjing, birê min. Erê, birê min, ev dirêjbûna te jî ne bi derewaye Xwedê hoste yeû dizane çi dike, birê min.
Xamo: Ez ji dil dibêjim,Xelefo, sosyologan û filan bêvan gotine mirovan insan heywanekî bi aqil e.
Xelefo: Ev çilo ye îca, birê min? Heywan û bi aqil ha?! Îca wer û fêm bik îca ha.
Xamo: Lê insanê me, di vê pêvajoya dirêj ya dîrokê de, filan bêvan, nîvê vê peyvê tenê ji bo wî rast e, hahaha.
Xelefo: Ê, ^ca sosyologan çiyê din digot,brê min?
Xamo: Erê, filan bêvan, yanî insanê me dixwaze zikê xwe û bin zikê xwe têr bike û hew yanî.
Xelefo: Erê, birê min, filan bêvan.
Xamo: Yanî insanê me heywan e, an wek e heywan e, lê bê aqil e.
Xelefo: Yanî niha tu heywan î, birê min.
Xamo: Kuro, ji min fêm bike, filan bêvan, fewrqa insan û heywan xwendine. De ka bêje fila bêvan kî ji mirovên me dixwîne. Ez tenê dixwînim, ew jî filan bêvan û mêş nahêlin.
Xelefo: Ezê pirsekê ji te bikim, birê min.
Xamo: Belê, filan bêvan bera ne dirêj be.
Xelefo: Na, na, birê min. Tu ne insan î?
Xamo. Belê.
Xelefo: Naxwe tu heywanekî bi aqil an bê aqil î, birê min?
Xamo: Bi aqil, ji kerema xwe.
Xelefo: Bi aqil an bê aqil, birê min, yanî tu heywan î?
Xamo: Weleh, xebera te ye. Filan bêvan, eger ez ne heywan bama ez bi dînekî re li ser fesefê dipeyivîm?
Xelefo: Aniha ez dîn im û tu bi aqil î, birê min?
Xamo: Her kes vê yekê dizane filan bêvan.
Xelefo: Erê, birê min, Xemlê jî zane. Ji loma Xemlê rojê carekê felsefa te bi sol û şimka xwe dixwîne. Erê, birê min, dinya jî wek sola Xemlê ye, tim li ava serê mirov dikeve. (Ji ba xamo dimeşe.) Li vê dinyaya wek sola Xemlê vala û qetiya yî kî yê dîn ji yê bi aqil nas bike, ezê xelatekê pêvekim, birê min. Ê, dizane bera bê cem Xelefo aqilmendê vê Sûlê û vî welatî. (Xelefo derdikeve. Xamo vedigere, dixwîne û mêş nahêle.)
Dîmenê caredemîn
Mala Camo

(Sîgarê Camo di devê wî de ye. Derî vedike, radihêje qayîşa ku ji bo Cemo daliqandiye û bi nêta lêxistinê berî xwe dide Cemo. Cemo qutife. Mîna pisîk û mişkeke tirsiya yî li ber hev didin.)
Cemo: Çi bi te hatiye dîsa  Camo? Te çi bihîstiye?
Camo: Ji xwe ji bo ku ez tiştekî nû ji devê tu pîrekan li ser xwe nebhîzim ezê heqê bi te dim.
Cemo: Wele, tu çavsoriyan li min dikî, Camo. Ma ne vaye ez xwarinê ji te re çêdkim.
Camo: Tu sê carî li min xwarinê dixwî. Xwene tuyê ji min tenê re cêbikî?
Cemo: Ma mêraniyeke yanî ku yek karibe bi jina xwe?
Camo: Hooh, ji xwe mêraniya herî mezin ewe ku yek vî zemanî karibe bi jina xwe, ma kes kare bi pîrekan? Berê tenûr hebûn bêhna xwe li ser tenûran derdixistin, aniha ew jî neman. 
Cemo: Karê mala te niha jî ji yê heft malan bêtire.
Camo: Ji xwe di ber re jî jinên vê taxê, eger ez nebêjim yên vî welatî tevde zanin bi şev çi li ser textê me û di bin me de tê gotin.
Cemo: Bi serê te. Bi tirba bavê min. Ev deh roj derê min venebûye.
Camo: Ji xwe ji bo ku heta, heta, nema devê te vebe ez dermanê te zanim.
(Bi qayîşê berdide dû Cemo. Ew jî direve.

Dîmenê pazdemîn
Mala Xamo

(Li derî dikeve. Xemlê vedike. Kes(1) derbasdibe.)
Kes(1): Merhaba.
Xemlê: Ser çavan.
Kes(1): Xamo li mal e?
Xemlê: Na, li kar e.
Kes (1): (Rûdinê) Xamo deyndarê minî du hezarî ye. Soz da min deh rojan vegerîne, vaye bû mehek.
(Dîsa li derî dikeve. Xemlê vedike.)
Kes (2): Merheba.
Xemlê: Ser çavan.
Kes (2): Xamo li mal e?
Xemlê: Na, derbas be wextî bê.
Kes (2): Xamo deyndarê minî car hezarî ye. Soz da min deh rojan, vaye du meh derbas bûn.
(Derbas dibe, silavê li yê din dike û rûdinê. Dîsa li derî dikeve. Xemlê vedike.
(Kes (3): Merheba.
Xemlê: Serçavan, derbas be xame wextî bê. Xamo deyndarê te yê cend hezara ye?
Kes (3): Pênc. (Behetî dibêje).
Xemlê: Pênc hezar ji te deyn kirin. Soz da te ku deh rojan li te vegerîne, vaye bû...
Kes (3): Sê meh.
Sê meh derbas bûn û soza xwe bi cih nanî.
Kes (3): Te ji ku zanî bû? Vaye ciwamêro ji t re jî gotiye, tew min digo qey mesele tevde jibîrkiriye.
(Li cem herdûyên din rûdine. Silav li hev dikin. Xemlê ji hêrsan re diheje.)
Kes (1): yaho mirov vî zemanî nema wê re qencyê i tu kesî bike. Weleh mirov nema li birayê ywe amin dibe.
Xemlê: Xemnake, aniha bê, divê bi hevre hîn heqê xwe jê bistînin ne?
(Li derî dikeve. Xemlê vedike. Xamo bi lez derbas dibe, komek pirtûk û roname di dest de ne. Bi kêf tê. Xemlê kêfa wî lê dişkîne. Bi destê wî digre û wî dibe cem mêvanan.
Xemlê: Dîsa pirtûk û rojname û pelmel anîne ji bo xwarin. Ji her yekî ji were gotiye deh roj, ê min roj bi roj dibê sibe ezê xwarinê bînim malê. Pirtûkan ji min re tîne. Ma ez kirasê xwe bi ser rihê te de biçirînim, Xamo?
Xamo: Hun tevde çawa gihan hev? Filan bêvan yanî...
Kes (i): Te go deh rojan ezê vegerînim, vaye zêdeyî mehekê çê bû.
Kes (2): Yê min du meh bi ser ketin.
Kes (3): ji xwe yê min bû sê meh.
Xamo: Yaho, filan bêvan, ez ji ber we nereviya me, ezê bi wedim, lê niha bi min re tune ha.
Xemlê: Tim tune, tim.
(Xemlê: bi mêvanan re êriş dike. Xemlê destê wî ditewîne. Yên din li bêrîkên wî digerin. Kes (3) pelan ji bêrîka wî derdixîne.)
Kes (3): Ev çi pel mel in?
Xamo: filan bêvan, ev ne pel melin, ev helbestekê Melayê Cezîrî ye.
Kes (1): Weleh heqê te lêxistineke baş e, ku tu pêre bifire Cezîra Botan.
Xamo: Hun tevde nexweş in nexweş. Filan bêvan, her yek ji we sed psîkolog jê re divê heta jê fêm bikin.
Xemlê: (Bi sola xwe pêdikeve.) Ji xwe ji pêvî quretiyan tiştek ji te naye.
Xamo: Ev çi bele ye?  Filan bêvan, bela mirov ji ber lingên mirov tê.
(Xamo xwe ji destê wan difilîne, tev de bera du didin.)

Dîmenê şazdemîn
Solfiroş

(Hemo kumê xwe xwar kiriye û dixebite. Camo li pişt qasê kêfxweş e. Xamo benê sola xwe avêtiye ser qirika xwe. Herdû ferên sola wî bi singa wî ve daleqiyayîne.)
Camo: Ev çi ye, Xamo, tu çima xwasî, kuro?
Xamo: Min go filan bêvan bi sol an bê sol her mirov dikare bimeşe.
Camo: Min zanîbû rojekê tuyê aqilê xwe bixwî.
Xamo: Ma ji ku heye heta ez bixwim, Camo, te serê min xwaro. Tu zanî, Camo, te tim digot filan bêvan, sola te xweşik e. Te çavê xwe berda bûyî. Ez sola xwe difiroşim tu yê bikirî?
Camo: Erê, weleh, ev sol hesreteke û di dilê min de ye. Ez çawa akirim. Ka deyne ser masê. Tu yê çiqasî bidî?
Xamo: (Datîne ser masê) Hema tu û wijdanêxwe. Bi xwedê ez zanim wijdan filan bêvan tune ye jî lê xemnake.
Camo: (Pera dihejmêra û dixe destê wî) Ev buhayê sola herî buhaye li cem me, Xamo, qet xema nexwe û nebê, birê min, bi min keniya.
Xamo: (Bi kêf li pera dinere.) Naxwe ka solekê nû bi van pera bid min.
Camo: (Behetî diîne) Te go xwas jî dimeşe?
Xamo: Ji kerema xwe re bera sola ko tu bidî min xweş be û bê hestî be.
Camo: Xweş be yan xweşik be.
Xamo: Xweş û bêhestî, nerm nerm wek hevirmêş.
Camo: Bi xwedê vî zilamî piçka aqilê ku mabû jî winda kiriye. Hemo..., Hemo.
Hemo: (B lez tê) wek teyarê ez hatim. Belê, bavo.
Camo: Nemra lingên te çende, Xamo?
Xamo: Bela xweş û nerm û bê hestî be.
HemO. Tuyê solê bixwî yan bikirî.
Xamo: Ezê wî di nav serê te de lêxim qesmer filan bêvan. (Bi ser Hemo de ra dibe. Hemo diçe solê tîne.)
Hemo: Ditirsim jina te wê di nav serê te de lêxîne, apo.
Xamo: Kanî pîçê heram. Ji xwe ez kêmî te mame.
Camo: Ka wan pera ka, berî tu xwe ji bîr bikî.
Xamo: (Perê wî lê vedigerîne.) Ji te bi wan têr bixwe. (Solê dixîne lingê xwe. Razî serê xwe hildibe ber bi Hemo de.) Ev pîçê ha? Tu dibî qey bi nemra lingê min zanîbû heta ev sol anî.
Hemo: (Ji dûr kumê xwe xwar dike.) Ji xwe, birê min, ma em li vir hêka diqelînin yan kar dikin. Ez li qiyasa serê yekî dinerim ez dizanim nemra lingê wî çiqaseye.
Xamo: (Li serê Camo dinere)Eger serê min ev be nemre çel û çar e. Naxwe nemra lingê bavê te heyştê û çar e.
Hemo: Na, na, ê bavê min lingên wî hemû dirêji in dirêj, ne pan in.
Xamo: Çima çend lingê bavê te ne filan bêvan?
Hemo: Sisê me, sisê, diya min tim dibêje, û lingê wî yê sisiyan yasitar ji te dirêj tire.
Xamo: Wele, madem diya te dibêje, filan bêvan, rast e. Naxwe bêjdiya xwe bera hinekî jê jêke ha. Bela hinekî kin bike. (... û diçe)
Hemo: Erê, erê, yan jî bera ji xwe re bke têla cilan. Wê rojê têla wî qetyabû, nizanîbû cilê xwe bi kude dalqî ne.
Camo: Kuro, qurmiçyo, karê xwe bik, karê xwe cêtir e ez te jî pêve dalqînim ha?

Dîmenê hevdemîn

(Kes (1), (2), (3) xwasin û bi hev re, her yek beşek pitûk ji pirtûkxana Xamo dibe û komek sol tîne dewsa wan. Dixwazin cihê pirtûkan bikin cihekî solan ji cihê Camo mezintir û firehtir. Camo pirtir dibin. Li pêşiya pirtûkxanê Leto û Xelefo digihên hev.)
Xelefo: (Strana xwe dûbare dike.) Leto, leto, leto ez mirim. Por sipî bû, te ez kal kirim. Sebir nema bisebirim (Leto ji wirde tê...) Ax, ez bimrim, Leto.
Leto: Şekir, şekir ji dimsa Entabê şêrîntir e. Ji birinca qerejdaxê sipîtir e.
Lawik: Xaltîka Leto ka kîlok xwê.
Leto: Kuro, ez dibêm şekir tudibê xwê? Lawik: Ê, em bi te re man heyirî. Cara din mi go ka şekir tu xeyidî û navê te Leto ka xwê ye?!
Leto: Tu dizanî?
Lawik: Na, weleh ez nizanim, çi?
Leto: Te çiçkê diya xwe dîtîne? Di nav wan de bavê te her roj xwê dirdixîne.
Lawik: Ê, bavê min go, xwiya me nemaye!
Leto: Bêjê, bêjê, bê Leto wilo dibêje.
(Lawik nerazî diçe. Xelefo pêve tê.
Xelefo: Ax, Leto, az bimrim. Kî bîva vê dibe îca ha, birê min, lêvşekirê şekir difiroşe. Keçê ez muşteriyê te û şekirê teme, Leto, tuyê kenkî fêm bikî?
Leto: Wey, Xelefo, tu jî p1rê te hebûna te wilo nedigot.
Xelefo, Keçê pere qirêja destan e, Leto... Weleh tu min bikî tu ket poşman nabî Leto.
Leto: Ne mi got, ma tuyê çi bikî ji min, Xelefo?
Xelefo: Na, na, eybe. Xelk li dora e hene, yana minê aniha ji te re bigota bê ezê çi bikim. Mala te xeranebe. Hîn te fêm nekiriye, qey? Wele, ne meselak ewqasî zehmet e, birê min.
Leto: Ne min fêm kiriye, ne jî dixwazim fêm bikim. Lê te ji min re nabêjî ev çi dikin? (Li birina pirtûkan û anîna solan dinere.)
Xelefo: (Li lingên wan yên xwas dinere.) Evqase solên wan hene û hîn jî xwasin, birê min. Xwediyên solan xwasin û xwediyên evînê çi ne, Leto, hê?
Leto: Jehr û ziqûm in, ez ji ku zanim. Ez li ber vî belengazê Camo dikevim. Wî kî ji nû ve solan ji wî bikire.
Xelefo: Erê, wele, Leto, ez jî li ber pepûkê Hemo dikevim, ku çawa wê bin kumê wî vala bimîne û rizqê me jî qut dibe, Leto.
Leto: Tu çi xwe dixîne nav her tiştî, lo. Weke kevçiyê nav hemû xwarina ye, ne bi xêr.
Xelefo: Erê, birê min, (Li Leto dizîvire)Erê dilê min, tenê ji xwrina, ko ez dixwazim bê par dimînim.
Leto: (Dimese...) Wey tu têr nexwî, Xelefo, me îro jî tiştek nefirot.
Xelefo: Li vî welatî divê mirov serê xwe bifiroşe, Leto,hişê xwe, hiş. (Leto dizîvire, awiran tê vedide.) Erê, eger hiş heb.
Leto: Ê, ne maşele hişê te bi kîliwa ye! (Derdikeve)
Xelefo: Hiş, li vî welatî wê çi bike? Ne gerek e, birê min. (Li hersê kesên xwas û tevgera dikana solan dinere.) Li welatekî wilo baş e, ku sola mirov hebe sol. Lê yê min ew jî ji dînekî wek min re ne lazime, birê min. (Sola xwe ji lingê xwe dike. Davêje ji her sê kesan re û diçe.) Ezê ji serê xwe re li solekê bigerim, birê min.

Dîmenê hijdemîn
Mala Xamo

(Xemlê li pişt masê rûniştiye. Kêf  kêfa wê ye. Xamo i ber agir xwarinê hazir dike.)
Xemlê. Lîlîlîlî (dilîlîne û bikêf dibêje) Dawet e li vir îro dawet e. berî mirinekê wê carekê mêrê min ji min re xwarinê çêke.
Xamo: Keçê wê çîran û filan bêvan bi ser dengê te de vên por kurê, te em hetikandin.
Xemlê: Cîran neyên jî sibe etê ji her kesî re bêjim. Merê min dawiya dawî hat ser riya rast. „Ez qebûl nakim ji niv re yek bêje sîka mêrê te xware.
Xamo: Ez ji berê de evim, Xemlê, ez ji berê de xwe bifilan û bêvan nadim. Yanî dîkê qenc dihêkê de bang dide ha.
Xemlê: Wey ez qurbana dîke xwe bim. Ka xwarina te çênebû, ma bû goştê ga?
Xamo: Wê çêbibe, min nizanibû wê ewqas kêfa te bê, gava ez dev ji pirtûk mirtûkan û filan bêvan berdim.
Xemlê: Wî ma kêfa min tê û hew. (Pêre diçe jibo mac bike, nagihêje wî. Kursî tîne, hildikişe ser û mirçîniyê ji rûyê wî tîne.) Erê, weleh, dev ji kitêb mitêban berd tê filan bêvan, na. (dikene, dadikeve, diçe cihê xwe)
Xamo: Ne tu zanî Ehmedê Xanî berî zêdeyî sêsed salî çi gotiye li pirtûk û solê û filan û bêvan.
            Ger ilmê temam bidî bi pûlek, bifiroşî tu hiketê bi solek.
Xemlê: De dev ji me û van çîrokan berde, lo. (bi ken) Tu zanî dilê min li Camo jî rehet bû. Ax, Xwedê, tu çiqas baş î. Tu çiqas mezin î û zana yî. Derîkê wî jî hat girtin. Kes nema solan jê dikire û te jî dev ji wî karê bêxêr û bêpere berda.
Xamo: ( Ji nişkê ve û bi kêf) Xwarin amade ye, xwarin hazir eeee.
Xemlê: (Bi kêf du sêniyan datîne. Nan û hûrmûrên xwarinê ser masê datîne û bi germayî rûdine.) Wî, bela kes nebêje min mêrekî qenc kiriye ji te pêve Xemlê. Wîîî, çi mêrê xweşik. Bêjin zirav. Qurbano beştê mino, mircaq û stûna mala mino. Îro xwarin ji min re çêkiriye, xwarin.
Xamo: (Bi paçik radihije beroşa germ û dat1ine ser masê. ???a paxê hiltîne. Kel dûman bilind dibe. Radihije du çetelan.) Tê tiliyên xwe pêre bixwe hingî xwarina in xweş e. Ev xwarin filan bêvan e, ne henekmenek eee.
Xemlê: (Destê xwe bi hev re difirkîne) Ev sê sal min têr nexwariye. Yanî ji gava ko em zewicî ne, şeva ewil ne têde, jê pêre, heta niha, min rojekê têr nexwariye.
Xamo: Naxwe niha têêêr xwe. (Bi herdû setelan soleke kelandî dat1ine ber Xeml1e. Û sola din datîne ber xwe.) Min xwarinek li gor dilê te çêkir. Kêfa te ji solan re tê, min jî go...
Xemlê: (Ji cih çeng dibe. Sola xwe ji lingê xwe derdixîne û êrîşî mêrê xwe dike.) Erê wele, kêfa min pirji solan re tê. Nexasim wextê ku li nav serê te kevin. Mircaqê bê hiş. (Xamo direve û pişt re winda dibe. Xeml1e bêhn çikiyayî û tenê dimîne.) Wî weyla li şensê te be xemlê, li bextê te yê reş be. Wey Xwedê te bike du qet Xamo, qetekî hîn jî bilind bike û bibe ezmanê heftan û qetê dî dî jî di bin heft tebeqê erdê keve. Xwedê merê te di kabokê de biqurmiçîne û te kin kin kin (.... hier ist wieder etwas nicht kopiert) negihê navika Camo.

Dîmenênozdemîn
Mala Camo
(Cemo dice û tê. Hemo û Camo rahijtine solan û dikevin hindur. Solan dikana xwe dikişandin malê.)
Cemo: Ev çi sol in, Camo? Çavê te lêye tu malê jî tije sol bikî?
Camo: Bese lê, sol bûn, ew jî çûn. Xêr di wan de jî nema.
Cemo: Xêr di te de nema yan di solan de nema.
Hemo: (Kumê xwe hildibe û bin dixurîne.) Na, wele. Xêr di wan de nema. (Hêdî, hêdî diçe.)
Cemo: Ji xwe tu ji bavê xwe quretir î wey!
Camo: Qey te bêrya dar kiriye dîsa, Cemo? Bihêl em bifikirim, em çarakê ji vî rewşa xwe re bibînin.
Cemo: Ma ku sol tişta çaresernekin wê çi bikin gelo?
Camo: Ji xwe yan divê ez cihekî din bibînim, yan jî ezê malê bikim dikan.
Cemo: Çi, çi? Ka dîsa bêj. Malê bike dkan. T çima min jî nafiroşî, Camo?
Camo: (Bi hêrs) Keçê, kes te akire. Ma hema minê berî cend salan bifirota. Wê kî mala xwe xerabike, ma? Wê kî mala xwe li malan bigerîne û te bikire?
Cemo: ê, ne xemnake, Camo. Heyfa qiriktalyê.
Camo: Ev belê hemû sûcê zimanê te ye dirêj e û sûcê xamoyê dirêj e. Hûn herdû jî ji pêvî zivarê, bi kêrî tiştekî nayên.
Cemo: Emê bêsol çawa bikin, Camo? Emê ji nêza û birçîna bimrim.
Camo: Na, na, baş e. Carna serê te dixebite. Baweriya min jî ewe ku hêviya me di vê jiyanê de sol in, sol in, sol.
(Si nişkê ve soleke mezin di pencerê re kete hundir.)
Cemo: Sol e, sol, hêviya me ya dawî.
(Camo û Cemo bi hev re mîna ko li hêviyeke dûr binerin. Çar çaven atayî. Û bi hesret li sola bilind dinerîn. Sol dikeve nav bera herdûyan.)

Dîmenê bîstemîn
Solfiroş

Seranserê cihê pirtûkxanê sol in. Tevgereke bilez û bez heyse. Xelk hemû xwasin. Solan dikirin û difiroşin. Hinekan solên xwe bi qeytanan girêdabûn û bi ser sîngên xwe de berda bûn. Muzîk û stranên li ser solan dihatin bihîztin. Li kêlekê du lingên hildayî, yên jinêkê kosola mêran di lingan de ye, tên dîtin li ser (solên welat) bi xeteke qalind nivîsaniye. Xelefo vaja vaja dimeşe:
Xelefo: Erê, birê min. Zeman zemanê sola ye. Ê ko sola wî tunebe ji xwe tirên panikî li diya wî qelibî. Dinya wek xwe ye, birê min. Em jî sol in. Zeman me dixîne lingê xwe de heta em kevn dibin û piştre... ji xwe sola kevn, kevne û ji avêtinê re ye. ( Leto dibîne) Ma ne wilo ye, Leto. Ax, ez bimrim, Leto, ax.
Leto: Ma çawa ne wilo ye, Xelefo. Gotinên te zêr in zêr.
(Lawik tê ber bi Leto de. Leto bi hêrs lê disikine.)
Lawik: Xaltika Leto, tu şekir difiroşe yan xwê?
Leto: Çima qey çi ji bavê te re lazime.
Lawik: Şekir, bavê min go şekirê me nemaye.
Leto: Naxwe ez xwê difiroşim.
Lawik: Ê, xwiya me î nema bû. Ka nîv kîlo xwê.
Leto: Naxwe ez şekir difiroşim.
Lawik: Ê, ka nîv kilo şekir.
Leto: Ez guharan difiroşim. Guhar ji bavê te re ne lazim in.
Lawik: Berê wele, ji diya min re lazim in. Duh iya min digot, bavê te bêyî min guharê min firotine û dane deynan, deyn li bav            e min bûn.
Leto: Kuro, here bi riya xwe de çêtire ez kerbê xwe di serê te û bavê te re derxim.
Xelefo: Ê, fêm bike, birê min. Jinik tiştekî ne dide te û ne jî dide min.
  (Bi destê lawik digre û lawik xeyidî diçe.)
Lawik: Ev çi bi vê xelkê hatiye yaho.
Xelefo: ( li solan û tevgera ji bo wan dinere.) Te jî solek navê Leto, hê? Ez solekê ji te re bikirim?
Leto: Ji xwe ji van xelakn tevdan ez bi sol im. Ha waye tevde xwasin.
Xelefo: Ê, min jî dilê min Xwas maye, Leto. Heta kengî wê... ax, ez birim, Leto.
Leto: Naxwe ji dilê xwe re li solekê biger. ( û diçe. Hemo tê.)
Xelefo: Ha, birê min, bavê te û solên xwe li ku man, lo?
Hemo: Li mal e. ez li ber xwe û te ketime berî bavê xwe. Rizqê me jî qut bû.
Xelefo: Erê, birê min, bin kumê te jî, berê tim bi pere bû, aniha vala ye.
Hemo: Na, xelefo, ez birakê te me. Na çêdibe kumê min vala bimîne.
Xelefo: Ka were vir de ka. (Kumê wî bilind dike sol xuyanî dike.) Erê birê min kumê te mabû, vaye te ew jî ji solê bêpar nehişt.
Hemo: Divê mirov li xwe neheyire, Xelefo. Vî zemanî yek bi kêrî xwe neyê wê li ber lingan here, birê mn. (Ew jî diçe, xelefo tenê dimîne. Li derdorê dinere. Leto tenê bi tirs ber bi wî ve dihat, dinya xeniqîbû, rûyê ezmên tirş bûbû.

Xelefo jî behetî mabû. Xelk tevde xwas li bin guhê hev diketin. Jibilî solan jî li wê derdarê xuya nedikir. Jnên xwas, mêrên xwas, zarokên xwas destên xwe dipelandin û mîna koran li pey solan dibeziyan. Ezmanê wî bajarokê biçûk ji vê dinyaya firêh û bêdawî reş bûbû wê rojê. Teqereqa ewran xelk xistibûn nava saweke mezin de. Cara yekem bû ku Leto weha xwe dixîne bin baskê Xelefo yê şaş mayî. Her kes bi xwe daketibû, ew jî bi evîna xwe, wê rewşê dirêj nekir, ji nişka ve bû reperepa solan û ji ezmanan ve hatin xwar. Xelkê destpêkê ji çavên xwe bawer nekirin, lê deme xirecir. Lez û bez kolanan naskirin ku dêvla baranê ve sol kete nav dibarin. Solên reş, kevn, nû, biç^k mezin, qetyayî, bi qeytan, bê qeytan. Tofana solabû, kolan û mal û seriyên mirovn jî tevde wenda kirin. Her kesî li ber xwe dida da ku karib serê xwe ji nav solan derxîne, lê her seriyek dibin sêhezar sol de mabû.